Di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî de, Platforma JÎNA diyar kir ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşeke civakî û siyasî ye ku sînorên Îranê derbas kiriye û bang li hemû jin û gelên azadîxwaz kir ku xurtkirina têkoşînê bidomînin.
Salvegera qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ku di 16ê Îlonê de tê bibîranîn, di xwepêşandanên li Îranê yên ku daxwaza azadî û edaletê dikin de xalek werçerxê nîşan dide û bandora wê di raya giştî de hem li hundir û hem jî li derveyî Îranê berdewam dike.
Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA) bi boneya salvegera çaremîn a kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û serhildana gelêrî ya piştî wê, daxuyaniyek weşand.
Platformê di daxuyaniyê de diyar kir ku çar sal di ser kuştina keçek Kurd li Seqizê re derbas bûye û wiha got: “Ew roj bû xala destpêkê ya şoreşek civakî û siyasî ku sînorên Îranê derbas kir û dengê azadiyê li seranserê cîhanê da bihîstin.”
‘Jin Jiyan Azadî’ dengê li dijî rejîma zextê ye
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê dirûşmeyek protestoyê ye, di heman demê de dengê serhildanek li dijî rejîmek e ku bi salan e bi rêya zext, cudakarî, darvekirin, bêdengkirina muxalefetê, girtin û binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn desthilatdariya xwe li ser civakê ava kiriye.
Platformê teqez kir ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li kolanên Kurdistanê derketiye holê û di demek kurt de, di navbera jin, xwendekar, karker, komên etnîkî û beşên cûda yên civakê de, di navbera her kesên ku jiyanek azad, dadperwer û bi rûmet dixwaze de, girêdanek bêhempa ava kiriye.
Di nava qeyran û zextan de berdewamiya berxwedanê
Platforma JÎNA da zanîn ku di salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de, Îran di serdemek nazik û dijwar re derbas dibe û wiha domand: “Bi qeyranek aborî ya girantir, lêçûnên jiyanê yên zêde û bêaramiya siyasî ya ji her demê bêtir belav bûyî. Di heman demê de, rayedar berdewam dengên nerazî tepeser dikin û çembera li dora jinan, çalakvanan û her kesê ku banga guhertinê dike, teng dikin.”
Roja pêşengiya jinên Kurd û hişmendiya azadiyê
Platforma JÎNA diyar kir ku ev serhildan ne tenê protestoyek li dijî serpoş û rêzikên cil û bergên mecbûrî bûye û wiha pê de çû: “Her wiha hewldanek cidî bû ji bo hilweşandina bingehên sîstemek ku hemû beşên civakê ji azadiyê bêpar dike. Ev serhildan hişmendiyek kûr di nav jinan de nîşan da û xalek werçerxê di dîroka têkoşîna jinên Kurd û gelê Îranê bi giştî de nîşan da. Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên vê serhildanê, rola jinên Kurd wekî hêzek pêşeng a li pişt serhildanek girseyî ya gelêrî bû ku alek sembola azadî, wekhevî û jiyanê ye hildigirt.”
Banga ji bo piştgiriya navneteweyî û mezinkirina têkoşînê
Platformê piştgirî da biryar û banga hevpeymaniya partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û ji gelên hişmend û azadîxwaz ên Kurdistanê xwest ku biryardariya xwe ya bêdawî ji bo berdewamiya şoreşê nîşanî civaka navneteweyî û rejîma dagirker bidin û bang li civaka sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin kir ku têkoşîna li dijî her cure zilm û neheqiyê bidomînin, yekîtiyê xurt bikin, zexta navneteweyî li ser rejîmê zêde bikin û kiryarên tepeserkirinê, darvekirin û girtinên neheq ên çalakvanan bi tundî şermezar bikin.
‘Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî nebûye’
Her wiha platformê bang li piştgiriya daxwazên rewa yên jinên Kurd û gelên bindest ên Îranê kir ji bo mîsogerkirina mafên wan ên bingehîn û azadiyên rastîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji nû ve piştrast dikin ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî nebûye. Ev serhildan di hişmendiya jinan de, di xwestekên wan ên ji bo azadiyê de, di xewnên wan ên edaletê û xwestekên wan ên ji bo guhertina civakî de berdewam dike.”












