• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

    Bi tevî Serokê MHKê ve 7 kes hatin binçavkirin

     Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

    Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Dayika du şehîdan ji bo cenazeyê kurê xwe hilde serî li dozgeriyê da

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

    Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

Navenda Nûçeyan / AW

29 ÎLON 2026 - 10:53
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Hunermend Bermal Çem bi boneya salvegera şehadeta Mazlûm Tekdag klîba bi navê “Xewna Çiya” amade kir. Mazlum Tekdag di 1ê Cotmeha 2019an de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dabû.

Mazlûm Jiyanda (Mazlûm Tekdag) di 1ê Cotmeha 2019an de di êrişeke hewayî ya artêşa dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya bi ser başûrê Kurdistanê ve şehîd bûbû. Hunermend Bermal Çem bi boneya salvegera şehadeta Mazlûm Tekdag klîbeke bi navê “Xewna Çiya” amade kir. Gotin û muzîka stranê aydê Bermal Çem e. Derhênerî û kişandina klîbê ji aliyê Kerem Pola ve hatiye kirin. Klîb wê îro li ser hesabên Bermal Çem ên medyaya dîjîtal bê parvekirin. Hunermend Bermal Çem derbarê amadekirina klîbê û jiyana şehîd Mazlûm Tekdag de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Hin di temenekî biçûk de ew rastiya jiyanê nas dike

Hunermend Bermal Çem amadekarina klîbê û jiyana Mazlûm Tekdag wiha vegot: “Çawa ku her stranek behsa serdemekê dike, strana Xewna Çiya jî yek ji van stranan e. Çîroka wî lawikê Amedê ku jiyaneke 37 sal bi tekoşînê derbas dike vedibêje. Belê Mazlum Tekdag, zarê çiyayan ji Amedê heta çiyayayên Kurdistanê, şopên kenên xwe ji pêşerojê re dihêle. Hîn di temenekî biçûk de ew rastiya jiyanê nas dike û çavê xwe tekoşînê vedike. Ew di nava rêhevalê xwe de weke zarokê şoreşê tê penasekirin.”

Mazlûm bi serpêhatiyên berxwedêr mezin dibe

Bermal Çem di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiya Mazlum Tekdag û malbata wî û ev yek anî ziman: “Ew neviyê jina berxwedêr Arîfe Tekdag û lawê Mehmet Tekdag e, yê ku ji aliyê kontrgerîla ve hate şehîdkirin. Dema bavê wî Mehmet tê qetilkirin ew hîn 8 salî ye. Zilm û zordarî zû li deriyê wan dide. Ew hîn di temenê xwe yê 8 salî de, di demên zor û dijwar de weke generalekî biçûk, kolan bi kolan rojnameya Ozgur Gundemê belav dike. Mazlûm bi serpêhatiyên berxwedêr mezin dibe. Ew dibe şervanê bavê xwe û her kêliya jiyana xwe bivê hestê jiyan dike. Di ciwantiya xwe de, di partiyên HEP, DEP, HADEP, DEHAP de karên siyasî dide meşandin. Gelek caran tê girtin û îşkencekirin. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li zindanê dikeve rojiya mirinê. Ew helbestvan, ew şervan, bû dengê gelê xwe. Berê xwe da çiyayên welatê xwe û ji bo doza gelekê bost bi bost tovê jiyanê çand.”

‘Ew rêhevalê min, jiyan û henasa min bû’

Hunermend Bermal Çem axaftina xwe bi vê nirxandinê bi dawî kir: “Dayika Mazlûm, Aysel Tekdag dema behsa lawê xwe dike dibêje ‘ew rêhevalê min, jiyan û henasa min bû. Ew neçû, îro di dilê sed hezaran de dijî’. Belê generalê biçûk Mazlûm Tekdag di sala 2019an de di 1ê meha Cotmehê de, li qadên parastina medya şehîd dikeve. Kenê Mazlûm weke xewneke azadiyê li ser lêvên zarên welatê wî digere û ew xewn îro rastî ye. Xewna çiya îro Mazlûm e. Rojên azad û civakeke demokratîk e.”

Etîket: Bermal ÇemklîbMazlum Tekdag
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

19 HEZÎRAN 2026
Şehîdên Meha Gulanê û Qasim Engîn hatin bîranîn

Şehîdên Meha Gulanê û Qasim Engîn hatin bîranîn

31 GULAN 2026
Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

24 ADAR 2026
Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

Ji bo helbesta Abdullah Ocalan klîbek hat amadekirin

5 ADAR 2026
Hunermend Bermal Çem û Alî Baran: Hêza mezin yekîtî ye

Hunermend Bermal Çem û Alî Baran: Hêza mezin yekîtî ye

30 ÇILE 2026
TEV-ÇANDê bi strana ‘Biparêze’ piştgirî dan Rojava

TEV-ÇANDê bi strana ‘Biparêze’ piştgirî dan Rojava

27 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne