Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê 17 salî Gokhan Ayvalik bi awayekî biguman li mala xwe mirî hate dîtin.
Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanê 17 salî yê bi navê Gokhan Ayvalik li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tîmên tendirustiyê sedema mirina ciwan weke guleya çekê destnîşan kiriye. Li gorî agahiyên ku hatine piştî malbat Gokhan Ayvalik li malê wisa dîtine agahî dane polîs û ekîbên tenduristiyê. Di kontrola ekîbên tenduristiyê de hate diyarkirin ku Gokhan bi guleya çekê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Gokhan ji bo otopsiyê şandin Newxweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.















