DTSO li gel Weqfa Mezopotamyayê dê nêzî 5 hezar têgehên Kurdî yên aboriyê berhev bike.
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ji bo bikaranîna Kurdî di warê aborî, bazarganî û cîhana karsaziyê de xurt bike, xebateke berfireh a termînolojiyê da destpêkirin. Bi protokola ku bi Weqfa Mezopotamyayê re hate îmzekirin, nêzî 5 hezar peyvên aboriyê wê li ser bingeha Kurdî (kurmancî) dest bê girtin û ligel zimanê Tirkî, Farsî, Erebî û Îngilîzî wê “Ferhenga Têgehên Aborî ya Kurdî” ya bi 5 zimanî bê amadekirin.
Ji aboriyê heta fînanse, ji hilberînê heta bazarganiyê bi hezaran têgehên ku cîhana karsaziyê bi kar tîne dê bi xebata akademîsyen û pisporên ziman, Kurdî bibe xwedî terminolojiyeke dewlemend. Bi xebata ku ferhengên aborî yên navneteweyî wê bêne lêkolînkirin, tê armanckirin ku Kurdî di jiyana aborî de bibe xwedî qadeke bikaranînê ya xurtir û standart.
‘Em dê termînolojiya Kurdî xurtir bikin’
Endamê Desteya Rêveberiyê yê Berpirsiyarê Xebatên Ziman û Çandê yê DTSOyê Farûk Korkmaz derbarê xebata termînolojiya aboriya bi Kurdî diyar kir ku zimanê Kurdî xwedî dîrok û çandeke dewlemende û wiha got: “Di roja me de jiyana aboriyê em dixwazin ku bi peyvên Kurdî dewlemendtir be. Aborî, bazirganî, hilberîn û di qadên din de em ê li gel pisporan nêzî 5 hezar peyvên Kurdî termînolojiyê zêde bikin. Pêşvebirina zimanekî, di her aliyê jiyanê de hilberîn û bikaranîna peyvan ve gengaz e.”













