• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye: Em kirdeya pêvajoyê ne

Enqere / AW

22 TEBAX 2026 - 14:56
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye daxuyanî da û xwest ku ew jî di nav Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de cih bigirin û jin kirdeya pêvajoyê ne.

Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, derbarê qanûna çarçoveyî de li avahiya Yekîtîya Mulkiyeyiyan a li navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Emdamên Înîsiyatîfê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em jin aligirê aştiyê û kirdeya têkoşînê ne” dinîvîsî hat daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama înîsiyatîfê Nebahat Çalpan ve hate xwendin.

‘Em dixwazin di Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de cih bigrin’

Nebahat Çalpan diyar kir ku ew dixwazin di bin banê Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de cih bigrin û wiha got: “Erêkirina qanûna çarçoveyî ya li Meclisê ji bo dawîbûna şerê çekdarî gaveke giring bû. Weke înîsiyatîfa jinan beriya niha jî me diyar kiribû ku aştî tenê bi bêdengkirina çekan, nayê avakirin. Gihiştina aştiya civakî bi demokratîkkirina pêvajoyê û bi rakirina sedemên ku şerê çêkdarî derxistine holê ve pêkan e. Em vê qanûna çarçoveyî ji bo avakirina aştiyê û demokratîkbûna civakî wek destpêkek dibînin. Em dixwazin bi gavên demokratîk ku hestên gelan a li ser aştiyê bihêz dikin bên avêtin. Em wek jinan dixwazin ku di Komîsyona Çavderiyê ya Meclisê de, di Lijneya Koordînasyonê û lijneyên din ên di bin banê vê koordînasyonê de bên avakirin de di mekanîzmayên biryaran de bi cîh bigirin. Tevgerên jinan divê bi mekanîzmayên xwe ve mûxatabên fermî bên dîtin. Ev qanûn ji aliyê daraz û bûrokrasiyê ewlehiyê ve wek ‘destpêk na û encam’ tê dîtin. Em vê hişmêndiyê weke biryar û cezayên li dijî jinan dibînin. Çand roj beriya derketina vê qanûnê berdevka TJAyê Ayşe Gokkan ji 19 salan zêdetir ceza girt.”

Çalpan di berdewamiya daxuyaniyê de daxwazên înîsiyatîfê rêz kir.

Dawazên înîsiyatîfê bi vî rengî ne:

* Divê ev kiryarên ne li gor ruhê pêvajoyê bi dawî bibin.

* Divê kiryarên ku li ser jinan ên dewlet û mêr dikin bi dawî bibin.

* Divê bêcezahiştina mêrên bi unîformayan ji holê bê rakirin.

* Divê kûjerên jinan ku ji aliyê dewlet û peywirdarên wê ve tên parastin derkevin holê û bên cezakirin.

* Divê lijneya jinan a heqîqetê bê nasîn û gihiştina belgeyên pewîst pêk bînin.

* Divê sepanên cerdevanî û bekçiyan ku ji bo jiyana jinan rasterast xetereyê derdixin holê bên rakirin.

* Divê ji bo rêya siyaseta demokratîk vebe, sepanên qayiyam bi dawî bibin.

* Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.

* Divê Qanûna ji Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ku li ber mafê xwerêxistinkirinê û xweîfadekirinê re astengiya herî mezin e bê rakirin.

* Divê di serî de hemû girtiyên nexweş û hemû girtiyên din ên siyasî bên berdan.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Jin di aştiyê de bi israr in” bi dawî bû.

Etîket: Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

Ji înîsiyastîfa jinan daxuyaniyên ‘Em di Aştiyê de israr dikin’

21 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne