Enqere – Mirina bi guman a peywirdarê berê yê MÎTê Kaşîf Kazînoglu di rêzafîlma Kurtlar Vadîsî Pusu de bû mijara nîqaşê. Ew rêzefîlm di bin bandora hêzên derveyî norm dewletê de weke JÎTEM, cemaet û mafyayê de maye. Pevçûna di navbera van hêzan de xwe dispêre rêzefîlmên bi vî rengî û naveroka wan. Afirandina hişmendiya civakê jî li ser van rêzefîlman tê teşekirin.
Lêpirsîna mirina bi guman a peywirdarê berê yê Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Kaşîf Kozînoglu didome. Kaşîf Kozînoglu ji ber doza Ergenekonê hatibû girtin û di girtigehê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku bûyera mirana Kaşîf Kozînoglu rêzefîlma “Kurtlar Vadîsî Pusu” de bûbû mijar, rêzefilmê hê guman kişandin ser xwe. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina Kozînoglû de senarîstên rêzefîlmê Racî Şaşmaz, Bahadir Ozdener û Cuneyt Aysan di 13ê Îlonê de îfade dan dozgeriyê. Her wiha Dozgeriya Sîlîvrîyê derbarê leşkerên taqawid Hasan Ataman û Hasan Attîlla Ugur ku hevalên girtigehê yê Kaşîf Kozînoglu bûn de biryara binçavkirinê da. Di heman demê de ji bo dozgerên ku dosyeya Ergenekonê bi rê ve birine û piştre jî ji lêpirsîna FETOyê de ji peywirê hatine dûrxistin Alî Îşgoren û Necip Dogan jî hatin binçavkirin.
Di vê bûyerê de yek jî tişta balkêş ew e ku hêzên dixwazin bandor li civakê bikin, bi rêzefîlman birdoziyên xwe derdixin pêş û xwe rewa dikin. Bi salane bi rêya wan rêzefîlman hêzên wek dewlet, cemaet û mafyayê xwe rewa dikin û hişmendiya civakê li gorî berjewendiyên xwe ava û teşe dikin.
Tê gotin ku Hasan Atîlla Ugur şewirmendiya Kurtlar Vadisi Pusu kiriye
Li gorî îfadeyên ku senarîstên rêzefîlma “Kurtlar Vadisi Pusu” dane Hasan Attîlla Ugur şêwirmendiya rêzafîlmê kiriye. Hasan Atîlla Ugur di Doza Qoserê de wek berpirsê kujerê 22 welatiyên Kurd û valakirinên gundan hatibû darizandin. Hasan Atîlla Ugur dema di navbera salên 1992-1996an de li Qoserê peywirdar bûyê wek berpirsê Tîma Kêr xebatên JÎTEMê kiriye. JÎTEMê li Kurdistanê bi hinceta “têkoşîna dijterorê” gelek bûyerên qirêj bi rê ve bir. Di rêzefîlmê de gelek mijar hene ku bi hişmendiya dewleta derveyî normê ve hatine nexşandin. Hasan Atîlla Ugur jî bi salan weke nûnertiya dewleta derveyî normê kiriye û xebatên tarî û qirêj kiriye û şewirmendiya rêzefîlmê kiriye. Mijarên ku bi vê rêzefîlmê girtine dest; bi piranî daxwaz û helwesta dewleta derveyî norm radixe ber çavan. Pirsa ku ew rêzefîlm van mijara çawa dizane di hişê temeşavana de cih digire. Weke di cihanê de jî rêzefîlma “Sîmsonan” bûyerên hê neqewimîne di nav senaryoyê xwe de cih didinê. Ew jî ji xwe re mereqa şewirmendiya van rêzefilman kê û kî dikin derdixe pêş.

Bandora rêzefilman û hêzên derveyî norm dewletê
Mirov dikare hêzên weke JÎTEM, cemaet û mafyayê derveyî norm dewletê penasê bike. Ev hêz çiqas di nav dewletê de ne, çiqas derveyî dewletê ne, ev yek dikare bê nîqaşkirin. Rastiyek heye ku ev hêz her tim dixwazin bandorê li ser civakê bikin û li gorî berjewendiyên xwe civakê dîzayn bikin. Ji bo van jî amûra herî bi hêz medya ye. Ev medya di navbera salên 1990î û 2000an de bi rêya televizyonan şerê taybet bi rê ve bir. Di televîzyonan de jî ji bo bandorkirina civake hêza herî bi bandor rezefîlm bûn. Di van salan de rêzefîlmên wek “Kurtlar Vadîsî, Tek Turkiye, Şefkat Tepe” û hwd. ji bo avakirina hişmendiya li gor berjewendiyên van hêzan amûrên girîng bûn. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê propagandayek bi hêz hate kirin. Ev yek jî zêdetir bi rêya Samanyolu TVyê ya ku giredayî terîqata Fetullah Gulen bû, li dijî Tevgera Azadiyê propagandeyeke qirêj hat kir. Cemaetê bi birdoziyeke olî ve li ser civakê bandoreke gelekî mezin hişt.
JÎTEM, FETO, Ergenekon û rêzefîlma Kurtlar Vadisi
Rêzefîlma “Kurtlar Vadisi” di sala 2003yan de dest bi weşandina beşên xwe kir û demeke dirêj bi guherîna navê xwe weşana xwe didomîne. Ew rêzefîlm mijarên xwe bi piranî li ser dewleta kûr û mafyayê digire. Piştre bi mudexaleyên cemaata Fetullah Gulen ve mijar û nêrina rêzefîlmê diguherê. Di serî de mijarên ku girtine dest bi nêrîneke wek dewleta kûr tê pênasekirin. Ji şewirmendiya senaryoya rêzefîlmê jî xwe dide der û Hasan Atîlla Ugur jî diyar dike ku rêzefîlm li gor rêbazên JÎTEM û mafyayê bikar tîne. Piştî doza Ergenekonê ev rewş diguhere û mudaxileyên cemaeta Fetullah Gulen ên li ser rêzefîlmê jî eşkere dibin. Di doza Kaşîf Kazînoglu û destgirtina mijara di rêzefîlmê de ya derbarê Kaşîf Kazînoglu jî vê yekê derdixe holê. Cemaeta Fetullah Gulen di nav dewletê de dixwaze bibe hêzêke sereke. Ew jî ji xwe re pevçûna di navbera hêzên nav dewletê de wek JÎTEM û mafya bikar tîne. Doza Ergenekonê li dijî hêzên derveyî norm dewletê ji aliyê kesên di bin bandora cemaeta Fetullah Gulen de ne tê birêvebirin. Ev yek di rêzefîlmê de jî bi mijara Kaşîf Kazînoglu bi eşkereyî xwe radixe ber çavan. Rêzefîlim heta astekî propagandayê hêzên wek JÎTEM û mafyayê dike û piştre jî bi mudaxileya cemaeta Fetullah Gulen, rêzefîlmê dikin bin bandora xwe.
Rêzefîlm û afirandina hişmendiya di nav civakê de
Wekî tê zanîn ku ji aliyê desthilatan ve li gorî berjewendiyên wan propaganda tiştekî herî girîng e. Ji bo vê jî amûra herî bikerhatî lingê medyayê ye. Bandora rêzefîlman a li ser civakê jî tê zanîn. Şer û pêvçûna di nav civakê de gelemperî bandora xwe ji van rêzefîlman digirin. Şer, çek, zîhniyeta zilamperest, bêehlaq, keseyata apolîtîk û takekesî ji van rêzefilman xwe belav dike û propagandaya van yekan tê kirin. Zêdebûna kuştina jinan, di dibistanan de qetilkirina xwendekaran û gelek bûyerên din bandora xwe ji van rêzefîlman digire. Xuyakirina zilamên dest çek û mafyakar li ser ciwanan badoreke mezin dike. Ciwan ji van kirinên nebaş teşeyê digirin û wek senaryoyên rêzefîlman tevdigerin. Bi salane bi rêya van rêzefîlman jî propagandaya li dijî Tevgera Azadiya Kurd jî tê kirin. Propagandayên bi vî rengî bandoreke mezin li ser daxwaz, tevger û hişmendiya civakê dike.












