Gundê Nehrî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cîhekî girîng e, mazûvaniya gelek berhemên dîrokî jî dike. Qesra Qayme, Qesra Kelatê û Pira Bêgirdî ku ji aliyê kurê mezin ê Şêx Ûbeydûllahê Nehrî, Mihemed Siddîq ve hatiye çêkirin, çend cîhên dîrokî yên ji van berheman in.
Herêma Colemêrgê /Hekkariyan ya ku bi hezar salan e mazûvaniya şaristanî, çand û berhemên curbecur ên dîrokî kiriye, bi dewlemendiya xwe ya dîrokî û xwezayî balê dikşîne ser xwe. Bi taybetî jî navçeya Şemzînanê bi berhemên xwe, hem di dîroka herêmê de hem jî di dîroka Kurdistanê de xwedî cîhek taybet e. Qesra Qayme, Qesra Kelatê û Pira Bêgirdî yên li gundê Nehriyê yê Şemzînanê ne tenê bi avahîsaziya xwe ya bêhempa, bi êş û çîrokên xwe jî balê dikşînin ser xwe.
Qesra Qaymeyê
Qesra Qayme di destpêka sedsala 20an de (1900-1911) ji aliyê Seyîd Mihemed Siddîq ê kurê mezin yê Şêx Ûbeydûllahê Nehrî ve hatiye çêkirin. Qesra Qaymê wekî medrese, saziyeke birêvebirinê, dîwanxane û mêvanxane hatiye bikaranîn. Qesr ji du qatan pêk dihat û her qatek ji bo armancek cuda dihat bikaranîn. Lê mixabin niha qesr hatiye xwerê û tenê kavilê wê maye.
Taybendmendiyên avahîsaziya Qesra Qaymeyê
Di avakirina dîwaran da kevirên birî yên taybet ên herêmê hatine bikaranîn. Di navbera keviran de xercê ji xweliyê, kils û hinek cureyên gupikê hatibûn bikaranîn ku qesr li ber zivistana dijwar ser piya bimîne. Di çêkirina ban, stûn û deriyan da darên qahîm yên wekî darên gûzê û berûyê hatibûn bikaranîn. Di hundirê dîwanxane û odeyên sereke de xemilandina daran, textên nexşandî û tewereyên herêmî yên Behdînanî û Rojhilatî hebûn. Ji bo ku ronahiya rojê baş bikeve hindir û baş hewa bigire pace bi awayekî hevseng hatibûn danîn.
Qata erdê /zemîn ji bo xizmet û ewlehiya qesrê dihat bikaranîn. Her wiha di vê qatê de depoya xwarinê, embar û odeyên xebatkar û parastvanan hebûn. Qata jorî cihê fermî yê qesrê bû. Dîwanxane, perwerdehiya olî û mêvan li vir dihatin pêşwazîkirin. Pencereyên vê qatê firehtir bûn û tevahî newal didît.
Girîngiya olî
Gundê nehriyê û malbata Şêx Ubeydullah li Kurdistanê û Rojhilata Navîn yek ji terîqeta herî bi bandor a Neqşîbendî ve girêdayê bû. Qesra Qayme jî ji ber ku ji aliyê Seyîd Mihemed Siddîq ve hatibû avakirin ji bo nûnertî û perwerdehiya olî dihat bikaranîn. Talib, feqî, şêx, mele û zanyarên oldar li vir kom dibûn, ders didan. Biryarên girîng ên terîqetê li vir dihatin girtin.
Giringiya civakî
Qesra Qayme wekî dilê civaka herêmê dixebitî. Dîwanxaneyan qesrê ji bo mêvandarî, gotûbêjên wêjeyî, guhdarkirina daxwazên gel û çareserkirina pirsgirêkan dihat bikaranîn. Di navbera eşîrên herêma Hekkariyan, Şemzînan, Şêrewan û Urmiyê de dema ku pevçûn û nakokî derdiketin bi pêşengiya seyîdên Nehriyê li vê qesrê civîn dihatin lidarxistin, aştî û lihevhatin pêk dihat û qanûnên asayî dihat ragihandin.
Girîngiya rêvebirina sîyasî û îdarî
Di serdemeke ku desthilatdariya Osmaniya li herêmê kêm bû Qesra Qayme bûbû saziya rêveberiya xweser a herêmê. Seyîd Mihemed Siddîq hem wekî qaymeqamekî hem jî wekî serokê herêmê dihat qebûlkirin. Di sedsala 20an de ji ber nêzîkatiya sînorê Îran, Ûris û Osmaniyan; qesrê rola xwe ya dîplomasiyê jî bikar dianî. Rêvebirên wan dewletan û serokên eşîrên Kurd ji bo hevdîtinên sîyasî diçûn Qesra Qaymeyê.
Qesra Kelatê: Bedewiya li herêmê bû
Qesra Kelatê jî di sedsala 20an de ji aliyê Mihemed Siddîq ve li gundê Nehriyê bi awayek taybet hatiye çêkirin. Ji ber ku ji Qesra Qaymeyê mezintir bû wekî qesreke sereke ya malbata Nehriyan bû. Qesra Kelatê avahiyeke sê qatî bû û li gorî vegotinên gel qesr xwedî 99 odeyan bû. Di dîwarên derve û kemerên wê de kevirên birî yên hevkirî hatibûn bikaranîn. Dergeha Qesrê bi kembere mezin û nexşandî hatibû çêkirin. Di hindirê qesrê de odeyên mezin, eywanên xemilandî û dîwanxaneyên sereke hatibûn çêkirin. Her wiha tê gotin ku ev qesr berhema kesekî Nastûrî ku ji aliyê Mihemed Siddîq ve hatiye peywirdarkirin. Çavkaniyên herêmê gotin ku piştî qesr hatiye çêkirin, Mihemed Siddîq destên avahîsazê Nastûrî jê dike ku ji bo keseke din tiştek wiha çêneke.
Girîngiya olî, civakî û rêvebirinê
Mihemed Siddîq li vê qesrê civînên mezin yên olî û civakî lidardixist. Malbata Nehriyan ji ber ku xwedî bandoreke navnetewî bû, hem serokên eşîrên Kurdan hem jî nûnerên dewletên Osmanî, Qacarî, Ûrisî, Îranî û Ewropî diçûn vê qesrê ji bo hevdîtinan.
Pira Bêgirdî
Pira Bêgirdî a li ser Çemê Bêgirdiyê ya li Gundê Nehriyê jî, ji aliyê Mihemed Siddîq ve di sedsala 20an de hatiye çêkirin. Pire bi şêwaza mîmariya kevneşopî ya kemerî ve hatiye çêkirin. Bi dirêjahiya xwe 21 metre, bi bilindahiya xwe 11 metre ye û bi yek çav hatiye danîn. Di çêkirina kemer û cendekê pirê de kevirên birî yên taybet hatine bikaranîn.
Pira Bêgirdiyê li ser rêya bazirganî û hatinçûyinên di navbera Hekkariyan, Şemzînan, Urmiye û Başurê Kurdistanê de cîh digirt. Pira Bêgirdiyê taybetî ji bo navenda Nehriyê çûyîna Qesra Kelat û Qesra Qaymê hatibû çêkirin ku nûnerên eşîran, şêx û mele, dîplomatên dewlatan derbas bibin.
Rewşa aniha ya her sê mîrateyan
Gundê Nehriyê û malbata Nehriyiyan ji ber ku xwedî bandorek navnetewî bûn rastî gelek êrişan hatin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gundê Nehriyê rasterast ket nav qada şer û dagirkeriya leşkerî de. Ji ber êrişên Osmanî, Ûris, Qacar û Îraniyan gund gelek caran hat talankirin û xirab kirin. Cîhên dîrokî û civakî jî ji ber vê talankirinê hatin rûxandin û şewitandin. Qesra Kelatê ya bêhempa a mîrateya Kurdan a niha bi temamî hatiye xirakirin û tenê li şûna wê kevir mane. Bi temamî hilweşiyaye û nîn e.
Qesra Qaymê a niha li ser pêya lê ne li gorî taybendmendiya xwe hatiye restorekirin û deriyê wê bi temamî girtî ye.
Pira Bêgirdiyê jî hatiye restorekirin û nayê bikaranîn.

























