Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî vê hefte bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku 75 salî ye û krîza dil derbas kiriye. Înîsiyatîfê xwest ku Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 625emîn de çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Înîsiyatîfê li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ku çend roj berê li Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê krîza dil derbas kiribû.
Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hate berzkirin.
Hevseroka ÎHDa Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend.
‘Rewşa wî bin xetereyê de ye’
Sevîl Turgut diyar kir ku nexweşiyên Mehmet Saît Yildirim lê girantir bûne û wiha got: “Mehmet Saît Yildirim ev 31 sal in di girtigehê de tê ragirtin. Ev demeke dirêje nexweşiyên wek dil û demar, hîpertaniyon, KOAH, fitiqa stû û nexweşiyên din lê peyda bûne. Ev nexweşiyên wî jiyana wî ya rojane asteng dike. Rewşa tenduristiya Saît Yildirim di 24ê Tebaxa 2026an de bi derbaskirina krîza dil gihîşt asteke girantir. Di heman rojê de bi Desteya Çavderî û Îdareyê re hevdîtin kiriye û piştre dema ku vegeriyaye odeya xwe krîza dil derbas kiriye. Piştre wî rakirine nexewşxaneyê û stend lê dane. Ev rewşa wî ya dawî jî nîşan dide ku êdî rewşa tenduristiya Yildirim di bin xetereyê de ye.”
Sê car in berdana wî tê taloqkirin
Sevîl Turgut bi bîr xist ku ev berdana Mehmet Saît Yildirim ev bû sê caran tê taloqkirin û rewşa tenduristiya wî li ber çavan nayê girtin. Sevîl Turgut diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim 75 salî ye û li hemberî jiyana wî rûmeta mirovahî nayê girtin. Sevîl Turgut da zanîn ku divê Mehmet Saît Yildirim di Sibata 2025an de bihata berdan lê ev yek tê dirêjkirin û ev yek rewşa jiyan û tenduristiya wî dixe talûkeyê. Sevîl Turgut anî ziman ku divê Mehmet Saît Yildirim demildest were berdan û li cem malbata xwe dermankirina wî bi awayek rêk û pêk bê kirin.
Çalkî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.













