Xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ramazan Ocalan ê 47 salî ku li bajarê Parîs ê Fransayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Xwarziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê kurê Fatma Ocalanê Ramazan Ocalan (47) ê ev 16 sali in li Fransayê dijî jiyana xwe ji dest da. Ramazan Ocalan ev demek bû li bajarê Parîsê dihat dermankirin.
Hate hînbûn ku dê cenazeyê Ramazan Ocalan bînin li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê û li gund were veşartin. Derbarê dema hatina cenaze û veşartinê de tu agahî nehat bidestxistin.













