Komeleya ARSÎSAyê ya Erdîşê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyanî da û got: “Divê Kurdî ne derseke bijarte be, divê bibe zimanê perwerdehiyê.”
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya ARSÎSAyê ya Erdîşê, bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Zimanê me hebûna me ye”, “Kurdî dayîka me ye”, “Bê ziman jiyan nabe”, “Ziwanê min qedexe meke” û “Ma statuyê bi Kurdî wazenê” hilgirtin û pankarta “Bila Zimanê KURDî, Bibe Zimanê Fermî” hat vekirin.
Daxuyanî ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî û rêveberê ARSÎSAyê Mecît Sargut ve hat xwendin.
‘Zarok ji zimanê xwe bêpar in’
Mecît Sargut bi bîr xist ku milyonan zarok çûne dibistanan, zarokên Kurd dîsa bi pirsgirêka zimanê dayîkê re rû bi rû mane. Mecît Sargut destnîşan kir ku zarokên Kurd li dibistanan bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nabinîn.
‘Aştî bi wekheviyê dest pê dike’
Di berdewama daxuyaniyê de Mecît Sargut da zanîn ku mijara zimanê dayîkê bi aştî û wekheviyê ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha domand: “Aştî bi gotinan tenê nayê avakirin. Aştî bi gavên şênber, bi pejirandina mafan û bi avakirina baweriyê pêk tê. Heke em behsa aştiyê, çareseriyê û siberojeke hevpar dikin, divê astengiyên li pêşiya gotûbêjê bên rakirin û mafên zimanî bên pejirandin.”
‘Ziman bi xwe hebûn e’
Mecît Sargut anî ziman ku ziman rasterast bi nasname û hebûna civakî ve girêdayî ye û ev nirxandin kir: “Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman bi xwe hebûn e. Zarokekî 6-7 salî dema dest bi dibistanê dike û zimanê wî tê qedexekirin. Ew vê yekê, wek qedexekirina hebûna xwe, hîs dike. Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.”
‘Ne derseke bijarte, zimanê perwerdehiyê’
Mecît Sargut bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zi zimanê zikmakî û wiha derbirî: “Divê di vê sala nû ya xwendinê de Kurdî ne wek derseke bijarte, lê wek mafekî bingehîn û xwezayî bibe zimanê perwerdehiyê. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji bo pêşketina zanistî, hişî û civakî ya zarokan jêveneger e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.












