DTSOyê li Navenda Gastronomî û Înovasyonê ji bo çêkirina pîzzayê ku bi berhemên herêmî bête çêkirin, bi tevilbûna jin û ciwanan atolye vekir.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), li Navenda Gastronomî û Înovasyonê ji bo çêkirina pizzayê ku bi berhemên herêmî yên tescilkirî atolyeyeke nû vekir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku di vekirina atolyeyê de hat kirin de, hat diyarkirin ku dê ji bo jin û ciwanan perwerdehî bêne organîzekirin û dê piştgirî bidin pêvajoyên hewldanên wan ên karsaziyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev xebat dê bi hevkariya Damezirînerê Champion Pîzzayê Hakki Akdenîz re bê meşandin.
‘Em dixwazin dîrok û çanda bajar bi gastronomiyê re bînin cem hev’

Serokê DTSOyê ya Amedê Mehmet Kaya di destpêka merasîmê de da zanîn ku ew di vê pêvajoyê de dîrok û çanda bajar bi gastronomiyê re bînin cem hev û wiha got: “Heger hemû saziyên dewletê, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl xebateke hevpar bikin, em dikarin di dahatûya turîzmê ya vî bajarî de, ew reqamên ku îro gelek bajaran pêş ve dibin, li bajarê xwe jî bi rehetî bidest bixin. Dîrokeke me ya 12 hezar û 500 salî heye û me mêvandariya 33 şaristaniyan kiriye. Gastro Înovasyon tam jî bi vê armancê hat sazkirin. Bi perwerde û atolyeyên ku li vir hatine vekirin re dê hem kesên li kar digerin bibin pispor, hem jî karsaz dê bikaribin ji xwe re cihên kar ên nû vekin.”
‘Xeyala min a 15 salan bû’

Damezirînerê Champion Pîzzayê Hakki Akdenîz jî anî ziman ku xeyala wî ya herî mezin vekirina dibistan û atolyeyeke pîzzayê li welatê wî bû û kelecaniya xwe ya ji bo vê projeyê parve kir. Hakki Akdenîz diyar kir ku di temenê biçûk de ji welatê xwe çûye lê dilê wî her tim li Amedê bûye û ev tişt anî ziman: “Min li cîhanê serkeftinên girîng bidest xistin, rekor şikandin lê min xwest ku îmzeya xwe ya bingehîn ji bo ciwanên li vir biavêjim. Em ê piştgiriyê bidin ciwan û jinên ku dê perwerdeyê bibînin. Ez ji bo ciwanên ku di pêşerojê de werin Amerîkayê yan jî dixwazin karê xwe bikin, soza îstîhdam û derfetên kar didim.”
Piştî axaftinan jinên ku di atolyeya pîzzayan de cih girtine derketin ser dikê û sertîfîkayê xwe standin. Dû re beşdaranan ji bo vekirina atolyeyê kurdele birîn û bername bi serdana pêşangeha pîzzayên bi berhemên herêmî bi dawî bû.








