Xwendekara xwepêşander Necmeh Emînî, li Girtîgeha Wakilabadê ya Meşhedê girtî ye, ji ber sûcê ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ 12 sal, 6 meh û rojek mehkûmî cezayê girtîgehê hate kirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya xwendekaran de hatine weşandin, li Îranê xwendekara beşa jimaryariyê ya 23 salî Necmeh Emînî bi 12 sal, 6 meh û rojek cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Necmeh Emînî, ji ber ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ rastî vê cezayê hat ku ceza ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê hat dayîn.
Necmeh Emînî di 11ê Sibata 2026an de, dema kontrolên li herêma Bazara Ferdewsî ya Meşhedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî û lêdanê hat girtin û ew birin Girtîgeha Vakilabadê. Nêzîkî sê mehan di hucreya yek kesî ya qawîşa ewlehiyê ya girtîgehê de ma û niha di beşa bi navê ‘Arameş’ de tê wergirtin.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, ji dema girtinê ve, Necmeh Emînî ji mafê dîtina parêzerek bi xwe bijartî û dadgehkirina adîl bêpar tê hiştin û bi sûcên ‘muharebe’, ‘hevkariya bi Îsraîlê re’, ‘heqaretkirina serokatiyê’ û ‘pevçûna bi rayedarekî hikûmetê re’ tê sûcdarkirin. Her wiha di dema lêpirsînê de zexta bi zorê îtîraf bike lê hate kirin.
Her wiha li Şaxa 6emîn a Dadgeha Cezayê ya Xorasan Rezewî doz li xwendekar hatiye vekirin û biryar e ku danişîn dawiya meha Îlonê bê dîtin.













