Komedyen Denîz Goktaş piştî 88 rojan girtî ma, hate berdan.
Komedyen Denîz Goktaş piştî ku pêşandana xwe ya bi navê “Ölü Deniz” (Behra Mirî) li ser YouTubeyê bar kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Denîz Goktaş di 2yê Tîrmehê de hatibû binçavkirin û paşê jî hatibû girtin. Denîz Goktaş ev 88 roj bûn li Girtîgeha Karatepe ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê dihata ragirtin.
Danişîna yekemîn a doza Goktaş îro hate lidarxistin. Dozgerî xwest Goktaş were cezakirin û paşê jî tehliyaya wî xwest. Dadger daxwaza dozger nirxand û bi hinceta “Biçûkxistina olê” 7 meh û 15 roj ceza û ji “heqerata li serokkomar” jî 11 meh 20 roj cezayê hepsê li Goktaş birî û paşê biryara tehliyeya wî da.









