Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di 1ê Îlonê de dê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” meşekî pêk bîne.
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, dê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” meşekî li dar bixe. Meş dê saet di 18:00an de li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Rezanê dest pê bike û heta Plazaya AZCê ya Semta Ofîsê ya Amedê berdewam bike.













