• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

    Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

    Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

    Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

    Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

    Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

    Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 25ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

    Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

    Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

    Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

    Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

    Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

    Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 25ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Amed / AW

25 ÎLON 2026 - 13:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê 2yemîn Kongreya Derûnasiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Mirov divê derûniya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” ya ku dê 3 rojan berdewam bike dest pê kir.

2yemîn Kongreya Derûniyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ve bi dirûşma “Mirov divê derûniya we bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” tê organîzekirin û dê 3 rojan bidome, li Navenda Kongreyê ya Elî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Di kongreyê de ku zêdetirî 50 axivêrên ji çar parçeyên Kurdistanê, dîaspora û bajêrên cûda yên Tirkiyeyê aniye cem hev, dê panel û komxebatên cûda bên lidarxistin. Di eywana kongreyê de pankarta “Derûnaniya mirov bi zimanê wî hêsan e” hat daliqandin. Gelek derûnas, siyasetmedar, endam û nunerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kes tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axivêran di vekirina kongreyê de destnîşan kirin ku tunehesibandina ziman di kesan de şopên derûnî dihêle û tekez kirin ku derûnî ne tenê meseleyeke ferdî ye û pêwîst e mirov psîkolojiya mirov bi ziman û nasnameya wî fam bike.

Kongre bi mijarên “Xebatên avakirina ziman û nasnameyê”, “Di pratîkên derûnî de ceribandin û terapî “, “Di avakirin û înkarkirina nasnameyê de cihê zimanê dayikê” berdewam kir.

Rûniştina yekem bi sernavê “Xebatên avakirina ziman û nasnameyê” bi tevlîbûna derûnasên Kowara Psîkolojî Kurdî Abdullsîttar Ozmen, Kowara Psyche Mezg Erkan Yildirim, endama DER-MEZê Gulistan Barik Keleş, ji Todapê jî Aslî Aydemîr dest pê kir.

‘Di çarçoveya nasname û pejirandinê de ziman gelekî girîng e’

Ji Kowara Psîkolojî Kurdî Abdulsîttar Ozmen anî ziman ku tespîtkirina pirsgirêk û çareseriyan a bi zimanê xwe, ji bo wan cihê dilxweşiyê ye û ev tişt gotin: “Ez dixwazim hinekî li ser ziman bisekinim. Ez ê zêdetir behsa gotarên me yên di qada derûniya Kurdî bikim. Dema em behsa nasnameyê bikin, nasname tiştekî civakî ye, diyardeyeke ku mirov xwe pê nase dike û civak jî nasnameyekê pêşkêşî mirov dike. Ji aliyê din ve ev tê wateya pejirandina mirov. Nasnameyeke mirov heye ku wî ji yên din cuda dike. Nasname û pejirandina me jî heye. Di vê çarçoveyê de ziman gelekî girîng e.”

‘Di xebatên me de bikaranîna zimanê me ji bo me gelekî girîng e’

Erkan Yildirim da zanîn ku di qada derûniyê de lîteratûra wan tune bû ew dema xebatên xwe de ew rastî hinek zehmetiyan jî tên û wiha pê de çû: “Gava ku kesek dihat û bi Kurmancî yan jî bi zaraveyekî din tiştek dipirsî, ji ber ku lîteratûra derûniyê tune bû me zehmetî dikişand. Heya hinek kesên ku bi Kurdî nizanibûn jî ji bo ku ji xwe re biaxivin û vebêjin dihatin cem me. Ji ber vê yekê, me dest bi nivîsandina gotaran kir, me ziman û wêjeya xwe anî cem hev. Me di nav xwe de axivî, nivîs nivîsandin û di qada wêje, ziman, derûnî û perwerdeya taybet de xebat meşandin. Di sala 2020an de me kovarek amade kir, navê kovara me Pênas e. Hinek psîkolog, akademîsyen û pisporên xizmeta civakî hatin cem hev. Me ji Amedê, Mêrdînê û Stenbolê li ser înternetê axivî û kovarek bi vî rengî amade kir û ev kovar ji sala 2020an û vir ve berdewam dike. Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de hejmara wê ya yekem derxist. Em li ser derûnî û perwerdeya taybet rawestiyan û di hêejmara me ya dawiyê de me cih da gotarên akademîsyen û psîkologan. Bi wî awayî me 4 hejmar derxistin. Di hejmara me ya nû de hevpeyvînên li ser perwerdeya taybet, otîzm, sendroma Down û gotarên li ser psîkolojiyê cih girtin. Di xebatên me de bikaranîna zimanê me ji bo me gelekî girîng e.”

‘Pêwistiya sazî û gelê me bi komeleyek dêrûnasiyê hebû’

Gulistan Barik Keleş jî dest nîşan kir ku wexta wan deh sal beriya niha dest pê kirine kêm kes bûne lê îro ew gihîştine armanca xwe û konferansek wiha li dar dixin Gulistan Barik Keleş ev tişt anî ziman: “Bi rastî pêwistiya sazî û gelê me bi komeleyek dêrûnasiyê hebu û DER-MEZ jî li ser vê yekê hat avakirin. Dema me komeleya xwe ava kir gelê me û civaka me di nav şerekî dijwar de bu û bi wê mebestê me biryar û înisiyatif girt ser xwe û me dest bi xebatên xwe kir. Me her tim hewl da bi zimanê xwe xebatên xwe bêtir bikin.”

Asli Aydemîr jî li ser zarokatî û tesîra zimanê dayîkê ya ku di jiyana mirovan de sekinî.

Rûniştina yekem bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: 2yemîn Kongreya Derûniyê ya MezopotamyayêAmedKomeleya Derûnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026
Li dijî HDK operasyona binçavkirinê: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin

Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
Amedspor dê îro li mala xwe ji bo 3 pûanan têbikoşe

Amedspor dê îro li mala xwe ji bo 3 pûanan têbikoşe

31 TEBAX 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Qeydên ANKAyê yên ziman û hunerî dest pê dikin

Qeydên ANKAyê yên ziman û hunerî dest pê dikin

28 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne