Şaxa MÎA-FEDê ya Wanê destdirêjiya li dijî zaroka Medreseya Teblîx û Îrşad a Şexh Selahadîn Efendiyê Murşîde Kamîl ya navçeya Pîrana Amedê şermezar kir.
Şaxa Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) ya Wanê, destdirêjiya ku li Medreseya Teblîx û Îrşad a Şexh Selahadîn Efendiyê Murşîde Kamîl, li dijî zarokê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endamên federasyonê, endam û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniya hevpar, Rêveberê şaxa MÎA-FEDê ya Wanê Lokman Ozdemîr axivî.
‘Tarikatên heyî li gor dinê Îslamê tevnegerin’
Lokman Ozdemîr bûyara ku li medreseyê qewimiyê şermazar kir û got: “Li Tirkiyeyê gelek tarikat hatine avakirin. Eger ew tarîkat ji bo îslamî hatine avakirin bila li gor nêzîkatiyên peygamberan tevbigerin. Dema ku dîne Îslamê derket devlemendi tine bû. Ew dewlemendiyên tarikatan li ku derê tê. Em gelê xwe hişyar dikin bila zarokên xwe nedin van medreseyan.
Piştî axaftina Lokman Ozdemîr, Rêvebera Federasyonê Hanîfe Yuce daxuyanî xwend.
Hanîfe Yuce bal kişand li ser misyona medreseyan ya di nav civakê de û got: “Lêgerîna dîrokê nîşan dide ku medrese di nav erdnîgariya ku ummeta misilman lê dijî de her dem bûne cihên ku zanist, exlaq û edalet. Li Kurdistanê jî ji bilî vê yekê, ew bûne qadên ku nasnameya Kurdî tê de hatiye parastin û jiyanê bûye. Ev cihên pîroz ku gelê me wekî ocaxa manewiyatê dihewandin, mixabin îro ji aliyê îslamiyên siyasî ve hatine veguherandine ji bo navendên propagandayê, asîmîlasyonê û gihandina sîxuran.”
Daxuyanî ji xwendina metne ve dawî bû.










