Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe yekser bigihîne raya giştî û got: “Pêvajoya ku bi azadiya Rêber Apo temam nebe, nikare bi encam bibe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû derbarê geşedanên dawî yên siyasî, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bersiv da pirsên Medya Haberê yên. Pirs û bersivê hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re wiha ne:
“* Li Kurdistan û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan dewam dike. Ev xwedî derketina gel ji me re çi dibêje?
7ê Îlonê Kemal, Hayrî, Akîf û hevalên din şehîd bûn, berxwedêrên 14ê Tîrmehê. Ez wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî şehadeta wan, di dîroka Kurdistanê de bi roleke pir girîng rabûye. Sembola berxwedana zindanê ye. Berxwedana zindanê jî zemînê pêvajoya 15ê Tebaxê ava kiriye. Felsefeya jiyan û têkoşîna wan bûye felsefeya jiyan û têkoşînê ya şervanên azadiyê yên gelê Kurd. Ev felsefeya jiyan û têkoşînê jî, têkoşîna me ya azadiyê heta roja îro aniye. Di vî alî de helbet em ê her tim wan bi bîr bînin. Em ê hewl bidin bibin layiqê bîranînên wan.
Di vê meha Îlonê de li Amedê bûyereke pir trajîk qewimî. Li korîdorên zindana bi hejmar 5 a Amedê, 10 heval bi kalasên hesin û bizmar ji serê xwe derbe xwarin û hatin qetilkirin. Ez wan jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Vê berxwedanê nîşan da ku ew di nava berxwedan û sekneke çawa de ne. Ji ber sekin û berxwedana xwe hatin qetilkirin, serê wan hevalan hate parçekirin. Em ê ti carî wan ji bîr nekin. Em ê her tim wan bi bîr bînin.
Helbet di van rojan de şehîd tên bîranîn. Xwedî derketineke mezin a gel çêbû. Em wan jî car din bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Bi taybetî di vê pêvajoyê de lidar xistina van bîranînan, xwedî derketina gel û malbatên me yên şehîdan, di esas de bû sekin û helwesta xwedî derketina li pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin. Di vî alî de roleke girîng a van bîranînên şehîdan çêbû. Bi rastî jî di hemû bîranînan de gelê me û malbatên şehîdan nîşan da ku ew dixwazin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê bi encam bibe. Dibêjin, bi vî rengî ev şehadet wê hîn zêdetir bi wate bibin. Em jî li ser vê esasê dixwazin pêvajoyê bigihînin encamekê. Jixwe Rêber Apo dema ev pêvajo da destpêkirin û di demên berê de jî, timî gotiye ku ew ji bo bicihanîna xeyal û hesreta şehîdan serî li vê rêbaza çareseriyê daye. Niha jî Rêber Apo ji bo bicihanîna hesreta şehîdan, pêvajoyeke wiha da destpêkirin. Em dixwazin vê pêvajoyê bigihînin encamê. Bi têkoşîna gel û bi xwedî derketina gel em dixwazin bigihînin encamê. Bê guman ev pêvajo hêsan nîne. Çareseriya pirsgirêkek sedsalî, di vî alî de têkoşîn û nîqaşa vê pêvajoya çareseriyê dewam dike.
Siyasetmedar û welatparêzê hêja Şaredarê Agiriyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ez ji malbata wî û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim.
* 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Neteweyî hate lidarxistin. Tevlîbûna festîvalê pir bi coş û mezin bû. Gelo we şopand, eger we şopandibe em dixwazin nêrînên we bigirin.
Belê, bi qismî me şopand. Di rêjeyeke girîng de me şopand. Bi rastî jî tevlîbûn pir zêde bû. Li gorî sala borî, pir baş bû. Jixwe îsal ev festîval diyarî şehîdan hate kirin. Bi vî rengî gelê me bi tevlîbûna xwe xwedî li şehîdan û hesretên wan jî derket. Ev tevlîbûna xurt a gelê me di heman demê de bû xwedî derketina xurt a ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Ev xwedî derketina gelê me hêzeke mezin dide Rêber Apo ku dixwaze Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne serketinê. Ev yek peyama “rastiyeke Kurd heye, divê çareserî jê re were dîtin” dide dewleta Tirk. Di vî alî de ev festîval girîng bû. Em di van festîvalan de dibînin ku gelê Kurd di encama têkoşîneke zêdeyî 50 salan de, çawa bi xurtî li ser piyan maye. Festîvalên wiha girîng in. Bi rastî jî êdî gelê me xwedî li nasname û çanda xwe derdikeve. Ev eşkere ye yanî. Êdî evqasê xurt pêşketina van festîvalan, li her derê lidarxistina merasîmên wiha, bi rengê xwedî derketina li ziman, çand û nasnameya Kurdî nîşan daye ku têkoşîna şehîdên me encamên girîng derxistiye holê. Ji vî alî ve em kesên ku ev festîval organîze kirine, pîroz dikin. Bi rastî jî bû festîvaleke baş.
* Piştî 10ê Tebaxê qanûna çarçoveyê li Meclîsê derbas bû, çav li desteyên hatine avakirin e. Di vê çarçoveyê de têkildarî qonaxa ku em gihiştinê hûn dikarin çi ji me re bêjin?
Bê guman, qanûna li Meclîsê derket, derbasbûna qonaxeke nû îfade dikir. Helbet me ev qanûn rexne kir, me nebesî û kêmasiyên wê nîşan da. Lê belê têkildarî pirsgirêka Kurd derxistina qanûneke wiha ya ji aliyê Meclîsê ve, girîng e. Erê behsa pirsgirêka Kurd nekir, lê her kes jî dizane ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkildarî pirsgirêka Kurd e. Dema li Meclîsê qanûn derket, hemû partiyan nirxandin kir. Cara ewilî bi derketina qanûnê re evqasê behsa pirsgirêka Kurd kirin. Girêdana pirsgirêka Kurd a bi demokratîkbûnê re nîşan dan. Di vî alî de bû destpêkek. Ev di rastiyê de ji bo dewleta Tirk û Meclîsê jî, destpêkek e. Ya ji vir û şûnde jî wê were.
Jixwe rayedarên hikûmetê jî îfade kirin ku wê piştî qebûlkirina vê qanûnê jî gav bên avêtin. Jixwe di asteke girîng de bi dengên zêde hate qebûlkirin. Ev tê wê wateyê ku civaka Tirkiyeyê jî destekê dide vê qanûnê. Dibêjin ya meclîs nûneriya civaka Tirkiyeyê dike, di vê çarçoveyê de dema mirov lê dinêre piştgirî tê dîtin. Niha helbet qanûn derket, eger destpêkek be divê weke destpêkekê were dîtin. Yanî divê gavên nû bên avêtin, divê ev destpêk pêşde biçe. Yan pirsgirêk tenê li ser esasê çek danînê nirxandin, wê demê ev qanûn weke destpêkek nayê dîtin; li Meclîsê evqasê behsa demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin, wê demê dê helwesteke ne li gorî ruh, mantiq û nêzîkatiya nîqaşên li Meclîsê be. Ji vî alî ve erê çekdanîn jî parçeyekî pêvajoyê ye, jixwe me biryara rawestandina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê da, lê belê tenê wisa îfadekirin û tenê wisa nîşan dayîn, kêm dimîne.
Ya din jî qanûn derket helbet, ev qanûn tenê aliyekê eleqeder nake, me ji nêz ve eleqeder dike. Qanûneke rasterast têkildarî me ye. Di vî alî de helbet mijarên bên nîqaşkirin, hene. Qanûn me eleqeder dike. Hemû hevalên me yên di bin rêveberiya me de eleqeder dike. Lê Rêber Apo û hejmareke girîng hevalên me yên rêveberiyê, di vê qanûnê de nînin. Ev bi rastî jî pirsgirêkek e. Di vî alî de helbet ev qanûn destpêk e. Piştî vê qanûnê divê gavên diyarkirî bên avêtin, lê belê tenê wisa dogmatîk û bi feraseta ewlehîparêz nêzbûn şaş e. Nêzîkatiya ewlehîparêz dem bi dem pir derdikeve pêş. Yanî wisa nabe. Jixwe ji ber vê nêzîkatiya ewlehîparêz ev pirsgirêk çareser nebû, encam nehat girtin. Hate xwestin pêvajoyên wiha bên pêşxistin, lê di encamê de dîsa ji ber ku “polîtîkaya ewlehîparêz, em ê biçewisînin, zext lê bikin” derket pêş, heta roja îro dirêj kir. Ji vî alî ve qonaxeke nû ye, vekirî ye yanî. Dewleta Tirk jî karakterê vê pêvajoyê dizane, em jî dizanin, hêzên demokrasiyê jî dizanin. Em bawer dikin ku her kes wê li gorî karakterê vê pêvajoyê, ji bo pêşketina pêvajoyê wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê mirov wiha nêz bibe. Yanî tenê nêzîkatiya “çekdanîn û eger ev nebe nabe” raberkirin şaş e. Erê nîqaşa çekdanînê heye, lê rêbazê wê dê çawa be, wê girêdana vê ya bi demokratîkbûnê re çawa be, evane pir girîng in. Yan wê pirsgirêk derkevin holê. Nêzî 2 sal in tê nîqaşkirin, em bawer dikin ku desteyên hatine avakirin wê bixebitin, ev deste jî wê ji bo çareseriya pirsgirêkê bikevin hewldanê. Yanî wê tenê di nava nêzîkatiyeke çekdanînê de nebin. Ji ber ku her kes dizane pêvajo ne tenê ev e. Yên qanûn derxistine jî vê dizanin, deste jî dizanin, Alîkarê Serokkomar ew jî dizanin. Di vî alî de êdî bi demê re mijara pêşketina vê pêvajoyê, wê bi nîqaşan pêk were, helbet di navenda van nîqaşan de Rêber Apo heye. Dema me PKK fesix kir, têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir û stratejiya têkoşîna siyaseta demokratîk pejirand, me got, Rêber Apo wê vê pêvajoyê bimeşîne. Wê di înîsiyatîf û kontrola Rêber Apo de be. Rewşeke têkildarî bi milyonan mirovan û têkoşîna bi salan e. Teqez em bi biryar in ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi pêş ve bibin, têkildarî vê yekê helwesta me zelal e, lê helbet pratîkbûna bi nîqaşkirinê divê were kirin.
* Bi qanûna çarçoveyê re dihat payîn ku çûn û hatinên li Îmraliyê zêde bibin. Em dibînin ku têkildarî vê yekê ti geşedan nîne. Gelo hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Li Îmraliyê erê, hevdîtin hatin kirin. Piştî vê qanûnê, wê di rewşa Rêber Apo de guhertin hatiba kirin. Wê bi çapemeniyê re, bi rewşenbîran re hevdîtin kiriba. Wê peywendiyên bi tevgera me re pêş ketiban. Qanûn derket, divê êdî bikeve pratîkê. Ev ne asta nîqaşê ye yanî. Berê nîqaş hatin kirin. Lê niha qonaxa pratîkkirinê ye. Divê Rêber Apo bixwe yekser bikeve dewrê, bang li civaka Tirkiyeyê bike. Divê fikrên xwe bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re parve bike. Ji ber ku ev pirsgirêka Tirkiyeyê ye yanî. Ne pirsgirêka partiyeke siyasî ye. Ev pêvajoyeke dîrokî ye, civakê eleqeder dike, qada siyasî eleqeder dike. Lewma pêvajo divê li gorî berê hîn zelaltir pêşde biçe.
Divê nêrînên Rêbertî bi eşkere bigihijin raya giştî. Niha dema Rêbertî bi çapemenî, rewşenbîr, derdorên demokratîk û hêzên siyasî re hevdîtinê neke, spekulasyonên cur be cur derdikevin holê. Provokasyonên dijberên pêvajoyê derdikevin holê. Derbarê Rêbertî spekulasyon tên kirin. Têkildarî nirxandinên Rêbertî spekulasyon tên kirin. Ji bo astengkirina vê yekê, divê hevdîtin bi Rêbertî re pêk bên. Hikûmet divê vê yekê pêk bîne. Ji bo astengkirina spekulasyonan, divê hevdîtinên bi Rêbertî re zêde bibin. Divê hevdîtinên me jî çêbibin. Divê piştî qanûnê ev pêk hatiban, ev bû mehek, dereng xistin heye. Divê ev were derbaskirin. Wê pêvajo çawa pêş bikeve? Behs tê kirin ku divê pêvajo pêş bikeve, herî dawî Serokkomar Erdogan jî tiştek wisa got. Me jî timî digot, em dixwazin pêvajo pêş bikeve. Lê belê wê wisa çawa pêvajo pêş bikeve? Tenê bi gotin pêvajo pêş nakeve. Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê rewş û nêzîkatiyên nû derkevin holê. Ji vane ya herî girîng jî ew e ku Rêbertî bikeve dewrê û bi gelek derdoran re bikare hevdîtinê bike.
* Têkildarî vê mijarê Rêber Abdullah Ocalan xwedî cihekî girîng e. Ji destpêka pêvajoyê ve hîna mafê hêviyê neketiye dewrê. Bêyî vê yekê, pêvajo wê çiqasê ber bi pêş ve biçe?
Bi rastî jî divê mirov rastiyê deyne holê. Devlet Bahçelî bang kir. Rêber Apo bersiva banga Bahçelî da. Ew bang bêbersiv nehişt. Di banga xwe de got, bila heta dawiyê ji mafê hêviyê sûd werbigire. Devlet Bahçelî ev yek got. Dîsa piştre jî Devlet Bahçelî ev yek dubare kir. Devlet Bahçelî dema van tiştan dibêje, em ji desthilatdariyê serbixwe nanirxînin. Bi Erdogan re dicivin, nêrînan parve dikin. Ev mijareke pir girîng e. Mijara herî esas a Tirkiyeyê ye. Demîrel digot pirsgirêka hezar salî, li gorî xwe weke belaya hezar salî nirxand.
Niha Erdogan û Devlet Bahçelî ma wê çi hevdîtinê bikin, helbet wê vê mijarê nîqaş bikin. Niha pirsgirêka Kurd pirsgirêka esas a Tirkiyeyê ye. Rehmetî Adnan Menderes beriya were darvekirin, di dema darizandinê de jê pirs dikin: “Pirsgirêka herî esas a Tirkiyeyê çiye?” Adnan Menderes dibêje: “Pirsgirêka Kurd e.” Rayedarên dewleta Tirk hemû vê yekê dizanin. Devlet Bahçelî û Erdogan dizanin ku ev pirsgirêk girîng e. Dizanin ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye.
Gelê Kurd pir girêdayî Rêber Apo ye. Li Tirkiyeyê evqasê li dijî wî propaganda hate kirin, şerê taybet hate meşandin. Li cîhanê ev yek hate meşandin. Hate xwestin ku têkiliya navbera Rêber Apo û gelê Kurd qut bikin. Bi komploya navneteweyî re xwestin Rêber Apo bêbandor bikin. Lê belê ev yek pêk nehat. Berevajî, piştî komploya navneteweyî bandora Rêber Apo ya li ser gel hîn mezintir bû.
Ji vî alî ve divê şert û mercên rewşa Rêber Apo bên guhertin, bikare bi azad bixebite û bijî. Divê destpêkê evane pêk bên û evane bi azadiya Rêbertî temam bibin. Pêvajoyeke ku bi azadiya Rêbertî temam nebe, encam nabîne. Ev teqez e. Eger ev pêvajo bi encam bibe, wê bi azadiya Rêber Apo encam bibe. Divê her kes vê bizane. Helbet demê vê tê nîqaşkirin. Me têkildarî vê yekê bang kir, banga gelê me heye. Divê weke pêdiviya vê pêvajoyê Rêbertî azad bibe.
Eger Rêber Apo bikare bi azad bixebite, wê pêvajo ber bi pêş ve biçe. Serketin û pêşketina vê pêvajoyê encex wê bi azadiya Rêbertî pêk were. Divê her kes vê yekê bizane.
* Rêberê Gelê Kurd Abdullah tê hedefgirtin û bi vî rengî li dijî pêvajoyê pêla êrîşeke piralî heye. Piştî provokasyona notên hevdîtinê, di rojên dawî de li dijî Elewiyan êrîşek tê meşandin. Êrîşeke wiha ya li dijî Elewiyên ku beşekî girîng ên pêvajoyê ne, divê çawa were fêmkirin û helwesta li dijî vê yekê divê çi be?
Dema ev pêvajo meşiya, gelê me destek dayê û li Tirkiyeyê jî piştgiriyek girîng dît, hin Elewî ku di nav de parlamenterên HDPê jî hene. Vê yekê em jî şaş kirin. Bi rastî jî, bi çi armancê yanî? Kê ber daye van. Bi rastî jî balkêş e. Sabotajeke li dijî pêvajoyê ye. Nîviya van Elewiyan Kurd in. Ma ev nayê zanîn? Ma nayê zanîn ku Elewiyên Kurd jî destekê didin vê pêvajoyê? Derdora 10 hezar ciwanên Elewî di nava vê têkoşînê de şehîd bûn. Tevgera me, tevgera azadiyê ya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Dibe bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd be, lê belê tevgera hemû baweriyan, ya hemû nasnameyên di bin zextê de ye. Ev teqez wisa ye. Van 53 kesan Rêbertî hedef girtine. Gelo ma em tevgereke yek, du yan sê salî ne. Em tevgereke 50 salî ne. Gotinên Rêber Apo yên 50 salî hene, pratîka me ya 50 salî heye. Elewî divê bi wijdan bin. Em her tim dibêjin, Elewî xwedî wijdan in.
Di pratîka me ya vê têkoşîna 50 salî de, çi heye? Hinekê însaf! Ji bo azadiya baweriya Elewiyan, li Tirkiyeyê têkoşîna herî mezin tevgera me meşandiye. Îro ji bo azadiya baweriya Elewiyan, eger hinek jî be hatibin rewşeke diyar, gelo ma nayê zanîn ku ev yek bi saya bandora têkoşîna me ye. Kîjan sazî yan jî komeleyê qasî têkoşîna me, têkoşîneke ku Elewiyan bîne rewşeke diyar meşand? Di encama têkoşîna me de zemînê ku Elewî bên rewşeke diyar, derket holê. Dewletê li gorî xwe ji bo ku ciwanên me yên Elewî ji têkoşînê qut bike, di salên 80î de hêdî hêdî hinekî nermtir li hemberî Elewiyan tevgeriya. Ez vê di wateya nerênî de nabêjim. Yanî ev encameke têkoşîna me ya demokrasiyê ye.
Niha bi rastî jî dema min bihîst, ez pir bi bertek bûm. Elewî kesên xwedî wijdan in. Ma wisa bêwijdanî dibe! PKKê kir ku hemû nasname bên dîtin. Kê ev qasê Êzidî anîn rewşeke diyar? Vê tevgerê ji destpêkê ve hewl dida. Tevgera me ti carî nêzîkatiyeke bi ref raber nekiriye. Dît ku yek ji pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê, pirsgirêka nasnameyê ye. Di destpêka van de jî dît ku pirsgirêka nasnameyê ya Elewiyan heye. Ev yek kir parçeyê têkoşîna xwe. Eger wisa nebûya, ma wê bi hezaran ciwanên Elewî yên Kurd û Tirk beşdarî têkoşînê biban û şehîd biban? Di têkoşîna me de gelek ciwanên Elewî yên Tirk jî şehîd bûne.
Hînê di nava me de heye. Ji ber ku têkoşîna me di heman demê têkoşîna azadiya baweriyan a Elewiyan e. Em dema ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, tenê bi daxwaza azadiya ji xwe re em nikarin vê têkoşînê bimeşînin. Bi tenê bi demokrasiya ji bo xwe em nikarin Tirkiyeyê demokratîk bikin. Ma nêzîkatiyeke bi vî rengî heye? Dibe ku yên ew îmze kiribin, xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî bin. Azadî wê bibe, lê ji bo Kurdan nebe, demokrasî wê bibe lê ji bo Kurdan nebe. Dibe ku di nava yên ku ew îmze avêtine hinek hene ku xwedî vê ferasetê ne. Radibin bûyereke di dîrokê de qewimiye nizanim ber bi kîjan alî ve dikişînin. Nirxanên me yên 50 salan hene, nirxandinên Rêbertî yên 50 salan hene. Kî ye? Temam dibe ku Elewî be, dibe ku rewşenbîr jî be. Em tiştekî nabêjin. Lê belê divê zanibin bê çi dikin. Ez di wê baweriyê de me ku gelek ji wan nizanin bê çi dikin. Li ber bayekî ketine, gotine em îmze bikin. Hinek rabûne gotine, li hemberî Elewîtiyê filan nêzîkatî heye. Bila nebêjin ku ew Elewîtiyê temsîl dikin, tiştekî welê nîne. Herî zêde em Elewîtiyê temsîl dikin. Ez dikarim bi hêsanî vê bibêjim. Wan 50, 100 kesî çi kiriye? Belê, dibe ku di nava têkoşîna azadiya baweriyê de di hin deveran de cih girtibin, lê belê dema ku karê û karê tevgerê berberî hev bê kirin, ne ya qebûlkirinê ye ku têkildarî tevgera me bi vî rengî biaxivin. Ez jî weke ciwanekî Kurd ê Elewî tevlî vê têkoşînê bûm, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd em tevlî bûn. Lê belê ti ji me nasnameya xwe ya baweriyê înkar nekir. Li Bendava Çûbûkê 6 kes hebûn, ku li wê derê Tevgera Apoyî destpê kir. 4 ji wan ciwanên Kurd ên Elewî ne. Ewqas ciwan, bi deh hezaran şehîd, hîn jî di nava têkoşîna me de bi hezaran ciwanên Elewî hene. Çi yanî? Hûn dixwazin çi bibêjin? Tu çi dibêje? Dixwazî bibêje Em hatine xapandin? Bila hinekî li axaftina xwe, li helwesta xwe baldar bin. Bi rastî jî eger ji dil, bi wijdan û exlaq bin divê hinekî bifikirin. Diyar e hin derdoran ew tehrîk kirine, sor kirine. Ji xwe rewşeke bi vî rengî hebû. Civaka Elewî bi rastî jî xwedî hesasiyetan e, di nava dîrokê de eciqî ye. Hatiye înkarkirin, baweriya xwe tine hatiye hesibandin. Tê xwestin ku baweriya wê bê asîmîlekirin û cudakirin. Hesasiyetên xwe hene, belê. Ez ji nava civakê hatim, ez bi van hesasiyetan zanim. Ev hesasiyet şaş jî nîne. Lê belê ev hesasiyet tê provokekirin ji aliyê hêzên cuda ve. Nêzîkatiyeke bi vî rengî li hemberî tevgera me ya azadiyê ku piştgiriya herî zêde dide azadiya baweriyê ya Elewiyan xiyaneta li hemberî Elewiyan e. Nêzîkatiya li hemberî hêzeke ku tevkariya herî xurt li têkoşîna azadiyê ya Elewiyan kiriye bi çi dikare bê vegotin? Bi rastî jî nabe. Hin derdor jî dibin amûrek ji vê re. Pratîk, gotin û karê me yê têkoşîna 50 salî heye. Divê zanibin bê ji bo piştgiriya vê têkoşînê em çiqasî hewl didin. Ya ku tê kirin hewldana ji bo tevlîhevkirina derdorê ye. Lê em ji vê re jî bibêjin, roj bi heriyê nayê nixumandin. Kes nikare rastiya Rêber Apo û Tevgera azadiyê bi çend gotinan berevajî nîşan bide. Ez vê eşkere bibêjim. Nikarin têkoşîna me bi rengekî welê bidin naskirin ku Elewî jê nerazî bibin. Hêza wan têra vê nake. Belavoka wan weke nivîsa li ser avê hatiye nivîsandin e. Civaka Elewî me nas dike. Ev eşkere ye. Li Ewropayê, li metropolên Tirkiyeyê civaka Elewî me nas dike. Nêzîkatiya qada siyasî demokratîk diyar e bi salan e. Helwesta HDPê, rêxistinên din çi ye? Kîjan partî weke wan ji bo azadiya Elewiyan helwest nîşan da, nêrîna xwe danî holê? Lewma rewşeke bê qebûlkirin nîne. Lê belê ev bû cihê kêfxweşiyê; sazî û rêxistinên Elewiyan hemûyan helwest nîşan dan, gotin ew me temsîl nakin, Elewiyan temsîl nakin. Ev gelekî girîng bû, helwesta rast ev e. Ji bo herdu hêzên bingehîn ên têkoşîna demokrasiyê Kurd û Elewiyan, helwesta pêwîst ev e. Ji xwe nîvê Elewiyan Kurd e. Divê beriya her tiştî vê zanibin. Ji ber vê jî manîdar e ku bûyer di vê demê de qewimî ye. Di vê mijarê de saziyên Elewiyan bersiv dan. Nivîskarê hêja Mehmet Bayrak ku li ser Elewîtiyê bi lêkolînên xwe naskirî ye bersiv da. Gelekan bersiv dan. Bersiva pêwîst ji wan re hate dayin. Bi qasî ez zanim, ti ji saziyên ku Elewiyan temsîl dikin xwedî li wê belavokê derneketin. Nêzîkatiya belavokê rast nedît. Ji xwe tiştekî saziyî nîne, sazî neketin nava wan. Hinek rabûn li hev kom bûn, ji bo lawazkirina vê pêvajoyê helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Li pişt wê kî hene, em nizanin. Ez ê bibêjim IYI Partî, lê ne bawer im. Lê belê hin derdorên ku ji berê ve ji xwe re neteweperest digotin, ew bi xwe sor dikin, hin dijberên Kurdan, dijberên têkoşîna azadiyê sor kirin. Li ber destê min belge nîne, lê belê atmosfera ku ev belavok hate weşandin diyar e. Rewş diyar e. Di rewşa krîmînal de dibêjin, bi kêrî kê tê. Ev bi kêrî kê tê? Bi kêrî Elewiyan tê? Lewma ez hemû saziyên Elewî yên bi berpirsyarane nêzîk bûn pîroz dikim. Bi rastî jî helwesteke gelekî rast nîşan dan, hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim. Ev yek eşkere ye. Gotinek heye ku dibêje Bila bi dewamî li me temaşe bikin. Belê, bila li bedewamî li vê tevgerê temaşe bikin. Ev tevger, belê ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Gelê Kurd di bin êrişa qirkirinê de bû, ji bo vê têkoşîneke mezin meşand, lê belê ji bo hemû nasnameyên bindest jî têkoşiya. Yên ku herî zêde sûdê ji têkoşîna me ya demokratîkbûnê werbigire Elewî ne. Eger em dibêjin çareseriya demokratîk, demokratîkbûn ev ne tenê ji bo me ye. Lewma yên ku mohra xwe danîn binê wê belavokê careke din rexne dikim, şermezar dikim.
* Civînên rojên dawî yên hikumeta Iraqê li ser Şengalê bal kişandin. Her çend tê gotin ku di van civînan de rayedarên Iraqê hebe jî eşkere ye ku ev ji PDKê û dewleta Tirk cuda nîne. Di demekê de ku xelkê Şengalê hewl dide bi hikumeta Iraqê re li hev bike, hûn van bûyeran çawa şîrove dikin?
Beriya her tiştî em vê bibêjin. Weke şagirtên Rêber Apo, weke mirovên di nava tevgera PKKê de ya ku hate fesixkirin; Em di mijara Êzidiyan de hesas in. Di mijara Êzidiyan de hesasiyeteke me heye. Di mijara Êzidiyan de em ê her tim nêrîna xwe bibêjin, helwesta xwe nîşan bidin. Ev ji bo me mijareke pir girîng e. Ne tenê di nava Kurdan de li tevahiya Rojhilata Navîn gelekî ku qirkirin lê hatiye kirin, 74 ferman lê rabûye, Zerdeştî tê gotin, Êzidîtî tê gotin, berê li vê xakê Êzidî gelekî zêde bûn. Li Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê zêde bû, li her derê hebûn. Bi rastî jî tiştên ku bi serê Êzidiyan ve hatiye mirov nikare vebêje. Li Kurdistanê bi xwe jî zext dîtin. Ol guhertin, dest ji ola xwe berdan. Ez zanim, welatparêzekî me ye, ji Êlihê ye, 2 zarokên xwe şehîd in, li Êlihê dihat cem me. Nimêj dikir. Malbateke welatparêz bû, du zarokên wan şehîd bûn. Ez di salên 1993, 94an de li Ewropayê bûm, rojekê gotin ew malbat hatiye. Timî dihate hevdîtina me. Min jî got, eger hatibe ez wan bibînim. Min got, li ku ye? Gotin, li komeleya yekîtiya Êzidiyan e. Min got, ev çawa dibe? Min dît ew xalê me û dayika me, ew malbata şehîdan dema ku ji sînorê Tirkiyeyê derbas bûn êdî jinûve li baweriya xwe ya berê vegeriyane. Vegeriyan Êzidîtiyê. Rastiyeke bi vî rengî ya gel, civakê heye. Zext dîtine, ji neçarî ji bo sax bimînin bawerî guhertine. Bifikirin 74 ferman lê rabûne, herî dawî DAÎŞê êriş kirin. Gerîlayên me bi rengekî fedaî ji vir beziyan. Ez şahidê vê me. Êzidî hemû wê bi vê zanibin. Di rewşeke welê de ku li wê derê, li Şengalê kesî Êzidî nediparastin li vê derê gerîlayên me beziyan û çûn Şengalê. Hevalên me yên gazî, seqet, nexweş; ew bi xwe jî bêyî destûra rêxistinê li wesayitan siwar bûn û xwestin biçin Şengalê, li Şengalê şer bikin. Yanî hesasiyeta me heye di mijara Êzidiyan de. Ev ji ber baweriya me ye. Ji ber karakterê me yê azadîparêz e. Li pêşberî civaka ku her cûre neheqî lê hatiye kirin nêrîna me heye. Belê, dema DAÎŞê êriş kir bi rastî jî gerîlayên me beziyan û ew ji qirkirineke hîn mezintir rizgar kirin. Niha li wê derê nîqaş hene. Ji xwe me hêzên xwe vekişandin. Me gerîlayên xwe vekişandibûn. Lê belê ev eşkere ye; bêguman Êzidî ketin bin bandora vê helwesta gerîla, nêzîkatiya Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan, nêzîkatiya tevgera me ya ji bo Êzidiyan. Rêbertiyek heye ku di mijara Êzidiyan de ewqasî hesas e, tevgerek heye, ji bo pêşî li qirkirina wan bigire fedakariyeke mezin kiriye. Bêguman di nava Êzidiyan de li pêşberî Rêber Apo wê sempatiyek hebe. Rêber Apo dixwaze li wê derê jî entegrasyoneke demokratîk çêbibe. Niha nîqaş dibe. Carna agahî tê belavkirin; civîn bêyî agahiya Êzidiyan lidar xistine. Belê, Tirkiye û PDKê berê gelekî zext li dewleta Iraqê dikirin. Di nêzîkatiya dewleta Iraqê ya li Êzidiyan û Şengalê de bandora neyînî ya Tirkiye û PDKê berê gelekî zêde bû. Lê belê rewş niha guheriye. Em bi Tirkiyeyê re pêvajoyekê dimeşînin. Di vê pêvajoyê de têkiliyên bi PDKê re weke berê nîne. Rêber Apo di vê pêvajoyê de silav ji rayedarên PDKê re jî şand, her tim anî ziman ku divê ew jî bi rengekî erênî di pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Di atmosfereke bi vî rengî de divê çareseriyek pêk were. Ev çareserî jî zerarê nade Iraqê, berevajî vê yekê wê tevkariyê li Iraqê bike. Lihevkirina Iraqê li Şengalê bi Êzidiyan re teqez wê Iraqê xurt bike. Belê li Iraqê jî rewşa parçebûyî gelekî zêde ye. Teqez hinek hene ku bi feraseteke neteweperest a hişk, bi rengekî neyînî nêzî xwerêveberî, demokrasiya xwecihî ya Êzidiyan dibe. Lê belê xwerêveberiya Êzidiyan a xwe dispêre demokrasiya xwecihî, xweparastina wan; parastina wan dixwaze bi artêşa Iraqê re bibe yek. Lê belê dixwazin bibin hêzeke parastinê ya xwecihî ya ser bi artêşa Iraqê ve. Ev hemû rewşeke tê fêhmkirin e. Dema ku DAÎŞê êriş kir pêşmergeyan jî artêşa Iraqê jî dest ji wan berdan. Eger rewşeke bi vî rengî hebûya, xweparastineke Êzidiyan hebûya wê encam bi wî rengî bûya? Êzidiyan hemûyan wê xwe feda bikira, lê belê nedihiştin DAÎŞ bikeve wê derê. Wê fedakarî bikira. Hemû wê bibûna Derwêşek. Lewma di rewşeke welê de ku ev rastiya dîrokî li holê ye hebûna xwerêveberiyeke Êzidiyan a li wê derê, hebûna hêzeke xweparastinê ya ser bi artêşa Iraqê ve tişta herî aqilane û rast e. Nêzîkatiya herî rast ev e. Ya ku Iraqê xurt bike, bi rûmet bike, îmaja Iraqê xurt bike ev e. Em di wê baweriyê de ne ku feraseta rast wê dawiya dawî bi ser bikeve wê bigihêje encameke rast.”













