• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Amed / AW

15 TEBAX 2026 - 19:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Çand Amedê civîna gel hat lidarxistin. Ayla Akat Ata di civînê de axivî, da zanîn ku dayik, ciwan û jin pêşengê pêvajoyê ne û rolek gelek girîng dilîzin û wiha got: “Ger ku ev pêvajo nekeve rojeva kesekî em ê nekaribin bi ser bikevin.”

Di pêşengtiya MEBYA-DER û TUAYDER ên Amedê li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Çand Amedê civîna gel hat lidarxistin. Ji Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û siyasetmedar û aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata wek axivêr tevli civînê bûn. Di eywana ku civîn lê hat lidarxistin de wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nîvîsa “Rêber Apo vîna me ya çareseriyê ye, di şopdariyan şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad’ hatibû nivîsandin hat daliqandin. Endamên saziyên civakî, partiyên siyasî û bi sedan gel tevli civînê bûn. Civîn bi deqîqeyek ji bo cangoriyên azadiyê rêzgirtinê dest pê kir û beşdaran sirûda çerxa şoreşê xwendin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

‘Em çareseriyek birûmet dixwazin’

Ayla Akat Ata di civînê de axivî, bi bîr xist ku di ewqas salan de dîroka têkoşîna Kurd çawa hatiye heya vê rojê û ev tişt gotin: “Di ser pêvajoyê de sal û nîvek derbas bû û hemû kes dibêje gelo ev pêvajo dê çawa derbas bibe û çawa bi ser bikeve. Ji ber ku em ne cara yekeme ku ketine nav vê pêvajoyê. Çareseriya pirsgirêka Kurd ne cara yekeme ku hatiye rojeva me. Ji sala 1993yan de heya îro em di nav çareseriyê de ne. Em çareseriyek birûmet dixwazin. Ji vê rojê şûnde divê em xwedî vê pêvajoyê derbikevin û çi bikeve li ser milên me em pêk bînin. Di parlamentoya Tirkiyeyê de cara yekeme ku zagonek bi vê rengî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derket. Ev zagona ku derketiye divê di aliyê siyasî û hiqûqî de çi bê kirin li ser vê esasê derket. Ev zagon ne dawiye, destpêkeke. Ji vê şûnde êdî ji bo hewcedariyê divê em têkoşînek mezin bidin. Em bi êşên xwe yên mezin heta vê rojê hatine. Me dest daye destên hevdû û heta vê rojê hatine û me malbata xwe mezinkiriye.”

‘Ji bo komisyona heqîqetê, divê makezagonek nû bê çêkirin’

Ayla Akat Ata diyar kir ku gelê Kurd heya roja îro jî di nav şer de têkoşîna xwe meşandiye û wiha got: “Saziyên me yên ziman û çandê qedexeye. Dîroka me qedexe ye. Heya îro em neketibûn çapemeniya tirkan, lê em îro çapemeniya hemûyan de ne. Divê em çawa rol û mîsyona xwe bilêyzin, wê binêrin. Li ser navên malbatên gêrîla û şehîdan em ê çawa gotinên xwe bikin yek û bikin xizmeta vê pevajoyê divê em rûnenên. Serokatî dibêje komîsyonek şopandinê ava bikin û dibêje hem li parlamentoyê û hem jî li derveyê parlamentoyê van komîsyonên xwe avabikin. Ji bo komisyona heqîqetê, divê makezagonek nû bê çêkirin. Ji bo em bibin bersiva vê pêvajoyê em ê xebatên xwe baş bimeşînin.”

‘Divê em bi aqilek hevpar xebatên xwe bimeşînin’

Herî dawî Ayla Akat anî ziman ku dibe ku dewlet tiştek neke lê divê gel û siyaseta Kurd di nav xwe de komîsyonên xwe ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên xwe yên nû bimeşînin. Dayik û ciwanên me pêşengên me ne. Jin di vê pêvajoyê de rolek girîng dilêyîze. Ger ku ev pêvajo nekeve rojeva kesekî em ê nekaribin biser kevin. Îro polîtîqayên şerê taybet nehatiye sekinandin, ev polîtîqa hînberdewam dikin. Em li dijî van polîtîqayan xebatên xwe dimeşînin. Ji bo li hemberê van polîtîkayan bisekinin divê em bi aqilek hevpar xebatên xwe bimeşînin.”

Civîn piştî axaftina Ayla Akat Ata ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: AmedAyla Akat Atacivîna gelVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne