Malbatên ku erheja di 6ê Sibata 2023yan de mexdûrbûne, ji bo berpisên îxmalkar bên darizandin 9 roj in li ber Wezereta Dadê di nav çalakiya rûniştinê de ne û dixwazin bi wezîrê dadê re hevdîtinê bikin.
Platforma Malbatên li Pey Edaletê, têkildarî mexdûriyetên malbatên ku erheja di 6ê Sibata 2023an de dijîn, ev 9 roj in li ber Wezareta Dade çalakiya rûniştine pêk tînin. Endamên platformê û malbatên ku di erhejê de mexdûr bûne, çalakiyê didomînin. Daxwazên wan ew e ku berpisên îxmalkar bên darizandin. Ji ber vê yekê dixwazin derbarê mijarê de bi wezaretê re hevdîtinê bikin. Malbat li ber wezaretê weneyên kesên ku di erhejê de jiyana xwe dest dane raxistine. Pankarta li ser ‘Em tevkujî na edaletê dixwazin’ vekirine û nivîsên li ser ‘Edalet’, ‘Kujarên 6ê Sibatê çima derve ne’ û ‘Rewşa baş a tevkujiyan nabe’ rakirin.
Endama Platforma Malbatên li Pey Edaletê Alîn Ay li ser çalakî û daxwazên malbatan axivî.
‘Berbirsên avahiyên xirab rêk û pêk nayne darizandin’

Aylîn Ay anî ziman ku berpirsên îhmalkar ên ji bo avahiyan bi rêk û pêk nayên darizandin û wiha got: “Em 9 roj in li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştine li dar dixin. Li ser redheja 6ê Sibatê re 4 sal derbasbû lê ji bo gelek avahiyên di erdhejê de li ber îhmalkariyê xirabûn tu darizandin çênebûn. Ji bo darizandinên hatinkirin jî cezayên wek diyarî hatin dayîn. Ji bo bersûcên van dozan biryara girtinê nayê dayîn, ji ber vê jî ew kes dikarin fîrar bikin. Ji bo berpirsên peywirdar ên giştî jî biryara destûra lêpisînê nayê dayîn. An jî cezayên pir hindik tên dayîn. Em dixwazin berpirsên ku peywirdar ên giştî jî bên darizandin. Dozên ji bo maxdûriyetên erdhejê vebûne rêk û pêk bi rê ve naçe. Em her tim vî dibejîn edaleta derengmayî ne edalet e. Di wê erhejê de 53 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes winda ne û nayê zanîn ku cenazeyên wan li ku derê ne. Gelek mirov astengdar man. Em edaleta vê yekê dixwazin. Divê me şîna van kesan bigirta. Lê em li vir ji bo edalet pêk were çalakiyê lidardixin.”
‘Heta pêkhatina hevdîtina bi wezaretê re dê çalakî bidome’

Her wiha Aylîn Ay destnîşan kir ku heta daxwaza hevdîtinê bi wezaretê re neyê qebûlkirin dê çalakiya xwe 24 seatan bidomînin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Em dixwazin van daxwaz û maxdûriyetên xwe bigihînin Wezirê Dadê Akin Gurlek. Ji bo gelek avahiyan raporên ji bo erdhejê ne guncavê hene. Ew avahî çima ji bo erhejê nehatin amadekirin. Tirkiye herêmeke xetereya erhejê her tim lê heye ye. Ji bo canê me di bin erdê bêne derxistin em bi rojan bendê man. Em niha jî ji bo edaletê bendê ne. Divê amadekariyên ji bo erdhejê bên kirin. Em ji bo pêşaroja zarokên xwe jî li vir in. Ev 9 roj in li vir in û em her roj daxwaza hevdîtine dikin. Hê bersiveke şênber nedane me. Heta ku hevdîtin pêk were em ê 24 seatan li vir çalakiya xwe bidomînin.”













