Wan – Nûçegihanên Jinnewsê Rabîa Onver û Nazlican Nûjîn Yildiz 7emîn salvegera avakirina Jinnewsê pîroz kirin û gotin: “Medya qada serdestiya mêran e û di qada ku feraseta mêran lê zêdeye, xwe ferz dike û dengê wan zêdetir derdikeve de bilindkirina dengê jinan û pêşxistina jinan girîngiyeke jiyanî ye.”
Jinnews, bi dirûşmeya “Bi pênûsa jinê li pey şopa heqîqetê” ku bi taybetî li ser jinan naverokan amade dike, di 25ê îlona sala 2017an de dest bi weşana xwe kir. Jinnews ku di hemû beşên meşandina kar de jin dixebitin, 9 salên zehmet li du xwe hişt. Dema ku JINHA û Rojname Şûjin bi KHKyan hatin girtin, Jinnewsê kar û barê rojnamegeriya jinê hilda ser milê xwe û bi hemû zehmetiyan jî heta roja me ya îro anî. Ajansa ku di nav şert û mercên herî dijwar de dixebite, ji bo pênasekirina deng û têkoşîna jinan tevî hemû zext û astengiyan jî bi biryardarî nirx û rengê Çapemeniya Azad didomîne.
Nûçegihanên Jinnewsê Rabîa Onver û Nazlican Nûjin Yildiz ji bo ajansa me (AW) di salvegera avakirina Jinnews de nêrîn û hestên xwe anîn ziman.
‘Jinnews beşek ji têkoşîna jinan e’
Rabîa Onver bal kişand ser giringiya Jinnewsê ku ji bo wê ne tenê saziyek e, beşek ji têkoşîn û dengê jinê ye û da zanîn ku Jinnews navenda tekoşîna jinên rojnameger e. Rabîa Onver diyar kir ku ji roja Jinnews hatiye avakirin heta îro jinên rojnameger li hember sansur, zext û astengkirinan rawestiyan e û got: “Rojnamegerên jin karê xwe berdewamkirine û pêngavek paşve neavetine. Jinên rojnameger bi pênûs, kameraya xwe û bi peyvên xwe li hemberî bêdengkirinê rawestiyane. Dema ku xwestin dengê me qût bikin û nexwestin em binivîsin, em zêdetir dengê xwe derdixin û rastiyan derdixin holê.”
‘Em ê her tim li ser şopa heqîqetê bimeşin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Rabîa Onver anî ziman ku tevî astengiyên li ser kar û xebatên wan berdewam dikin jî ew dê li ser şopa Gurbettelî Ersoz bimeşin û wiha pê de çû: “Bi rastî em qadan tên astengkirin û zehmetiyan dibînin, lê em li hember van zor û zehmetiyan serê xwe natewînin. Jinên rojnameger çi qas astengiyan bibînin jî di karê xwe de pêngavekê paşve navêjin. Em dinivîsin û dibin dengê kesên ku hatine bêdengkirin, dengê wan digihîjinin civakê. Îro salvegera Jinnewsê ye; ez dixwazim bêjim ku li gel hemû astengkirin û sansurê jî em dîsa li qadê ne, em dinivîsin û karê xwe dikin. Em bawer in ku dengê jinan, çi bibe bila bibe, nayê qutkirin. Têkoşîna jinan û jinên rojnameger me pêş dixe. Em ê her tim li ser şopa heqîqetê bibin. Em wekî jinên rojnameger li ser şopa Gûrbetelli Ersoz ne û em ê li ser wê şopê bimeşin.”
‘Medya qada serdestiya mêran e’
Nazlican Nûjîn Yildiz jî di destpêka axaftina xwe de salvegera Jinnewsê pîroz kir û da zanîn ku divê nûçegihanî di destê desthilatdariya mêran de nebe. Nazlican Nûjîn Yildiz bi bîr xist ku ew di qadên pergala mêr û serdestan dagir kirine de ji bo jinan tiştekê nabînin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bêguman jin di her qada jiyanê de têdikoşin, lê ziman û feraseta pergalê ne li ser bingeha jinê ye; ji ber vê yekê di civakê de her tişt bi nêrîna mêran tê nîşandan. Medya jî ew qad e ku pergala serdestiya mêran a herî tê nîşandan û propagandaya xwe dikin. Ji bo medyayê dibêjin hêza çaremîn, lê îro medya bûye hêza yekemîn û erka rewakirina serdestan girtiye ser xwe. Di medyayê de rastî tên guhertin; li hemberî jin, zarok, xweza û hemû kesên paşguhkirî dijminahiyeke vekirî heye, lewma ji bo me xweparastinek hewce bû. Civak li gorî bikaranîna ziman teşe digire. Di asta herî jor a pîramîta tundiyê de jî zimanê mêranî û zayendperestî heye. Bi rastî, gava ev dibe tiştek asayî tundiya li ser jinê, tacîz û tecavuz jî tê asayî kirin.”
‘Em şopdarên Gurbetellî, Nagîhan, Denîz û Cîhanan in’
Nazlican Nûjîn Yildiz diyar kir ku li hember serdestiya zilaman girîngiya rêxistinbûyîna jinan pêwîst e û axaftina xwe bi bîranîna şehîdên Çapemeniya Azad bi dawî kir: “Zimanê ku medya bi kar tîne li ber çavan e. Ji ber wê, zimanê ku em bikartînin ji bo medyayê jî, cîhanê jî dibe minak. Ji ber vê yekê hebûna Jinnews û JINHAyê pir girîng e. Di qada ku feraseta mêran lê zêdeye, xwe ferz dike û dengê wan zêdetir derdikeve de bilindkirina dengê jinan û pêşxistina jinan girîngiyeke jiyanî ye. Ew kevneşopiya ku me ji Gûrbetelliyan, Nagîhanan, Denîzan û Cîhanan girtiye, em ê her di qadê de biparêzin. Em ê her dem bêjin ku pênûsa jinê wê li ser şopa rastiyê be; em ê nivîsandina xwe bidomînin û em ê têkoşîna xwe jî mezin bikin.”












