• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fîlozofa Îtalî name ji Ocalan re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

Navenda Nûçeyan

13 TEBAX 2026 - 14:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare nameyek da Heyeta Îmraliyê ji bo bigihîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di nameya xwe de got ku hêviya aştiyê û azadiya Ocalan ji hev nikare bê cudakirin.

Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare li du Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê eşkere kir. Fîlozofa Îtalî nameyek da Heyeta Îmraliyê ji bo bigihîne Ocalan.

Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare di nameya xwe de diyar kir ku ew têkoşîn û fikrê Ocalan ji nêz ve dişopîne û wiha got: “Demeke dirêj bû ku min dixwest ji we re binivîsînim; ji ber ku dikarim vê niha bikim, ev yek gelekî bandorê li min dike. Navê we di beşeke girîng a jiyana min a siyasî û entelektuel de cih girt. Li Îtalyayê weke ku ji bo min, ji bo gelek kesî hûn tu carî nebûn fîgurekî biyanî û gelekî dûr. Me bi heyranî, bi fikar û bi hestên piştevaniyê têkoşîna we, girtina we, fikrê we û têkoşîna gelê Kurd şopand.

Min her tim xwe nêzî gelê Kurd hîs kir. Têkoşîna demdirêj a ji bo azadî, rûmet û naskirinê ji bo min bû yek ji meseleyên siyasî yên herî girîng ên serdema me. Û navê we di vê demê de qet cuda nikare bê hizirandin. Tişta ku piştî bi salan bandoreke mezin li min kir ragirtina we li Îmraliyê û bi taybetî jî tecrîda ku hûn di nav de man.

Gelekî zehmet e ku mirov li girtina we ya zêdeyî bîst û heft salan bifikire. Tecrîd ji girtinê jî wêdetir e; qutkirina têkiliya mirovekî bi cîhanê re, bêparhiştina dengekî ji muxataban, hewldana qutkirina fikir ji civakê ye. Û li gel vê yekê jî dengê we nekarî bê birîn. Ya ku her tim bandor li min kir ev bû. Di nava mercên ku dixwest we ji cîhanê qut bike, fikrên we ji girtîgeheke giravê belav bû; hate nîqaşkirin, tecrûbekirin, rexnekirin û pejirandin. Tu girtîgeh nekarî li pêşiya belavbûna gotinên we bibe asteng.

Ji ber vê yekê ez dixwazim tiştekî gelekî ji rêzê û şexsî ji we re bibêjim: Ewqas salan hûn ji bo min bûn fîgurekî gelekî girîng. Ne tenê ji ber berxwedana we, her wiha ji ber têkoşîna we ya siyasî, ji ber kapasîteya xwe ya jinûve hizirînê ez bûm heyranê fikrê we, bûm heyrnê lêpirsîna we ya li ser desthilatdariya serwer, netewe dewlet û neteweperestiyê, bûm heyranê lêgerîna we ya li jiyana bi hev re ya demokratîk.

Ev yek pirsên gelekî nêzî karê min ê felsefî ye. Gelo hûn çawa dikarin civakeke ku di nav sînorê nasnameyê de asê nebûye xeyal bikin? Gelên cuda li nava atmosfereke siyasî ya hevpar ku yek li ser yê din ne serwer e, çawa dikare bi hev re bijî? Mirov çawa dikare li derveyî serwerî, sînoran û dervehiştinê li demokrasiyê bifikirin? Ev pirs îro bêhtir girîng û lezgîn e.

Îhtîmala aştiyê hêviyê dide min

Îhtîmala aştiyê ya li Tirkiyeyê dest pê kiriye, hêviyê dide min. Piştî ewqas mirin, êş û şerê bi dehan salan, îhtimala ku dîrokeke cuda dikare dest pê bike gelekî girîng e. Lê belê tişta ku ez hîs dikim mecbûr im ji we re bi eşkere bibêjim: Heta ku hûn azad nebin nikarim xeyala aştiyeke rasteqîn bikim.

Pêvajoyeke aştiyê ku gotin û hewldanên we yên siyasî ewqasî diyarker dike, çawa dikare di rewşeke welê de bimeşe ku hûn hîn girtî ne. Ev yek nakokiyeke kûr e. Serdemeke nû ya demokratîk bi rastî jî dikare dest pê bike, eger kesê ku tevkariyê li dibetiya vê serdemê dike hîn ji azadiyê bêpar bê hiştin?

Azadiya we ne meseleyeke duyemîn e

Ji bo min azadiya we ne meseleyeke di asta duyemîn de ye ku piştî aştî pêk hat bê nirxandin. Azadiya we parçeyek ji aştiyê bi xwe ye. Heta ku hûn ji civakamirovî û siyasî ya ku ewqas salan jê re diaxivin dûr bimînin û girtî bimînin, lihevkirineke rasteqîn nepêkan e. Piştî ragirtina 27 salan û tecrîda demdirêj a giran, bawer dikim ku azadiya we wê xwedî wateyeke sembolîk û siyasî ya bêhempa be. Ev yek wê bibe nîşaneya destpêkirina serdemeke cuda. Ji ber vê yekê ji bo min hêviya aştiyê û azadiya we bi hev ve têkildar in, ji hev qut nabin. Heta ku hûn azad nebin aştî nabe.

Min xwest hûn zanibin ku ji Îtalyayê salên dûr û dirêj e we bi hestên piştevanî û heyraniyê dişopînim. Û îro di vê dema nû û gelekî hesas de ji her demê bêhtir bi xurtî hîs dikim ku nêzîkbûna li we, hurmeta li we û hêviya xwe ji we re ragihînim. Bi hestên piştevanî û silavên germ.”

Etîket: Donatella Di Cesarefîlozof
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji fîlozofê Îrlandayî name ji bo Abdullah Ocalan: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji fîlozofê Îrlandayî name ji bo Abdullah Ocalan: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne