Hunermend Nûarîn ku piştî 11 salan hate Tirkiyeyê û duh li Balafirgeha Çûkûrovayê hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Hunermend Nuarîn (Songul Seçmen) a di sala 2015an de çûbû bajarê Parîsê yê Fransayê, piştî 11 salan bi 2 zarokên xwe re xwest serdana malbata xwe ya li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dimîne, bike. Nuarîn û du zarokên xwe dema bi ji balafirê daketin Balafirgeha Çûkûrovayê polîsan duh ew binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê. Polîsan pişt re Nuarîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Hunermend Nûarîn di sala 2014an de endama Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Mêrsînê bû xebatên çand û hunerî dimeşandin. Hate ragihandin ku bi hinceta xebatên Nûarînê yên çand û hunerî, di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Nûarînê de hatiye destpêkirin duh li miduriyeta polîsan îfadeya wê hatiye wergirtin. Nûarîna ku di saetên serê sibê de sewqî Edliyeya Mêrsînê hate kirin piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî 9emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin. Dadgehê piştî îfadeya Nûarînê wergirt ew bi şertê kontrola edlî berda.











