Hevşaredara Tatwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr derbarê 58emîn Mîhricana Çand û Hunerê de diyar kir ku wan soza geşkirina çand, huner û ziman dabû gel û wiha got: “Bi van mîhrîcanan em bîra bajêr nû dikin û em gihîştin armanca xwe.”
58emîn Mîhricana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku piştî 10 rojan bi dawî bû, di qada çandî û civakî de bandoreke mezin hişt. Mîhrîcan ji aliyê bîra cîvakî ve xwedî girîngiyeke mezin bû û di 10 rojan de bi bername û konserên cur be cur ji bo hemû herêmê bû qada kêfxweşiyê. Mîhricana Tetwanê careke din nîşan da ku her cure bernameyên çanda Kurdî li bajarên Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin tên û ev yek dibe sedema pêşketina civakê.”
‘Me soza geşkirina çand û ziman dabû gelê xwe’
Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr ku têkildarî armanca mîhrîcanê axivî, bi bîr xist ku di dema hilbijartinê de wan sozên girîng dabûn gel û wiha got: “Dema em ketin hilbijartinê, me ji aliyê çand, huner, ziman û dîrokê ve sozek dabû vî gelî. Armanca me ya mîhrîcanê ne tenê ew e ku em derkevin du gotinan bêjin. Bi salan e Tetwan cihê çand, huner, ziman û dîrokê ye, lê bi dehan salan bi feraseteke dûrxistinê li hemberî Tetwanê hate meşandin. Me jî got ku em ji bo bidawîanîna vê dûrketinê, bîra xwe û ya vî gelî dîsa nû bikin.”
‘Tevlîbûna ciwan, zarok û salxwariyan cuda û hêja bû’

Belkiza Beştaş Epozdemîr bal kişand ser cudahiya mîhrîcana îsal û par û wiha pê de çû: “Par jî mîhrîcaneke me ya nêzî 16 rojan çêbû. Dema mirov par û îsal bîne ber hev, bi hesreta deh salan, Tetwanê ji aliyê çand û hunerê ve xwe nû kiriye. Par beşdarî gelekî baş bû, lê îsal nêzîkatiya ciwanan, zarokan û kal û pîran pir cuda û taybet bû. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in. Em gihiştine armanca xwe; lewra armanca me ew bû ku em vê dûrketina ji çand, huner, ziman û dîrokê rabikin û em hemûyan bînin cem hev.”
‘Heta pênc salan ji bo çand û hunerê em ê bixebitin’
Belkiza Beştaş Epozdemîr destnîşan kir ku civaka Tetwanê tu carî ji nirxên xwe yên çandî tawîz nedaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Civaka Tetwanê bi dehan salan e ji huner, çand, ziman û boriya xwe tu carî tawîz nedaye. Armanca me ew e ku em vê nirxê biparêzin, geş bikin û deynin ber gelê xwe. Belkî her sal neh roj çênebe, lê hûn bawer bin Tetwan ji aliyê mîhrîcanan ve amade ye. Me soz daye û heta pênc salan jî em ê bi çand, huner, ziman û dîrokê re gelê Tetwanê bînin cem hev.”






