ARÎ-DERê ya Êlihê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Nivîskar Faysal Ozdemîr ku di kongreyê de axivî, diyar kir ku kesên zimanê xwe nizanibin dê nikaribin ji hestan re bibin bersiv û wiha got: “Ger ku ziman tune be dê tu wateya kar û xebatên me yên siyasî û her qadên ku em têde cih digirin tune be.”
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê 4emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” li eywana Petrol Îşê ya taxa Akyurekê ya Êlihê li dar xist. Di kongreyê de rêveber û endamên ARÎ-DERê, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek rêveber û endamên saziyên civakî yên sivîl amade bûn. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankarta “Eger hûn nebin yek hûn ê biçin yek bi yek” hate daliqandin. Kongre bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir û piştî rêzgirtinê wate û girîngiya15ê Tebaxê jî hate bibîrxistin.
‘Yên ku zimanê xwe nizanibin dê ji giyan û hestan re nikaribin bibin bersiv’

Nivîskar Faysal Ozdemîr ê ku ewilî di kongreyê de axivî, anî ziman ku du sed sal in ji bo Kurdistanê û zimanê Kurdî şerekî mezin tê meşandin û wiha got: “Ev şer hemû ji bo avakirina welatekî azad û ji bo zimanekî azad e. Di paradîgmaya nû de jî ziman her tim derdikeve pêş. Kesên ku zimanê xwe nizanibin dê ji giyan û hestan re nikaribin bibin bersiv. Her wiha yên ku bi dîroka xwe nizanin ji bo pêşeroja xwe jî dê nikaribin pêşengiya vî gelî bikin. Kesê ku bêje ez Kurd im li ser ferz e ku di nava kar û xebatên ziman de cih bigirin. Ger ku ziman tune be dê tu wateya kar û xebatên me yên siyasî û her qadên ku em têde cih digirin tune be. Gelê Kurd niha di derûniya bindestiyê de ye. Divê em vê derûniye ji ser xwe rakin, em ne biçûk in. Em mezin in. Yên ku îro ji Rojhilata Navîn re ronensansê dike dîsa jî gelê Kurd e. Me vê yekê di mînaka Rojava de dît. Beriya çend salan me nikaribû navê bi Kurdî danîna lê niha bi her awayî xwe bi Kurdî tînin ziman. Beriya bîst salan me pirtûkên Kurdî peyda nedikir. Em îro xwe digihînin hemû berhemên Kurdî. Îro wezîfeya herî mezin a ziman dikeve ser Komeleya Ziman. Lê ev yek bi tenê dîsa têr nake. Divê dîsa jî hinek tişt li ser komeleyan nayê hiştin. Divê em jî ji rêveberiya nû re bibin alîkar û li hemû komeleyan û kolanan berbelav bin. Da ku ziman li her derî bê axaftin. Divê em Zimanê Kurdî yê ku niha nexweş e em baş bikin.”
‘Zimanê dayikê encex bi xebatên ku hûn dimeşînin pêkan be’
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Giştî Keskîn Bayindir jî ji bo kongreya Asayî ya saziya ziman a ARÎ-DERê ya Êlihê peyamek şand û di peyama xwe de wiha got: “Zimanê dayikê, yek ji hîmên herî bingehîn ên çanda me ya qedîm, hafizeya me ya civakî û nasnameya gelê me ye. Li ser vî esasî xwedîderketin û pêşxistina zimanê dayikê, weke nan û avê, weke doza hebûn û tunebûnê divê hertim di rojeva me de be. Ji ber vê yekê em tevî xebatên li ser zimanê dayikê, gelek qedirbilind û krîtîk pêşwazî dikin. Di parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, her xebatên ku di bin baskê vê saziya me de dimeşin, ji bo pêşeroja nifşên nû xwedî cihekî girîng e. Pêşerojeke bi zimanê dayikê encex bi xebatên ku hûn dimeşînin mumkun be. Li ser vî esasî ez vê kongreya we gelek girîng dibînim û bi kelecaneke mezin pêşwazî dikim. Ez bawer dikim ku, gava hûn îro diavêjin dê nefeseke nû bide têkoşîna mafên çand û ziman a gelê me. Bi vê wesîleyê, ez careke din kongreya ARÎ-DERê ya Êlihê pîroz dikim û ji tevî dildar û kedkarên zimanê Kurdî re serkeftinê dixwazim.”
Di dawiya kongreyê de Şînda Ayazgun û Rênas Yildiz weke hevserokên nû yên ARÎ-DERê hatin hilbijartin.
















