Serokê TFF MHKê Ferhat Gundogdû û 7 kes bi sûcê “sextekariya di ewraqan de” hatin binçavkirin.
Serokê Lijneya Hakeman a Navendî (MHK) a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Ferhat Gundogdû bi sûcê “sextekariya di ewraqan” de hat binçavkirin. Hate diyarkirin ku tevî Gundogdû 7 kes hatine binçavkirin.
Polîsan bi ser malên kesên binçavkirî ve girtiye û ew kirine binçavan. Binçavkiriyan piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.












