• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rizgarbûna sewalan bi avakirina civakeke nû ve girêdayî ye’

Enqere / AW

25 TEBAX 2026 - 09:28
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Endama Kolektîfa Polen Ekolojiyê Medîne Açikgozê anî ziman ku rizgarbûna sewalan girêdayî avakirina civakeke nû û bidawîkirina cihêkariya di navbera mirov û sewalan de ye.

Di dîrokê de têkiliya mirov û sewalan heta astekî li ser esasa di mayîna jiyanê de ye. Piştê ku mirov amûrên ji bo nêçîra sewalan li pêş dixe ji xwezayê jî dûr dikeve. Êdî mirov wan amûran hem li ser xwezayê û hem jî li ser sewalan digihîjine asteke metirsîdar. Ev amûrên neçîrê, agir û kemînên cur bi cur desthilatdariya mirovan a li ser sewalan û xwezayê nîşan dide. Mirov sewalan ji bo xwedîkirine kedî dike û li ser sewalan dibe xwedî milk. Milkiyeta li ser sewalan bi xwe re dibe ku desthiladariya mirovan a li hemberî xwezayê jî nîşan dide. Ew rewş jî di serdema çandinî û heta pergela kapîtalîzmê bi awayekî herî dijwar didome. Mirov dikare bibejê ku koleyên yekemîn sewal in û destpêkirina rizgarkirina sewalan bi xwe re rizgarbûna mirovên bindest jî bîne. Ji bo vê jî pêwîst e ku hişmendiyek û civakeke ekolojîk bê avakirin.

Endama Kolektîfa Polen Ekelojiyê ya Koma Xebata Rizgarbûna Sewalan Medîne Açikgoz derbarê metirsiya li ser sewalan û rizgarbûna sewalan ji bo mirovahiyê tê çi wateyê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

‘Kedîkirina sewalan tahakûma mirovan a li ser xwezayê mêzintir kiriye’

Medîne Açikgoz diyar kir ku kedîkirina sewalan desthiladariya mirovan a li ser xwezayê derxistiye asteke din û wiha got: “Ji hebûna mirovan vir ve mirov û xweza di nav têkiliyekê dîyalektîk de bûne. Xweza, laşê mirovan a înorganîk e. Mirov bi saya keda xwe bandor li ser xwezayê dike û xwezayê diguherîne. Ev pêvajoya guherînê mirov xwe jî diguherine. Di dîrokên dûr de mirov li gorî sewalên din ji hêla fîzîkî ve gelekî qels bû. Wek sewalên din pençe û diranên bi hêz lê tine bûn û li ber sermayê parastina wê bi sînordar bû. Ew rewş dibû sedem ku mirov li ber sewalên dirinde qels bimîne. Ji bilî vê jî hin taybetmendiyên mirovan derketin pêş. Mirovan ji xwe re amûrên nêçîrê çêkirine, ji bo mayîne holikan çêkirine, kinc amade kirine û bi kontrolkirina agir ve ji bo parastina xwe pêşketinan derxistin holê. Bi vî awayî mirov li her derê belav bûn û li ser sewalan bandoreke bi hêz çêkirin. Dema neçîrê sewal ji bo xwarinê çavkaniyên girîng bûn. Lê mirov nikare têkiliya navbera mirov û sewalan tenê bi vî şeklî binirxîne. Di dîrokê de her komûn (civat) têkiliyên hevdu cuda bi sewalan re danîne. Dema ku jiyana bi cih û çandinî pêş dikeve têkiliyên navbera mirov û sewalan jî bi asteke girîng digûhere. Sewal tên kedîkirin û ji bo sewalkariyê tên xwedîkirin. Ev jî pêşiya vî tiştî vedike ku sewal ji bo hilberînê tên bikaranîn. Sewal ji bo berhemên wek şîr û hêk, ji bo çûyîna rê û kişandina baran, ji bo hilberîna goşt, ajotina erd tên bi karanîn. Ji ber vê sedemê sewal êdî ne tenê ji bo nêçîrê û xwarinê tên bikaranîn ji bilî vê jî tên bikaranîn û sewal dikevin bin milkiyeta mirovan. Ew guherîn têkiliya di navbera mirov û sewalan jî dibe asteke din. Kedîkirina sewalan, ji bo hilberînê bikaranîn û mirov dixwazin sewal di bin milkiyeta wan de bin. Mirov dixwazin li ser xwezayê û sewalan desthiladarî û tahakûma xwe pêk bîne.”

‘Ji bo rizgarbûna sewalan divê pergala kapîtalîzm ji holê rabe’

Medîne Açikgoz anî ziman ku ji bo rizgarbûna sewalan divê pergala kapîtalîzmê ji holê were rakirin û pergaleke ku mafê sewalan diparêze were avakirin. Açikgoz da zanîn ku sewal rasterast ji aliyê mirovan ve weke metayê tên bikaranîn û pergala kapîtalîzmê jî her parçe û berhemên sewalan ji bo sermayeyê dibîne û bikar tîne. Açikgoz diyar kir ku sewal ji bo ji bo îhtiyacên mirovan tên kuştin û îşkence li wan tê kirin û azadiya sewalan tê kêmkirin. Açikgoz bi bîr xist ku li gorî rapora Komîteya Şopandina Mafê Sewalan (HAKÎM) ya ku 6 mehên ewil a 2025an li Tirkiyeyê mafê jiyana 477 hezar 952 sewalan hatiye binpêkirin û herî kêm 318 sewal bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Açikgoz destnîşan kir ku sewal di qanûnê de weke ‘milk’ tên pejirandin û dikin amûrên reklaman û wiha got: “Rizgarbûna sewalan di destê sewalan de nîn e. Divê mirov bi hişmendiyek parastî li sewalan binêrin. Her wiha ji bo rizgarbûna sewalan jî divê pergala kapîtalîzmê weke amûr dibîne, ji holê bê rakirin. Jiyankirina bi hev re ya sewal û mirovan girêdayî avakirina pergaleke parastina mafên sewalan e.Rizgarbûna sewalan girêdayî avakirina civakeke nû û bidawîkirina cihêkariya di navbera mirov û sewalan de ye.”

Etîket: Kolektîfa Polen Ekelojiyê ya Koma Xebata Rizgarbûna Sewalansewal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

Li Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyan

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne