• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji fîlozofê Îrlandayî name ji bo Abdullah Ocalan: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Navenda Nûçeyan

16 TEBAX 2026 - 15:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fîlozofê Îrlandayî John Patrick Holloway ji Rêber Apo re nameyeke bi sernavê ‘Tu ji bo cîhanê hêviyekî’ nivîsand.

Fîlozofê Îrlandayî John Patrick Holloway ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyeke bi sernavê ‘Tu ji bo cîhanê hêviyekî’ nivîsand û name gihand Şandeya Îmraliyê.

Nameya John Patrick Holloway bi vî rengî ye:

“Birêz Abdullah Ocalan,

Niha strana xwe bi dengekî bilind û zelal bêje. Ev salên dirêj e, tu stranên xweş dibêjî, lê ev strana çûkekî bû ku di qefesê de hatibû girtin. Êdî divê tu ji qefesê derkevî, ji serê daran û banan straneke welê bêjî ku hemû cîhanê tejî bike. Me pirtûkên te xwend; niha em dixwazin rûyê te bibînin û dengê te bibihîzin.

Ya te straneke hêviyê ye; li vê cîhana ku her diçe tarîtiya wê zêde dibe, hêviya ku pêdiviya me pê heye. Ji bo gelê Kurd hêvî, lê ji vê hîn zêdetir. Hêviya ji bo Rojhilata Navîn a ku bi rengekî trajîk, bêwate û hovane di nava dewletan de hatî parçekirin. Eger destûr were dayîn jiyan bi hevparî biherike, wê gelek tişt çareser bibin. Ji bo cîhanê jî hêvî, pêşî li şêwazên jiyaneke welê vedike ku koletiya jinan weke bîranîneke bi êş a rabirdûyê bimîne, şînatî, lawir û şêwazên din ên jiyanê bi hurmetî were nirxandin.

Strana hêviyê di heman demê de straneke redkirinê ye. Wateya vê ev e; ‘Na, em ê qebûl nekin’. Em ê hovîtiya desthilatdaran, hovîtiya bêwate ya şer, saltanata hilweşîner a pere, tundiya zayendperestî û nîjadperestiyê qebûl nekin. Na, bes e; êdî em zêdetir qebûl nakin.

Strana hêviyê, êşa cîhanê vedibêje. Êşa girtîbûnê, êşa îşkence, cihêkarî, biçûkxistin û mêtingeriyê. Êşa bi dehan tiştên ku em bikarin biafirînin, êşa şikestina xeyalan; êşa cîhaneke ku em bi hev re biryar bidin ka jiyan çawa be.

Hêza strana te, qefesê dişkîne. Em bi heyranî li te dinêrin. Em dixwazin te azad bibînin û dengê te bibihîzin. Helbet ev straneke dengbêjiyê ye: Straneke ku hêvî, redkirin, êş û jiyana komînal tîne ba hev.

Bi heyrantiyeke kûr, ez hêvî dikim ku di demek nêz de tu azad bibî.”

Etîket: fîlozoffîlozofê Îrlandayî John Patrick HollowayJohn Patrick Hollowayname ji Rêber Apo re
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fîlozofa Îtalî name ji Ocalan re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

Fîlozofa Îtalî name ji Ocalan re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

13 TEBAX 2026
Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

Nameya fîlozofê Amerîkî ji Abdullah Ocalan re: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

9 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne