Wan – Taxa Şûşanisê yê bi ser navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ve ev nêzî 30 sal in ji hemû xizmetan bêpar hatiye hiştin. Welatiyan gazinên xwe anîn ziman û dan zanîn ku daxwazên wan ên herî girîng gaza xwezayî, av, ceyran, rê û serwîsa zarokan e.
Li Wanê tevî 14 sal in bûye bajarê mezin jî, pirsgirêkên binesaziyê berdewam dikin. Li gelek tax û gundên girêdayî navçeyên navendî yên weke Rêya Armûşê, Tûşba û Artemêtan xizmetgûzarî lawaz e û welatî bi gazinc in. Li taxa Şûşanis (Kevenli) ku nêzî 30 sal in ava bûye û nêzî 7 hezar nifûsa wê heye; gaza xwezayî lê nîn e û xelkê taxê bi pirsgirêkên av û rê re rû bi rû mane. Gelek caran ji bo van kêmasiyan soz hatiye dayîn lê tu rayedar soza xwe neaniye cîh û pirsgirêkên welatiyan berdewam dike.
Şêniyên taxê ji bo me behsa pirsgirêkên xwe kirin û xwestin êdî dengê wan bê bihîstin.
‘Heta av jî li ser me tê birîn’
Nişteciha taxê Gûlîzer Sevînç anî ziman ku nêzî 25-30 sal in ew ji hemû xizmetên bingehîn ên jiyanê bêpar in û got: “Rê û servîsa dibistanê tune ye, zarokên me heta TOKÎyê bi peyatî diçin. Her sal dibêjin gaza xwezayî dê bê, lê nayê. Heta av jî li ser me tê birîn. Ew komira ji bo alîkariyê didin jî xirab e, kêrî tiştekî nayê. Gelek zehmetî heye. Daxwazên me yên herî girîng gaza xwezayî, av, ceyran, rê û servîsa zarokan e.”
‘Pirsgirêka avê gelek mezin e’
Şêniya taxê Zînet Akyûz ku nêzî 20 sal in li wir dijî, bal kişand ser pirsgirêka avê û da zanîn ku ew pirsgirêka avê gelek dikşînin. Zînet Akyuz wiha axivî: “Ava me jî tune ye. Dema em ji muxtar re dibêjin, dibêje ‘ne di destê min de ye, heta rê û şebeke neyê ev jî çênabe’. Di nava taxê de bîrên avê hatine kolan, bes ew jî neçareserî ye. Dibêjin gaza xwezayî dê bê lê ez nizanim ka dê çawa bibe. Baweriya me nemaye.”
‘Komir û êzing biha ne, daxwaza me gaza xwezayî ye’
Şêniya taxê Şerîfe Tograt jî behsa barê giran ê aboriyê û nebûna binesaziyê kir û wiha got: “Zivistanê em komira Ukraynayê dikirin, hindik jî alîkarî tê. Par tona komirê 11 hezar lîre bû, îsal bûye 13 hezar lîre. Tona daran-êzingan par 7 hezar bû, îsal bûye 10 hezar. Daxwaza me ew e ku gaza xwezayî û kanalîzasyon çêbibe. Ava me ya paqij nîne, hêj ava gund tê malên me. Zêdetirî heftiyekê ye borû anîne lê ji ber çêkirina rêya hawirdorê (çevre yolu) hêj av nedane.”
Beriya avê fatûra hat: 2 hezar û 500 lîre
Niştecihê taxê Samî Çavçav jî ku berî 21 salan ji Geverê koçî Şûşanis kiriye, nerazîbûna xwe ya li hemberî saziyan anî ziman û ev tişt got: “Rê, av û gaz tune ye. Muxtar dibêje dê van rojan bê. Fiyata komir û daran gelekî giran e, ya herî erzan 10 hezar e, ya baş heta 30-40 hezar lîre diçe. Ji me re gotin ‘aboneya xwe çêbikin em ê avê bidin’. Min abone çêkir, fatûre bi qasî 2 hezar û nîv hat lê hêj av tune ye. Piştî fatûre hat borû anîn, ew yek jî vala xuya dike. Daxwaza me ya bingehîn rê, av û gaz e.”
‘Zivistanê tevî nexweşan hemû di odeyekê de dimînin’
Zahîde An jî behsa zehmetiyên zivistanê kir û ev yek anî ziman: “Nêzî 12 sal in dibêjin ‘gaza xwezayî dê bê’ lê hêj nehatiye. Jiyana me gelekî zehmet e. Ji ber ku rê tune ye xebatan nakin. Nexweşên min hene, zivistanê em hemû tenê di odeyekê de soba daran datînin û li wir dimînin. Daxwaza min a lezgîn ew e ku demildest gaza xwezayî ji me re bê.”




















