• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    ROJEVA 14ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    ROJEVA 14ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

Abdullah Esen / AW

14 ÎLON 2026 - 10:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Malbatên Şehîdan ên Sêrtî yên navê zarokên wan nû hatine eşkerekirin ku anîn ziman ku gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê berdelên giran dan û wiha gotin: “Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî.

Bi rojan e ku li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê navên bi gelek gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên ku di dîrok û cihên cuda de şehîd ketine hatin eşkerekirin. Ji gelek bajaran sed hezaran malbat, partiyên siyasî, saziyên sivîl, û welatî serdana şîn û bîranînan kirin. Malbatên Şehîdan yên Sêrtê yên navên wan nû hatine eşkerekirin axivîn.

‘Em bi şehîda xwe ser bilind in’

Dayîka Raperînê (Sema Ogûz) Riha Ogûz anî ziman ku keça wan ne tenê şehîda wan, şehîda hemû gelê Kurd e û wiha got: “Serê Serokatiya me, serê gerîlayên serê çiya û serê gelê Kurd sax be. Em bi wê ser bilind in. Em ê ji vê dozê ji paş ve gavê neavêjin. Em di nav de ne û em ê her di nav de bin. Heta yek nuqte xwîn di laşê me de hebe em ê dev ji doza xwe bernedin. Em ji vê dozê razî ne, em pê serbest û serfiraz in.”

‘Hemû şehîd şehîdên me ne’

Bavê Kahraman Botan (Dundar Kara), Kamûran Kara wiha hestên xwe parve kirin: “Pêşî serê hemû malbatan sax be, hemû şehîd, şehîdên me ne. Em di vê dozê de serbilind in. Me weke malbatên şehîdan dixwest ku bi saxî û silamet bihatana. Me dixwest ew me bibînin û em jî wan bibinin. Lê mixabin çênebû şehîd ketin.”

‘Em bi hêvî ne ku ew ê ji bo pêşeroja me bibin ronahî’

Ji malbata şehîd Ahmet Aktaş ê tev li bîranînan bûye bilêv kir ku ew têkoşîna tê domandin gelek rast û pîroz dibînin û wiha axivî: “Di heman demê de ji bo tifaqa malbatên şehîdan jî gelek baş e. Em dixwazin heq, hiqûq û mafê Kurdan jî bê qebûlkirin. Me ew qas şehîd û kedeke mezin da, daxwaziya me ew e ku vê keda şehîdan bibe ronahiyek ji bo azadiya gelê Kurd. Şehîd kedeke mezin da û canê xwe feda kirin lê em têkoşîneke layîqê wan nadin meşandin. Tevî ku me ew qas berdêl dane, em hê jî dibêjin aştî û biratî û selahet. Bila ne dayîkên Kurdan, ne yên Ereban û ne jî yên Tirkan bigirin û bila xweşî û edalet çêbibe. Em hemû mirov in divê em bi hev re bijîn. Bi hezar salan e ku em bi hev re dijîn, her tim Kurdan ji miletên dinê re fedakarî kirine. Em ê tu carî van şehîdên xwe, egîdên xwe û xweşmêrên xwe ji bîr nekin.”

‘Em dixwazin aştiyeke mayînde û xweşî çêbibe’

Dayîka Zinar Osyan (Firat Babat), Zarîfe Babat bal kişand ser girîngiya têkoşîna domdar û wiha got: “Ne kurê min bi tenê ye, kurê hemû Kurdistanê ye. Ew hemû şehîdên me ne. Serê me û yê hemû welatparêzan sax be. Heta ku em sax bin, em ê di nava vê dozê de bin. Ji roja ku me xwe nas kiriye, em di nava vê dozê de ne û dê dev ji doza xwe bernadin. Dilê me diêşe, em naxwazin dilê tu kesî biêşê. Em dixwazin aştiyeke mayînde û xweşî çêbe.”

‘Em dixwazin li ser axa xwe bijîn’

Xizma şehîdan Sumeye Akkoyûn destnîşan kir ku her şehîd, şehîdê tevahiya welat e û wiha got: “Şehîd şehîdên me hemûyan e. Em naxwazin ku êdî xwîn bê rijandin, bes e. Em aştiyê, selahetê, biratiyê û mirovatiyê dixwazin. Bes e. Êdî bila hêsirên çavên dayîkan nerijin. Ew jî bisilman in, em jî bisilman in. Ma dê hemû dinya ji we re be? Em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

‘Bila êdî tu kes neyê kuştin’

Dayika Koçerîn Dîlanê (Mahrûfe Aktaş) Ayşe Aktaş jî ev tişt gotin: “Em aştiyê, selahetê û edaletê dixwezin. Em naxwazin êdî dilê tu dayîkan bişewite û dayîk bigirîn. Bila êdî tu kes neyê kuştin.”

Etîket: Ahmet AktaşAyşe AktaşKamûran KaraMalbaten ŞehîdanRiha OgûzSumeye AkkoyûnZarîfe Babat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Parêzgerê Hesekê Ehmed cejin li pakrewangehê pêwazî kir

20 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026
Wêneyek 42 sal berê yê Ocalan û Aktaş

Wêneyek 42 sal berê yê Ocalan û Aktaş

16 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne