Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê qetikirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û mirina welatiyên di zindana Kobanê de şermezar kir û wiha got: “Di qonaxeke ewqas nazik a pêvajoyê de, her bûyerek dikare bibe zemînek ji bo provokasyonan. Berpirsyariya hevpar a her kesî ye ku pêşî li çêbûna zemîneke wisa bigire.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê têkildarî qetilkirina şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şeyhmus Heso) û xwepêşandanên gel li Kobanê daxuyaniyeke niviskî da.
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de qetilkirina Sîpan Hiznî û mirina welatiyên di zindana Kobanê de şermezar kir û wiha got: “Em ji ber van windahiyên êşbar pir xemgîn in. Em sersaxiyê li malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û li gelê Rojava dikin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Sîpan Hiznî di qonaxeke hesas a pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de hat qetilkirin. Ev qetilkirin û awayê êrişa li ser girtîgehê, provokasyoneke eşkere ye. Qetilkirina Sîpan Hiznî û êrişa li ser Girtîgeha Kobaniyê divê bi hûrgilî bên lêkolînkirin. Divê demildest sedema mirinan bê eşkerekirin, bêyî tu ciyawaziya meqam û rutbeyê divê berpirsyar bên tesbîtkirin. Em bawer dikin ku vekişîna hêzên ewlehiyê yên ji Helebê ber bi Kobaniyê ve hatine bicihkirin, dê pêşî li zêdebûna rageşiyê bigire. Divê rejîma Şamê xwe ji destwerdanên ku rewşê hîn bêtir aloz dikin dûr bigire. Divê berteka demokratîk a gelê Rojava bi êrişan neyê bersivandin; divê nêzîkatiyek were pejirandin ku rageşiya civakî kêm bike, ne ku zêde bike. Di qonaxeke ewqas nazik a pêvajoyê de, her bûyerek dikare bibe zemînek ji bo provokasyonan. Berpirsyariya hevpar a her kesî ye ku pêşî li çêbûna zemîneke wisa bigire.”













