Colemêrg – Medreseya Meydanê ya Colemêrgê ku di salên 1700an de ji aliyê Mîrê Hekariyê Îzzeddîn Beg ve hatiye çêkirin, di serdema xwe de ne tenê cîhekî olî, di heman demê de cîhê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyê bû.
Medreseya Meydanê, yek ji girîngtirîn û bedewtirîn berhemên dîrokî yên Colemêrgê ye. Ev medrese hem ji aliyê mîmariyê hem jî ji aliyê çandî ve xwedî nirxekî mezin e û bajarê Colemêrgê dixemilîne. Medreseya Meydanê, di salên 1700-1701an de hatiye avakirin. Ev berhem ji aliyê Îzzeddîn Beg (Îzzeddînê Kurê Brahîm Beg) ve hatiye çêkirin ku di wê serdemê de Mîrê Hekariyê bû.
Ne tenê cîhê olî, navendeke zanist û felsefeyê jî bû
Medrese bi avahîsaziya xwe hewş du qatî û honandina kevirên reş, mînakên herî xweşik ên mîmariya Îslamî û Kurdî ya serdema mîrektiyan nîşan dide. Di dema xwe de, ev medrese tenê cihê olî nedihat dîtin; bibû navendeke perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyê ku gelek zanyar û şagirt tê de gihîştine. Wekî şahidekî zindî yê dîrok û desthilatdariya Mîrektiya Hekariyê tê qebûlkirin û nasnameya bajêr a kevnar diparêze.
Hat nûkirin
Medreseya Meydanê di nav salan de ber bi xerabûnê ve diçû, lê di navbera salên 2020-2022an de ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê û Zanîngeha Colemêrgê ve hat restorekirin û medrese niha wekî “Navenda Çandê û Muzexaneya Etnografîk a Colemêrgê” tê bikaranîn.
Berhemên çandî tên nîşandan
Di hundirê Medreseya Meydanê de berhemên çandî yên herêmê, kincên Kurdî yên kevneşopî, amûrên kevn û mînakên jiyana rojane ya Colemêrgê têne pêşandan. Avahî ji bo gel û tûrîstan vekiriye û yek ji cihên herî zêde yên ku li bajêr tên ziyaretkirin e.



















