Li Bendava Goksuyê ya navçeya Xana Axparê ya Amedê cenazeyê mêrekî ku nasnameya wî nehatiye zanîn, hat dîtin.
Li Bendava Goksuya ku girêdayî navçeya Xana Axpar a Amedê cenazeyê mêrekî ku nasnameya wî nehat diyarkirin, ji aliyê welatiyan ve hat dîtin. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, welatiyên ku li nêzî bendavê kesek di nava avê de bêtevger dîtin û agahî dan tîmên tenduristinê. Li ser agahdarkirinê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên binê avê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û jandarma ji bo herêmê hatin veguhastin. Tîman bi alîkariya botan cenazeyê ji avê derxistin.
Piştî kontrolkirina tîmên tenduristiyê, cenazeyê ku nasnameya wî nehat hînbûn, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneyê ya Dewletê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.










