• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

    Cenazeyê Xanê Karasû li gundê Karapinarê hate veşartin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Qanûna çarçoveyî vekirina deriyê aştiyê ye

Enqere / AW

4 TEBAX 2026 - 13:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ji bo pêşketina pêvajoyê divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha got: “Qanûna çarçoveyî vekirina deriyê aştiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Dayikên Aştiyê û mêvanên ji gelek bajaran hatibûn tev li komcivînê bûn.

Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de di salvegera 12yemîn a komkujiya Şengalê qûrbaniyan bi bîr anîn û got ku ew dê her tim bi civaka Êzidî re di nava piştgiriyê de bin.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser qanûna çarçoveyî û wiha axivî: “Bi qanûna çarçoveyî deriyeke nû dê vebe. Li dinya û herême jî geşedanên girîng diqewimin. Sedsalek tê girtin û sedsaleke nû dest pê dike. Rojhilata Navîn jî navenda vê yekê ye. Tirkiye di van geşedanan de ji bo roleke ne li bendê lê weke kirde bigire divê pirsgirêka Kurd çareser bike. Tirkiye divê li Rojhilata Navîn hevkariya bi Kurdan re weke stratejîk bibîne. Li Rojhilata Navîn kî bi jeopolîtîka Kurdan re têkiliya rast dayne dê bi serbikeve lê li dijî vê tevbigere wê winda bike.”

Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku li Tirkiye pirsgirêka aborî, hiqûqî û edaletê heye û wiha pê dê çû: “Ciwan êdî pêşeroja xwe nabînin. Divê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe. An dê pirsgirêka Kurd çareser bike û demokrasiyê pêk bîne yan jî dijberî dê zêdetir bibe. Ji bo wê êdî divê ew çavkaniyên aboriyê ku heta niha ji şer re dihatin veqetandin bigihêje sofraya hemû kesan. Pergaleke ku hemû kes bi awayekî azad xwe bikaribin îfade bikin û tev li rêveberinê bibin divê pêk were. Ji bo wê jî aborî bêyî hiqûq û demokrasiyê nabe.”

‘Firseteke mezin li pêş me ye’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê bibe destpêkek û wiha domand: “Qanûna çarçoveyî jî dê ji bo hiqûq û demokrasiyê bibe destpêkek. Em dibêjin ji bo vê qonaxê derbas bikin werin em vê gavê bi hev re biavejin. Em mînaka Îrlandayê bidin. Piştî şerê dirêj tu kesî bawerî bi aştiyê nedianî. Lê şerê sed salan bi muzakereyê bi dawî bû. Em jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di qonaxeke krîtîk de ne. Bi banga Birêz Ocalan û hewldanên birêz Bahçelî û Erdogan firseteke mezin li pêşiya me ye. Divê em vê firsete ber hewa nekin û gavên hatine avetin bi qanûnan mîsoger bikin. Qanûna çarçoveyî jî ji bo vê gava yekem e.”

‘Ew pêvajo dê qedera hemû herême diyar bike’

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku heyeta wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtineke erênî pêk aniye û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ji wê hemûyan re silavên xwe şandin. Birêz Ocalan dibêje hezar kîlometrê bi gava yekem dest pê dike. Em jî dibêjin werin em vê gava yekem biavêjin û hezaran kîlometrê bi hev re bimeşin. Ew pêvajo dê qedera hemû herêmê diyar bike û derfetên kar, aramî û aboriyê vebike. Weke birêz Ocalan dibêje ew pêvajo stratejiya sed salan e. Ew stratejî avakirina civaka demokratik a ku hemû kes tevî cudahiyan jî bi nasname û rengê xwe bikarin bi hev re bijîn e. Ew stratejiya avakirina Tirkiyeya demokratîk ku mafê gelê Kurd bê naskirin, mafê rêveberiyê bê naskirin û mafê hemû netew û baweriyan bê mîsogerkirinê ye. Ew stratejî bi dawîkirina xîzanî û krîza aboriyê ye. Ew stratejiya hemû kesên bi KHKê yan kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe ye. Cenazeyê leşker jî gerîla jî li vî welatê ye. Ew êş a me ye. Weke nivîskarê Kurd Mehmet Uzun dibêje; Aştî karê herî bi rûmet a ku aqilê mirov afirandiyê ye. Qanûna çarçoveyî vekirina deriyê aştiyê ye.”

‘Divê şert û mercên birêz Ocalan ben baş kirin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê meclis jî rola xwe ya dîrokî bilîze. Bi tevlîbûna hemû partiyan di bin banê meclisê de desteyeke şopandinê bê avakirin. Em ê piştî vê qanûn jî têkoşîna xwe bi hemû gelen bindest re mezin bikin. Divê piştî meclis vebû jî em ser nexweşerêyekê bixebitin. Ew nexşerê divê li ser pêkanîna hemwelatiya wekhev, mafê xwe rêveberiyê, mafê ziman û pêkanîna demokrasiyê bibe. Ew qanûn 86 milyonan eleqadar dike. Ji bo wê jî dema ew qanûn hat parlamentoyê em rê nadin provakasyonan. Em ê hemû rexneyan guhdar bikin. Em ê her tim bi diyalog û muzakereyê re vekirî bin. Em ê zimanê aştî û civaka demokratîk bi hev re mezin bikin. Em bang li partiyên muxalîf dikin ku ew ne li gor hesabên siyasî li gor girîngiya qanûn tevbigerin. Em bang li desthilatê dikin ku desthilat divê guh bide civakê û berpirsyariya xwe ya ji bo pêşketina pêvajoyê çêkirina qanûnan bi cih bîne. Werin em zincîrên vî welatî bi hev re vebikin. Ev qanûn bibe wesîleya, hiqûq, demokrasî û azadiyê.”

Etîket: Pêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

4 TEBAX 2026
Çarçove qanûn dê piştî civîna NATOyê bê rojeva Meclîsê

AKPê ji bo parlamenterên xwe qanûna çarçoveyî ji îmzayê re vekir

3 TEBAX 2026
Kemal Kiliçdaroglu derbarê qanûna çarçoveyî de daxuyanî da

Kemal Kiliçdaroglu derbarê qanûna çarçoveyî de daxuyanî da

3 TEBAX 2026
MEBYADER-EGEyê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî

MEBYADER-EGEyê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî

2 TEBAX 2026
Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar pêk were

Ayşegul Dogan: Qanûna çarçoveyî divê li ser mutabakateke hevpar pêk were

31 TÎRMEH 2026
Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne