• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

Navenda Nûçeyan / AW

3 TEBAX 2026 - 11:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi heyeta DEM Partiyê re peyamek şand û got: “Rêya hezar kîlometreyan bi gavêkê dest pê dike. Avêtina gavê ji bo 86 milyon kesî xizmeteke mezin e.”

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. DEM Partî piştî hevdîtina 3 saet dom kiriye îro peyama Abdullah Ocalan parve kir.

Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye:

“Me wekî Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, di 2yê Tebaxa 2026an de bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Birêz Ocalan li ser pêvajoya heyî, xebatên ku tên meşandin û berpirsiyariyên dîrokî yên dema pêş de nirxandinên xwe kirin. Wî peyamên ku dixwaze ji raya giştî re bên ragihandin jî dan heyetê.”

Heyetê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî parve kir. Peyam wiha ye:

“Rêya hezar kîlometreyan bi gavêkê dest pê dike.

Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî dest bi meşa dirêj dikin û dikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku qasî avakirina Komarê girîng e.

Çawa ku di avakirina Komarê de ked û fedekariyeke mezin hate nîşandan, niha jî ji bo komara demokratîk pêwîst e em bi heman cidîyetê bixebitin.

Ev ne tenê ji bo gelê Kurd an jî bo beşeke civakê ye. Ev ji bo her kesê li ser vê axê dijî pêwîstiyek e. Gava ku were avêtin, dê li çarenûsa welat û herêmê bandor bike. Ew ê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmeteke mezin e ji bo 86 milyon kesî.

Em ê bi rêxistiniya civakê derketineke dîrokî bikin. Ev gav dê ji bo aştî û aboriyê alîkariyeke mezin bi xwe re bîne.

Hêj her tişt nehatiye çareserkirin. Lê rewşek ku nêzîkbûna neyînî bixwaze jî tune ye. Ya girîng ew e ku ev gav rast were têgihiştin û her kes ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyarî bigire ser xwe.

Qanûna ku siyaset dê wê derxe, mifteyek e ku rêya vê pêvajoyê veke. Bi vê gavê re deriyê komara demokratîk heta dawiyê vedibe.”

Ji bo raya giştî bi rêzdarî.

HEYETA DEM PARTIYÊ YA ÎMRALIYÊ

3yê Tebaxa 2026an”

Etîket: DEM PartîHeyeta ÎmraliyêpeyamRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

Li Meclisê hevdîtinên pêşnûmeyê zêde bûn: Tê çaverêkirin pêşnûme sibê were Meclisê

4 TEBAX 2026
Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

2 TEBAX 2026
Partiyên siyasî: Bêyî statûya Abdullah Ocalan pêvajo bi ser nakeve

Partiyên siyasî: Bêyî statûya Abdullah Ocalan pêvajo bi ser nakeve

2 TEBAX 2026
DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

1 TEBAX 2026
AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

31 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê derbarê hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn da destpêkirin

DEM Partiyê derbarê hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn da destpêkirin

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne