• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Amed / AW

28 ÎLON 2026 - 12:27
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Rêxistin û saziyên jinan û rêveberên jin ên Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê ji bo jinên ku hatine kuştin daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku bêyî ewlehî û azadiya jinan, ewlehî û azadiya bajar û civakê jî tu car çênabe û destnîşan kirin ku tişta pêşiya kuştina jinan bigire civaka demokratîk û rêxistinkirî ye.

Rêxistin û saziyên jinan û rêveberên jin ên Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên Amedê ji bo jinên ku hatine kuştin li Dortyola navçeya Rezanê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka DBPa Amedê Rûçem Vefa Elyakût, hevşaredarên navçeyên Amedê, aktivîstên TJAyê, endam û nûnerên jin ên saziyên sivîl ên civakî û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.

‘Ji kuştinan re êdî bes e’

Rûçem Vefa Elyakût ku ewilî axivî, diyar kir ku kuştina Ayfer Çakmak a sê roj berê bi awayekî hovane bi tundî şermezar dikin û wiha got: “Di demên dawiyê de li Amedê gelek jin hatin kuştin û qetilkirin. Bi qetilkirina her jinekê re malbatek jî tê kuştin û tune dibe. Di nav van rojên ku em behsa aştiyê dikin de, em dibînin ku li ser jinan şer û êrişeke hovane berdewam e. Em baş dizanin ku bêyî ewlehî û azadiya jinê, ewlehî û azadiya bajar û civakê jî tu car çênabe. Em dibînin ku jin ji aliyê zilamên herî nêzî wan, ji aliyê hevjînê xwe ve û ji aliyê bav û birayên xwe ve têne kuştin û qetilkirin. Ji kuştinan re êdî bes e!”

‘Tişta ku pêşiya kuştinan bigire civaka demokratîk û rêxistinkirî ye’

Pişt re Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak da zanîn ku ev ne cara yekem e ku bi van mijara tên cem hev û ev tişt gotin: “Her carê di her kombûna me de, di daxuyaniya çapemeniyê ya ku em piştî her qetilkirina jinan didin de, em diyar dikin ku bila ev bibe ya dawî, em bang li rayedaran dikin, em bang li berpirsyaran dikin, em nirxandinan li ser vê mijarê dikin, lê mixabin nabe ya dawî. Di meha dawî de li Amedê 4 jin hatin qetilkirin. Ya herî dawî Ayfer Çakmak, li vir, li Rezanê, hinekî wêdetir, li kuçeya mala xwe, li kuçeya mala ku lê rûdinişt ji aliyê kesê xwe yê herî nêz ve, ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Mixabin Ayfer Çakmak 5 zarokên xwe li pey xwe hiştin. Dîsa jinên ku beriya wê hatin qetilkirin, li vî bajarî hatin qetilkirin. Ev tabloya xeternak, çîrok û serpêhatiyên jinan çiqas cûda bin jî mixabin, me bi vê rastiyê re rû bi rû dihêle. Ev erdnîgarî, ev bajar bêguman bi salan e têkoşîna jinan dimeşîne. Bêguman mirov bi hêsanî nehatin van rojan. Bêguman ev ferqkirin, ev hişmendiya zayendî, ev zanebûn û rêxistinbûyîna di têkoşîna jinan de bi hêsanî çênebû. Jin li dijî van polîtîkayan li Amedê jî li rojavayê Tirkiyeyê jî têkoşîna xwe dimeşînin. Em jin em ê bi hev re têkoşîna xwe xurttir bikin. Tişta ku pêşiya van kuştinan bigire civaka demokratîk û rêxistinkirî ye.”

‘Têkoşîna azadiya gelê Kurd di têkoşîna azadiya jinan re derbas dibe’

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bi lêv kir ku ev daxuyaniya çapemeniyê ya ku ew derbarê qetilkirina Ayfer Çakmak de didin, di rastiya xwe de hêrs û qêrîna wan e û wiha axivî: “Em di heman demê de bang li gelê me yê Amedê dikin. Îro qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Qetilkirin êdî ne ewqas ji rêzê ne. Jin li nav malan, ji aliyê kesên wan ê herî nêz ve tên qetilkirin. Em dibînin ku di rastiyê de her cûreyê tundiyê dest dide jiyana jinan. Em jin ji salên 90î û vir ve dema me têkoşîna azadiya Kurd dimeşand, di heman demê de me têkoşîna azadiya jinê jî bi hev re dimeşand. Têkoşîna azadiya gelê Kurd di heman demê de di têkoşîna azadiya jinan re derbas dibe. Ji ber ku zext û tundî li jinan dihate kirin, jin wekhev nedihatin dîtin û dihatin înkar kirin. Di rastiyê de nasnameya gelê Kurd jî dihat înkar kirin.”

‘Qetilkirina jinekê şermeke herî mezin e’ 

Halîde Turkoglî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Amedê jin ne qetilkirinê, bi nasnameya xwe ya azad jiyînê heq dikin. Ez ji her mêrekî, her bavêkî, her birayekî ku li Amedê dijî re dibêjim, Şerm çi ye? Şerm çi ye? Ji qetilkirina jinekê şermeke mezintir tune ye? Ji qutkirina jinekê ya ji jiyanê şermeke mezintir tune ye. Ji qutkirina jinekê ya ji zarokên wê, ji paşeroja wê şermeke mezintir tune ye. Em mirov heke hevdû wekhev nebînin, wê demê em tundiyê li hevdû dikin. Îro gelê Kurd di serî de kesên ku li vê axê têkoşîna wekheviyê didin, têkoşîna şerefê didin, jin jî têkoşîna şerefa xwe didin ê dibêjin ku ‘Em mirov in û wekhevbûn mafê me ye, em xwedî îradeya azadbûnê ne’ û em têkoşîna vê yekê ji hevalên xwe yên mêr re ji vir dîsa weke bangawazî dibêjin.”

Etîket: kuştina jinanli dijî kuştina jinan têkoşînrêxistina jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

31 TEBAX 2026
Li Artûklûyê jinek hate kuştin

Li Artûklûyê jinek hate kuştin

29 TEBAX 2026
Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

19 TEBAX 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

2 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne