Jinên ku banga bi sernavê ‘Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ îmze kirine, ragihandin ku dê di navbera 31ê Cotmehê û 1ê Mijdarê de li Enqereyê konferansa aştî û demokrasiyê li dar bixin.
Komek jin ku ji parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyenan pêk tê, li Beyogluya Stenbolê ji bo banga konferansa bi heman sernavê ‘Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ li dar bixin, li hev civiyan û civîna çapemeniyê li dar xistin.
Akademîsyen û siyasetmedar Fîlîz Kerestecîoglu axaftina vekirinê kir û 21ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Mirovên xwedî nasname û ramanên cûda dikarin bi hev re bi wekhevî û azad bijîn.”
Fîlîz Kerestecîoglu pirsên ‘Çima her çend em cûda bifikirin jî em nikarin biaxivin? Çima em nikarin bi rêzadarî bi hev re bijîn? Çima divê nasnameyên me nejîn û bibin gef? kir.
Di civînê de, metna bangê bi zimanê tirkî ji Jinên Misilman Zeynep Duygu Agbayir ve û ya Kurdî jî ji aliyê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojda Bedia Akkaya ve hate xwendin.
80 jinên di nav de tevgera jinan, siyaset, akademî, çand, huner û têkoşîna mafên mirovan cih digirin, daxuyaniyek hevpar bi sernavê ‘Em Bi Hev Re Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ weşandin. Jinan ragihand ku ew hedef dikin ku li Enqereyê di navbera 31ê Cotmehê û 1ê Mijdarê de konferanseke li dar bixin.
Mijarên sereke yên konferansê hatin rêzkirin
Di daxuyaniyê de mijarên sereke yên konferansê yên wek rola jinan di çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyeke mayînde de, têkoşîna civakî li dijî tundiya mêr-dewletê û têkoşîna hevpar a jinan ji bo pêşerojek wekhev û azad hatin rêzkirin.
Di metna bangê de jinan wiha gotin: “Di vê serdema ku ji bo bidawîkirina pevçûna bi dehan salan gav tên avêtin de, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi aştiyeke mayînde ji bo civaka me pirsgirêkek hebûnî ye. Beşdarbûna me hemûyan a wekhev di dîzaynkirina jiyana me ya hevpar de tenê bi têkoşînek hevpar mimkun e. Em, jinên ku hêza pêşde birina ya vê têkoşînê ne, em dixwazin ka em ê rewşa nû çawa binirxînin, em ê bi pratîkên xwe yên jiyanê çawa beşdarî pêvajoyê bibin û em ê çawa pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin, nîqaş bikin.”
Îmzevanên daxuyaniyê ev in:
Arzu Gamze Kilinç, Arzu Erdogan, Arzu Yilmaz, Ayla Akat Ata, Ayşe Berktay, Ayşe Gul Altinay, Ayşegul Devecîoglu, Bermal Kuçuk, Berrîn Sonmez, Besna Tosun, Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bîrsen Atakan, Buşra Ersanli, Canan Kaftancioglu, Ceren Onder Kandemîr, Ceren Salmanoglu, Çaglar Demîrel, Çîlem Kuçukkeleş, Dîlan Aydin, Ekîn Yeter, Eren Keskîn, Esra Mungan, Eylem Aktaş, Fatma Bostan Unsal, Fatma Gok, Ferda Fahrîoglu Akin, Feryal Oney, Fîlîz Kerestecîoglu, Fusun Demîrel, Fusun Ustel, Gozde Şeker, Guldestan Yuce, Guley Bor, Gulseren Onanç, Gulsum Elvan, Gulsum Kav, Gultan Kişanak, Gulten Kaya, Hadiye Yolcu, Hatîce Erbay, Huda Kaya, Husne Golbaşi, Işil Unal, Îlkay Akkaya, Julîde Kural, Mucella Yapici, Nadîre Mater, Nezahat Teke, Nîmet Tanrikulu, Nur Surer, Nurhayat Altun, Onur Butun, Oya Ersoy, Ozgur Sevgi Goral, Perva Înal, Pervîn Buldan, Pinar Aydinlar, Pinar Dînç, Rakel Dînk, Raziye Ozturk, Rojda Bedîa Akkaya, Rugeş Fîlîz, Rumeysa Çamderelî, Sebahat Tuncel, Selda Ozturk, Sema Kaygusuz, Sema Kiliçer, Sumeyye Kavuncu, Şebnem Korur Fîncanci, Şebnem Oguz, Tugçe Tatarî, Yakin Erturk, Yasemîn Ozgun, Yildiz Onen, Zelîha Burcu Acar, Zeynep AltiIok, Zeynep Duygu Agbayir, Zeynep Ocak û Zîlan Leventoglu.










