• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

Mahmût Altintaş / AW

3 TEBAX 2026 - 10:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso anî ziman ku heke destkêftiyên jinan û ziman neyê qebûlkirin pêvajoya entegrasyonê nameşe û diyar kir ku bi ser xistina entegerasyonê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman pêkan e. Her wiha Xerîb Hiso da zanîn ku li ser sînorê Lubnanê tevgerek heye û wiha got: “Li gor agahiyên me girtine mudaxeleyek li wir heye lê nateyise çapemeniyê.”

Pêvajoya entegrasyonê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê piştî peymana 30ê Çileyê vir ve berdewam dike. Di çarçoveya entegrasyonê de ji saziyên civakî heta saziyên rêveberiyê gelek pêşketin çêbûn. Her wiha koçberên Efrînê jî qefle bi qefle piştî 8 salan vegeriyan Efrînê. Tê payîn hefteya pêş me koçberên Serêkaniyê jî vegerin cih û warên xwe. Lê koçberên Efrînê ku piştî 8 salan vegeriyan Efrînê rastî zext û tundiyên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê tên û ji aliyê ewlehiyê ve pirsgirêk dijîn. Pirsgirêka welatiyên Efrînê yek jî mijara serekê ya pêvajoya entegrasyonê ye. Ji aliyê din vê ne qebûlkirina Yekiniyên Parastina Jinan (YPJ) û fermîbûna zimanê Kurdî yek jî pirsgirêkên entegrasyonê ne.

Ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Rêveberiya Rojava û hikûmeta demkî ya Şamê de danûstandin berdewam dikin. Rêveberiya Rojava bi daxuyaniyan diyar kir ku naskirina YPJê û qebûlkirina fermiyeta zimanê Kurdî yek jî xeta sor e û ew tu car dev jî van destkêftiyan bernadin. Ji ber helwesta neyînî ya hikûmeta Şamê dem bi dem di pêvajoya entegrasyonê de jî rawestandin çêdibin. Her wiha guherîna navên Kurdî jî bi xwe re bertekên civakî tînê û di pêvajoya entegrasyonê de jî pirsgirêkan derdixîne.

Ji aliyê din vê jî piştî êrîşên li ser Îranê guherîna hewsengiyên tevahî herême jî di rojevê de ye. Geşedanên li Îranê dê bandoreke çawa li pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava û Sûriyê bike tê nîqaşkirin. Her wiha nîqaşên li ser Amerîka dê li dijî Lubnanê Sûriyeyê bikar bîne jî tê payîn bandoreke mezin li ser Rojava û Sûriyeyê jî bike. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso derbarê pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava û Sûriyeyê û geşedanên li herême de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê niha di çi astê de ye? Nirxandinên weke pêvajoya entegrasyonê hêdî dimeşe yan jî pêwistiyên entegrasyonê ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi cih nayên hene. Gelo çima hikûmeta Şamê hin caran pêvajoya entegrasyonê hêdî dimeşînê û gavên pêwîst neavêje?

Pêvajoya entegrasyonê dimeşê lê rastî pirsgirêkan tê. Em hewl didin di demekê nêz de vê entegrasyonê bi cih bînin û bi dawî bikin. Ji ber ku rewşa Sûriyeyê ber bi çav e. Sûriye bi awayekî parçekirî dijî. Piştî hatina HTŞê ser desthilatiyê vir ve Sûriye zehmetiyên mezin dikişînê. Hikûmeta Şamê di mijara entegrasyonê de jî gavan zû bi zû neavêje. Di nava vê parçebûnê de hikûmeta heyî jî lawaz e. Ji ber ew hikûmet li derve anînê ser desthilatdariyê. Sûriye ji derve ve tê rêveberin ne ji aliyê xwe ve. Di rewşeke wisa de çi bi entegrasyonê dê çi faydeyê bibîne. Ji bo wê jî hikûmet pir lawaz û giran nêzî entegrasyonê dibe. Tevî ku sedî 80ê entegrasyonê pêk hatiye û sedî 20 ma ye jî entegrasyon ji ber hişmendiya çewt nikare zû bimeşe. Tiştên ku mane mijarên esasî ne. Mijara jin, zimanê Kurdî, navê cih û warên Kurdî û zanîngehan mane. Hikumet van qebûl nake. Hişmendiya vê rejîme ne kêmtirî hişmendiya rejîma Baasê ye. Li gor qanûnên wan tevdigere.

‘Tirkiye jî di mijara entegrasyonê de rol dilîze’

Ne tenê hikûmeta Şamê rola Tirkiyeyê jî di pêvajoya entegrasyonê de heye. Sedema neqebûlkirina Kurdî jî Tirkiye ye. Tirkiye ji berê ve tiştên bi Kurdî qebûl nake. Heke Tirkiye mafê Kurdan nas bike Sûriye, Iraq û Îranê jî nas dike. Lê heke Tirkiye nas neke ji ber zextên Tirkiyeyê ew welat jî nikarin nas bikin. Ji ber wê jî entegrasyon rastî zehmetiyan tê. Em dixwazin merhaleya entegrasyonê derbas bikin û derbasî merhaleyeke nû bibin. Heke zimanê Kurdî nehat qebûlkirin, Zanîngeha Rojava nehat qebûlkirin û destkeftiyên jinan nehat qebûlkirin entegrasyon jî bi dawî nabe. Hewldanên me dê berdewam bikin ku em bigihêjin dawiyê. Çavê pêkhateyên li Sûriyeyê jî vê entegrasyonê ye. Heke entegrasyon bi serbikeve ji bo wan jî dê serkeftinek û aramî bibe. Lê heke entegrasyon pêk neyê rewşa Sûriyeyê dê xirabtir bibe. Sedema rawestandin an jî dereng gavavêtina di entegrasyonê de ji ber bandora Tirkiyeyê ye. Tirkiye nahelê pêşketin çêbibe. Ji ber ku Tirkiye jî di pêvajoyeke de ye û dixwaze di nava hevsengiyê de pêvajoyê bimeşîne û serweriya xwe li ser Sûriyeyê çêbike. Tirkiye jî dixwaze di nava saziyên Sûriyeyê de bi cih bibe. Ew jî xetere ye. Tirkiye Sûriyeyê jî bi rê ve dibe. Tirkiye dê sibe heman awayî mudaxaleyî Îran, Iraq û Sûriyeyê jî bike. Ew yek jî siyaseta Îngilizistanê ye û Tirkiye jî weke amur e di hundirê Sûriyeyê de. Ji bo wê jî mijarên di çarçoveyî Kurdî de nayên qebûlkirin, sedema wê Tirkiye ye. Xwestin navê gund û bajarên Kurdî jî biguherînin. Ew jî siyaseta Tirkiyeyê ku li ser hikûmeta Şamê ferz dike. Ji bo wê jî di pêvajoya entegrasyonê de zehmetî û pirsgirêk hene. Lê em bi biryar in û amade ne ku vê pêvajoya entegrasyonê bi ser bixin. Lê navên Kurdî dê Kurdî bibin. Taybetmendiyên herêmên Kurdî dê ben qebûlkirin.

Naskirina YPJê û zimanê Kurdî

*Yek jî mijara serekê ya pêvajoya entegrasyonê YPJ û saziyên jinan û fermiyeta zimanê Kurdî ye. Di danûstandinên bi hikûmeta Şamê re tên kirin de li ser van mijaran pêşketin heye gelo? Heke ew mijar neyên sererastkirin dê bi xwe re çi xetereyan bîne ji bo entegrasyonê?

Mijara destkêftiyên jinan mijara sereke ye. Hemû gelê me û pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin fermiyeta YPJê bê qebûlkirin û destkêftiyên jinan bên parastin. Ne qebûlkirina îradeya jinan pirsgirêka hişmendiya HTŞê û çeteyên bi wan re ne. Jinan weke kole dibînin. Ji bo ew hişmendî bişkê israreke me ya mezin heye. Heke di mijara jinan de naskirinek çênebe entegrasyon nayê meşandin. Yanî wê demê em nameşînin. Di mijara ziman de jî heman tişt derbasdar e. Heke zimanê Kurdî fermî nebe û di dibistanan de nayê xwendin em ê çawa entegrasyonê bikin. Mijara entegrasyonê ji bo me mijareke stratejîk û demdirêj e. Ne mijareke taktîkî ye. Ew entegrasyon dikare ji herême re jî bibe nimûneyek û bibe sedema bingeha çareseriyê. Lê heke destkêftiyên ziman û jinan nehat qebûlkirin entegrasyon nabe. Jixwe ew mijar neyên qebûlkirin em jî dikarin pêvajoya entegrasyonê bidin sekinandin. Em jî qebûl nakin. Ew siyaseteke komploger e. Hikûmeta Şamê jî dewleta Sûriyeyê jî pêdiviya wê bi entegrasyonê heye. Em naxwazin pirsgirêk derkevin û ew pêvajo were asta xitimandinê. Heta ji destê me were rê û rêbazan bikar bînin ku ew entegrasyon bi serbikeve. Israrên me hene ku destkeftiyên jinan û ziman bên parastin.

‘Mudaxeleyek li Lubnanê heye’

*Her wiha Serokê hikûmeta Şamê Ahmet El Şara di dema Lûtkeya NATOyê de hat Tirkiyeyê û bi Serokê Amerîkayê Trump re hevdîtin kir. Tê gotin ku di hevdîtinê de ji Sûriyeyê hatiye xwestin ku li dijî Lubnanê şer bike. Gelo heke rewşeke wisa biqewime dê bandoreke çawa li herêmê bike? Niha rewş çi ye, xetereya şerekî bi vî rengî heye yan na?

Ew lûtke lûtkeya şer bû. Piştî lûtkeyê şer jî mezin bû. Bi lûtkeyê re NATO jî xistin nava şerê li Rojhilata Navîn. Trump ji bo li dijî Îranê Ahmet El Şara weke amûr bikarbîne hevdîtin kir. Ji ber ku wan anî ser kar û li dijî Hizbulaha Lûbnanê dê bikar bînin. Heke şerekî wisa biqewime dê ji bo Sûriyeyê pir xeternak be. Sûriye di vê rewşê de jî namîne. Rewşa Sûriyeyê ne guncav e bikeve nava şerekî bi vî rengî.. Ji ber ne arteşeke yekpar e, bi komên çeteyan pêk tê. Ew jî bikevin dê komkujiyên mezin bikin û qirkirinan bikin. Trump di lûtkeyê de bi Serokkomarê Lubnanê re jî hevdîtin kir. Her wiha bi Serokwezîrê Iraqê re jî hevdîtin kir. Tirkiye jî di nav de. Di wir de li hevkirinek çêbû û ew li hevkirin çi ye ji raya giştî re nehat parvekirin. Lê xuya ye şerek dê li ser erdê biqewime û Sûriye bikeve Lubnanê.

Li gor agahiyên me girtine ji aliyê Humusê dibêjin gelek kes derbasî Trablusa Lubnanê dibin. Li Trablusê çi amadekarî tên kirin em nizanin. Yanî li gor agahiyên me girtine mudaxeleyek li wir heye lê dernakeve çapemeniyê. Hizbullahê jî daxuyanî da û ew jî li ser sînorê Şamê ne. Mumkune şerekî mezin jî biqewime. Ew yek ji bo Lubnanê jî ji bo Sûriyeyê jî xetere ye. Çapemeniya Ereb jî hinek zemîna şer amade dike. Rewşeke şer biqewime dê ji bo herêmê xetereyan bi xwe re bîne. Iraq jî li ser sînorê Sûriyeyê û dê bandor bibe.

Vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê

*Piştî peymanê ji aliyê vegera koçberên Efrînê ve hin pêşketin çêbûn û tê gotin koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe. Lê koçber dema vedigerin jî bi pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo koçber bi ewle vegerin cih û warên xwe û rastî pirsgirêkan neyên bi hikûmeta Sûriyeyê re danûstandin tên kirin gelo? Pirsgirêkên koçberên vegeriyane dê çawa bên çareserkirin?

Koçberên Efrînê vegeriyan. Çav li rê ye vî hefteyê nêzî 500 malbatên koçberên Serêkaniyê jî vegerin cih û warên xwe. Welatî vedigerin lê ewlehiya welatiyan li Efrînê û Serêkaniyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve nehatiyê bicihanîn. Ji bo wê jî pirsgirêk derdikevin. Kesên Ereb ku li Efrîn û Serêkaniyê bi cih bûne dikarin vegerin cih û warên xwe û li Efrîn û Serêkaniyê derbikevin. Lê Hikûmeta Şamê wan li Efrîn û Serêkaniyê dernaxîne. Ji ber ew li gor Tirkiyeyê tevdigerin. Heke Tirkiye ji wan re bêje vegerin dê vegerin lê Tirkiye bêje bimînin dê bimînin. Hikûmeta Sûriyeyê nikare wan vegerîne. Ji bo wê jî dema koçber vedigerin cih û warên xwe rastî îşkenceyê tên. Erd û malên wan nadin wan. Hikûmeta Tirkiyeyê li wir heye û berpirsyariyê nagire. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî di vegera koçberan de berpirsê lê ew jî berpirsyariyê nagire. Helbet welatî tevî her tiştî jî ji bo vegerê bi kêfxweş in. Ji bo ewlehiya welatiyan em danûstandinên bi hikûmeta Şamê re van pirsgirêkan tînin ziman. Lê Şam ne xwedî biryar e divê Tirkiye rol bilîze lê Tirkiye jî rol nalîze.

Li ser axa Sûriyeyê hebûna baregehên Tirkiyeyê

*Li gor peymana 30ê Çileyê divê Tirkiye ji ser xaka Sûriyeyê derketina. Lê hê jî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Efrîn û Serêkaniyê ne. Gelo çima Tirkiye li herêmê dernakeve? Hebûna Tirkiyeyê çi xetereyan bi xwe re tîne?

Tirkiye li gelek welatên herêmê weke Sûriye, Iraq, Azerbeycan û hwd. baregehên leşkerî bi cih kiriye. Li welatên Tirkiyeyê di nav de ye şer û pevçûn çêdibin. Tirkiye çend caran got ew dê hezên xwe ji Sûriyeyê bikişîne lê wisa xuya dike ku hezên xwe nakişîne. Li Efrînê welatî tên kuştin û revandin. Komên ku baregehên xwe ji Efrînê çêkirinê ew berpirsyar in. Ew kiryar li gelek deverên Sûriyeyê tên kirin. Tirkiye piştgiriya van komên çekdar dike. Lê divê Tirkiye li gor çareseriyê tevbigere. Polîtîkayên bi vî rengî ji bo Sûriyeyê jî ne baş e û ji bo Tirkiyeyê jî ne baş e.

Etîket: entegrasyonPYDXerîb Hiso
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026

Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

19 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

29 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne