Li Amedê bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” serdana bîranîna Zîlan Kurdistan a ku 9ê Îlon a 2026an li Qendîlê jiyana xwe ji dest dayî, hat kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana bîranîna Hêlîn Çelîk (Zîlan Kurdistan) a ku 9ê Îlon a 2026an li Qendîlê jiyana xwe ji destdayî hate kirin. Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan yê Amedê (DEM PartîÎ) Serhat Eren, endam û rêveberên partiyên siyasî, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li şînê bûn.
Girse bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” ber bi mizgefta Abdurrezak Ensarîoglu ya ku taxa Cumhuriyetê ya semta Seyrantepe ya Amedê meşiyan. Girse dema derbasî cihê bîranînê bû bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Dûre deqîqeyek rêz hat girtin. Wêneya şehîd Zîlan Kurdistan danîn ser maseya ku bi kulîlk û rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin. Endam û rêveberên MEBYA-DERê peyamên hevgirtinê dan malbatê û hestên malbatê parvekirin.



















