• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Her 3 ciwanên duh li Amedê hatin girtin li odeya tiryakfiroşan tên ragirtin

Amed / AW

11 TEBAX 2026 - 12:12
Kategorî: ROJANE
A A
Ciwanên bi navê Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya û Fûrkan Koç ku duh bi hinceta ‘Li dijî qanûna meş û xwepêşandanan derketine’ hatin girtin, ji girtîgehê peyam şandin û diyar kirin ku ew û kesên ji ber madeyên hişbirê hatine girtin li heman odeyê tên ragirtin.

Koma Alîgirên Amedsporê ya bi navê KuçeAmed û ciwanan ji bo piştevaniya pêngava ‘Rabin’ ku Platforma Şiyar Be li dijî hişbir û fihûşê dabûn destpêkirin li Qada Batikentê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 5ê Tebaxê de ji bo sê rojan çalakiya nobedê li dar xisti bûn. 6 ciwanên ku tev li çalakiya nobetê bûn di 9ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Ciwanên bi navê Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya, Mûhammed Şakar, Fûrkan Koç, Mûrat Aslan û Suleyman Ay ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên wan hate wergirtin duh sewqî dadgehê hatin kirin. Hate diyarkirin ku ciwan bi îdiaya ‘Li dijî qanûna meş û xwepêşandanê derketine’ û ‘birîndakirinê’ hatine binçavkirin. Ji 6 ciwanên sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya û Fûrkan Koç ji heman îdiayan hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê.

‘Çi dibe bila bibe em ê vî bajarî ji polîtîkayên şerê taybet paqij bikin’

Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya û Fûrkan Koç bi rêya parêzerên xwe ji Girtîgeha Amedê peyam şandin. Ciwanan di peyamên xwe de anîn ziman ku ji ber ku ew li dijî bikaranîna madeyên hişbirê sekinîne weke cezayekê ew şandine girtîgehê û dan zanîn ku niha di nava kesên ku ji ber madeyên hişbirê hatine girtin de tên ragirtin. Ciwanan di peyamên xwe de destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe dê vî bajarî ji politîkayên şerê taybet paqij bikin.

‘Em serbilind in’

Hejar Başer di peyama xwe de wiha got: “Em ji ber ku li dijî firoşkarên madeyan sekinîn û me hevalên xwe yên ciwan ji bengîtiya madeyên hişbirê dûrxistine em kirin hedef û em girtin. Em serbilind in û em dizanin ku li derve bi hezaran hevalên me dê têkoşîna me bidomînin. Em baş in û bimoral in. Şert û merc çi dibe bila bibe em ê vî bajarî ji politîkayên şerê taybet paqij bikin. Bijî Berxwedana Ciwanan”

‘Serê me mîna Çiyayê Zagrosê bilind e’

Mazlûm Dogan Sarikaya jî di peyama xwede bang li ciwanan kir û wiha got: “Silav ji hemû ciwanan re. Banga me ji bo parastina gel û ciwanan e. Serê me bilind e mîna Çiyayê Zagrosê, dilê me zelal e mîna Cîlo û Çarçela. Em keyfxweş in û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Doza me giran e em ê li ber xwe bidin.”

‘Bijî berxwedana ciwanan’

Fûrkan Koç jî di peyama xwe de qala rewşa xwe û hevalên xwe kir û wiha got: “Ez îro vê nivîsê bi serbilinî dinivîsim. Em ji we jî sekneke bi heman şiklî dixwazin. Qet mereq nekin em her sê jî weke şêran li ser piyan e. Qet gumana me tune ye ku hûn ê mafê me bi awayekî herî baş biparêzin. Bijî berxwedana ciwanan.”

Etîket: Fûrkan KoçHejar BaşerMazlûm Dogan Sarikaya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne