• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

    Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

    Otomatik taslak

    E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz jî di nav de 39 kes hatin binçavkirin

    Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz jî di nav de 39 kes hatin binçavkirin

    ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    ROJEVA 15ê ÎLONA 2026an

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

    Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

    Otomatik taslak

    E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

    Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz jî di nav de 39 kes hatin binçavkirin

    Hevserokê SYKPê Mertcan Tîtîz jî di nav de 39 kes hatin binçavkirin

    ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    ROJEVA 15ê ÎLONA 2026an

    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

15 ÎLON 2026 - 10:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Cahît Beyhan (Yilmaz Cemşîd-Seyîd) di sala 1999an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di sala 2016an de jî şehîd dikeve. Dayika Cahît Kamîle Beyhan ku behsa kurê xwe kir, da zanîn ku mirov ji bo welatê xwe, mirovên xwe, axa xwe şehîd jî bikeve tiştek nabe, mirov neçar e.

Li Kurdistanê di salên 90î de dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên zextê yên li ser Tevgera Azadiya Kurd de dest bi şewitandina gundan dike. Di wê demê de nêzî 3 hezar gundên Kurdan tên şewitandin û gundî tên koçberkirin. Yek ji wan gundan gundê Ximsê yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê bû. Di salên 90î de leşkerên Tirk bi ser gund de digirin, gelek ji gundiyan dikujin û malên gundiyan dişewitînin. Ev gund, gundê endamê Tevgera Azadiya Kurdistanê Cahît Beyhan (Yilmaz Cemşîd) e. Dema gundê Cahît Beyhan tê şewitandin ew 14 salî bû û di serdegirtina gund de bavê xwe û apê xwe winda dike. Dewlet bav û apê wî û ji malbata dayika wî jî 3 kesan dikuje.

Cahît Beyhan ji kuştina bav û apê xwe gelek bi bandor dibe û di sala 1999an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Cahît Beyhan salên dû û dirêj têkoşînê dimeşîne û di sala 2016an de li Bedlîsê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Cahît Beyhan Kamîle Beyhan ji bo ajansa me behsa jiyana Cahît kir û bal kişand ser zehmetiyên ku malbatê ditiye.

Kamîle Beyhan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hevjînê wê dema tê kuştin 33 salî bûye û diyar kir ku ew û 6 zarokên xwe neçarî koçberiyê bûne. Kamîle Beyhan da zanîn ku zilmeke mezin li wan hatiye kirin û wiha got: “Seyîd di zarokatiya xwe de jî gelekî zana bû, ew qet neçû dibistanê jî. Dema bavê Seyîd şehîd ket, ew 14 salî bû. Piştî şehadeta bavê xwe Seyîd hê bêtir girêdayî partiyê bû. Ji 10 saliya xwe heta ku hat 17 saliya xwe, rojekê jî ji min re negot dayê goreya min bişo, karê xwe bi xwe dikir. Li ser birayên xwe jî pir radiwestiya. Piştî ku gund hat valakirin, me koçî Stenbolê kir. Bavê Seyîd, apê wî û 3 kes jî ji malbata min kuştin. Ev ne mirovahî ye, zilm e. Zarokên min biçûk bûn, min zarokên xwe girtin û ez çûm Stenbolê. Seyîd li Stenbolê jî dixebitî û li me dinêrî.”

‘Mirov ji bo welatê xwe şehîd jî dikeve’

Kamîle Beyhan behsa tevlibûna Cahît a di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê kir û da zanîn ku wê 16 salan kurê xwe qet nedît. Kamîle Beyhan diyar kir ku carna bi rêya telefonê wan diaxivî û wiha pê de çû: “Mît û ajanan Seyîd da kuştin, dema ku şehîd ket 36 salî bû. Ev kesên ku diçin wê derê yan dê şehîd bibe yan jî dê şer bike. Mirov ji bo welatê xwe, mirovên xwe, axa xwe şehîd jî bikeve tiştek nabe, mirov mecbur e. Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî dê şehîd bikeve. Seyît pir hevalparêz bû, qabîliyeta wî pir hebû; dema ku Seyît xeber dida kesî nikaribû bersiva wî bide.”

‘Erd û ezman ji bo Seyîd qîje qîjê dikin’

Bi domdarî Kamîle Beyhan destnişan kir ku ew herêma ku Seyîd lê dima tevahî cerdevan bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cerdevanan agahî dida û digotin ku bila Seyîd ji wan deran biçe, ew der di bin çavdêriya dewletê de ye. Dema ku Seyîd şehîd ket, ew cerdevan jî ji bo Seyîd digriyan, ewqas mirovek hêja bû. Xelk bi tenê ji bo ku Seyîd bibînin ji bajarên cûda dihatin. Dema ku Seyîd şehîd ket, şahî kete nav dewletê. Heta ku bû êvar cenazeyê me nedan me, piştî ku cenaze dan, hemû ceyrana gundê me birîn, me Seyîd bir gundê xizmên xwe. Wê rojê baran zêde dibariya. Ez çûm ku Seyîd bibînim, zilamek li wê derê bû, got ‘Erd û ezman ji bo Seyîd qîje qîjê dikin’. Seyîd ewqas mirovekî hêja bû.”

Ji ber tirsa xerakirinê, gora Cahît nehatiye çêkirin

Kamîle Beyhan da zanîn ku gora Cahît heye, lê ji bo leşker xera nekin wan çênekiriye û wiha domand: “Çawa Seyîd şehîd ket min ji kurê xwe re got ‘Em êvarê neveşêrin, em sibê li gundê xwe veşêrin. Em ê bihêlin mizgeftê, bila vê êvarê bibe mêvanê me.’ Kurê min jî got gelek hevalên Seyîd hatine ku tev li merasîma veşartinê bibin. Hevalên wî jî gotin ‘Em ê veşêrin paşê herin, heke bimîne ji bo sibê dibe ku dewlet bi ser me de bigire. Ji bo xatirê hevalên wî me Seyîd li wir veşart. Dewlet çend caran çû gundê jêr gora wî pirsîn, me hîna jî gora wî çênekiriye, em ji çêkirinê ditirsin. Me çênekir ku ew destên xwe yên qirêj lê nedin.”

‘Baweriya me bi Rêberê me heye’

Di dawiya axaftina xwe de Kamîle Beyhan dest nişan kir ku ew dixwazin aştî pêk bê û gelê Kurd bigihêje mafên xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêvî dikim hemû dayik bigihêjin zarokên xwe û hev hembêz bikin. Baweriya me bi Rêberê me û bi gelê me heye, lê baweriya me bi dewleta Tirkiyeyê tune ye. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, navê wê kirin Tirkiyeya bê teror. Wan bi hezaran gundên Kurdan vala kirin û xerakirin, wan hezaran zarokên Kurd bê dayik û bê bav hêlan. (Di rastiyê de teror ew in.) Me çi kiriye, me gundê kesî xerab nekiriye, mala kesî xerab nekiriye, me kes nekuştiye. Em daxwaza zimanê xwe, nasnameya xwe, maf û hiqûqê xwe dikin. Em jî naxwazin millet û zarokên wan bimirin. Bav û dayikên wan jî hene. Em ji bo aşitiyê têkoşînê dikin, ne ji bo xwînê. Di vê pêvajoyê de em vê dibêjin; baweriya me ji bo Rêberê me, gelê me û ji bo me heye. Em ji vê pêvajoyê pir bi hêvî ne, lê baweriya me bi dewleta Tirkiyeyê nayê.”

Etîket: Cahît BeyhanKamîle BeyhanSeyîdYilmaz Cemşîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne