• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kongreya DER-MEZê di roja duyemîn de berdewam kir

    Kongreya DER-MEZê di roja duyemîn de berdewam kir

    Platforma Şiyar Be: Werin em li dijî hişbirê û bazirganên wê têbikoşin

    Platforma Şiyar Be: Werin em li dijî hişbirê û bazirganên wê têbikoşin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kongreya DER-MEZê di roja duyemîn de berdewam kir

    Kongreya DER-MEZê di roja duyemîn de berdewam kir

    Platforma Şiyar Be: Werin em li dijî hişbirê û bazirganên wê têbikoşin

    Platforma Şiyar Be: Werin em li dijî hişbirê û bazirganên wê têbikoşin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya DER-MEZê di roja duyemîn de berdewam kir

Amed / AW

26 ÎLON 2026 - 17:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongreya Derûnasiyê ya Mezopotamyayê ku li Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de bi rûniştin û kargehan berdewam kir. Beşdaran li ser zimanê zikmakî, koçberî, nasname û dema koçberiyê de zarok an civakên ku li cih û warê xwe koçber dibin û di erdnigariyê din de bi kîjan pirsgirêkan an ku tiştên jiyana wan asteng dike re rû bi rû dimînin rawestiyan.

2yemîn Kongreya Derûnasiyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ve bi dirûşma “Mirov divê derûniya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” tê organîzekirin li Navenda Kongreyê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja duyemîn de berdewam dike. Di eywana kongreyê de pankarta “Derûnasiya mirov bi zimanê xwe hêsan e” hat daliqandin. Derûnas, siyasetmedar, endam û nunerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes tevlî kongreyê bûn.

Di roja duyemîn de mijara rûniştina yekem “Di erdnigariyeke parçekirî de ziman û nasname” bi moderatoriya Mehmet Şerîf Akbaş û panelîstên ji dîaspora, Başur û Rojavayê Kurdistanê Nejbir Elî, Ridwan Mihemed Elî, Hasan Gharibi, Jiyar Aghapourî û Yusuf Siyahtaş hat nîqaşkirin.

‘Zimanê zikmakî dikare li hember parçekariya erdnigariyan bibe pirek’

Ridwan Mihemmed Êli bi rêya online beşdarî panele bû bal kişand ser girîngiya ziman û got ku civak bi zimanê xwe, xwe didin jiyîn û li ser zehmetiyên jiyana li erdnigariyên parçekirî ev tişt got, “Li Kurdistanê, li 4 parçeyan, ev rewşa parçekirî li ser perwerde, çand û jiyanê bandorekê çêdike. Erdnigarî dikarin bêne parçekirin lê nasname û ziman dikarin bibin yek. Dibe ku li bajêrên wekî Amed, Hewlêr û Kobanê sînor hebin lê heman ziman dikare bê bikaranîn. Zimanê zikmakî dikare li hember parçekariya erdnigariyan li ser xala çand, nasname û zimên bibe pirek.”

‘Divê gelê Kurd têkoşîna ku zimanê wî bibe zimanê perwerdeyê mezin bike’

Nejbîr Elî ku ji Rojava bi online beşdarî panelê bû diyar kir ku li Sûriyeyê girîngiyeke mezin a zimanê zikmakî di nasîna nasnameyan de heye û wiha got: “Li Rojava bi rêya serdem û rêveberiya xweser re zimanê Kurdî bûye zimanê fermî. Zimanê fermî di herêma xweser de bûye zimanê perwerdeyê jî. Bi serdem û pêvajoya entegrasyonê ya Ehmed Şara re yek ji mercên pêşî zimanê Kurdî bû û dewleta Sûriyeyê cara yekem zimanê Kurdî bi awayekî fermî nas kiriye. Ev biryar ji aliyê xwendekaran ve nehat qebûlkirin û xwendekaran bertek nîşanî sînordarkirina Kurdî dan. Ev biryarên sînordarkirinê yên hatine dayîn, biryarên siyasî ne. Pêwîst e bê zanîn ku gelê Kurd dema zimanê xwe diparêze zimanên din înkar nake. Pirzimanî van erdnigariyan dewlemendtir dike. Ji ber wê yekê perwerdeya bi zimanê zikmakî û pirzimanî gelekî girîng e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd têkoşîna ku zimanê wî bibe zimanê perwerdeyê mezin bike.”

Ji Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê Dr. Jiyar Aghapouri, Hasan Gharibi û Yusuf Siyahtaş jî bal kişandin ser girîngiya ziman a di erdnigariyek parçekirî de û pêşkeşiyên xwe kirin.

Rûniştina duyemîn

Piştî rûniştina yekem, bi moderatoriya Laleş Ongun rûniştina duyem ya bi sernavê “Di qirkirina civakî de serboriyên zayendî” panelistên vê runiştinê jî Nisrîn Silêman, Nazand Bekîkanî, Sabrîn Husseîn Alî, Dileen Sardar Zuhdî Al-Noorî berdewam kir. Di vê rûniştinê de jî beşdaran bal kişandin li ser qirkirina civakî de serboriyên zayendî, di nav şer de pirsgirêk û kêmasiyên ku jin jiyane û pêşkeşiyên xwe yên ku amade kiribûn pêşkeş kirin.

Rûniştina sêyemîn

Piştî rûniştina duyemîn di rûniştina sêyemîn a bi sernavê “Derunniya dudilî ya zimanê qedexekirî: Şanazî û Şerm” bi moderatoriya Hesen Elçîoglu û panelîst Nûrgul Çokgezicî û Jiyan Ay Subaşî dom kir. Beşdaran di vê beşê de li ser mijarên bêdenghîştin û bêxwedî hîştina ziman, dema zarok an ku kes zimanê xwe diaxive yan ku perwerde nabîne ew şerma wê demê çawa tesîrê li ser jiyana mirovan dike rawestiyan.

Rûniştina çaremîn

Herî dawî rûniştina çaremîn ya ku bi moderatoriya Gulistan Barik Keleş  û panelîstên ji deverên cuda pêk dihatin Şahap Eraslan, Candan Hemî, Hawraman Kerîm bi sernavê “Mînakên ji erdnigariyê cuda yên li ser koçberî, nasname û zimanê zikmakî” berdewam kir. Di vê beşê de jî beşdaran li ser zimanê zikmakî, koçberî, nasname û dema koçberiyê de zarok an civakên ku li cih û warê xwe koçber dibin û di erdnigariyê din de bi kîjan pirsgirêkan an ku tiştên jiyana wan asteng dike re rû bi rû dimînin rawestiyan.

Xebatên roja duyem a DER-MEZê piştî panelan, bi kargehên cur be cur berdawam kir û roja duyem bi vî awayî dawî bû.

Konferans dê sibê an ku roja dawî dîsa bi kargeh û panelan berdewam bike û bi axaftinên dawî bi dawî bibe.

Etîket: 2yemîn Kongreya Derûnasiyê ya MezopotamyayêdidomeduyemînKomeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ)roja
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Nisêbînê roja yekemîn a bîranîna şehîdan bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Çalakiya li ber avahiya KESKê didome

Çalakiya li ber avahiya KESKê didome

17 TÎRMEH 2026
Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

26 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne