Li bajarên Serhedê Bedlîs, Qers, Îdir, Agirî û Erziromê bîranînên ji bo şehîdan tên lidarxistin, di roja 2yemîn de didomin. Li Êlihê jî dê bîranîn îro bi dawî bibe.
Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li Qersê, Îdirê, navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûsê yên Erziromê di roja duyemîn de bi serdanên girseyî didome. Li Êlihê jî bernameya bîranînê di roja sêyemîn de didome û dê îro bi dawî bibe. Di bîranînan de wêneyên şehîdan hatine bicîhkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqandin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî bîranîna bûn.
Bernameya bîranînê di roja xwe ya 2’yemîn de jî bi beşdariyeke xurt didome.

AGIRÎ
Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, bernameya bîranînê ya ji bo kesên di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja 2yemîn de dewam dike. Bîranîn li Bazîdê li Mala Sersaxiyê ya Mudur Aras, li Panosê jî li Mala Sersaxiyê ya Goristanê tên lidarxistin. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Dayikên Aştiyê, parlamenterên Agiriyê yên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajêr û gelek kes beşdarî bîranînan bûn.
Di bîranînan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd namirin” hatin daliqandin.

QERS
Li Qersê bîranîna ku ji bo kesên di dîrok û cihên cuda de di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de didome. Bîranîn li avahiya DEM Partiyê ya Qersê tê lidarxisin û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li bûn.
Li salona ku bîranîn lê hat lidarxistin wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd namirin” hatin daliqandin.
Bernameya bîranînê bi serdanên girseyî didome.

ERZIROM
Li navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûs ên Erziromê jî bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome. Di bernameyan de dirûşma “Şehîd namirin” bê navber tê berzkirin û ji bo şehîdan dia tên xwendin. Tevî parlementerên DEM Partiyê, Hevberdevka HDPê Meral Daniş Beştaş, alîkarê hevserokên giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz û nûnerên saziyên sivîl tev li bîranînan dibin.

ÎDIR
Bernameya bîranînê ya 3 rojan a ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Îdirê hatibû danîn, piştî peyamên domandina têkoşînê bi dawî bû.
Li mala sersaxiyê ya li taxa Ozgurê ya Îdirê bernameya bîranînê ya 3 rojan a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû. Di nava sê rojan de bi hezaran kes serdana bernameyê kirin.
Li eywana bîranînê ya ku bi beşdariya piranî jin û ciwanan hat lidarxistin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn. Postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd Namirin” hatin daliqandin. Welatiyên hatin bîranînê, sersaxî ji malbatan re xwestin û piştevaniya xwe nîşan dan.
Di roja dawî ya bîranînê de jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, li ser jiyan û têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane sînevîzyon hat nîşandan.
Bernameya bîranînê ya sê rojan bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ÊLIH
Li Êlihê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) gerîlayên ku di dîrok li cuda di têkoşîna Azadiya Kurd de şehîd ketine di roja sêyemîn de tên bibîranîn. Bîranîn di saetên sibehê de li Eywana Dawetê ya Vûralê ya li Taxa Pazaryeriyê bi tevlibûna malbatên gerîlayan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û gelek welatî dest pê kir. Li eywanê ligel posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên kesk û sor û zer hatin daliqandin. Wêneyên gerîlayan li ser maseyan hatin danîn.
Her wiha li eywanê pankartên bi nivîsên “Şehîdên me sedema jiyana me ne”, “Cewherê jiyana me şehîdên me ne”, “Rabin silav bikin ew cangoriyên welat in” û “Bi keda we ye, ey şehîd hûn ê her hebin” hatin daliqandin.
Dê bernameya bîranînê saet di 17:00an de bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bibe.

Galeriya wêneyan:





























