Festîvala Xweza û Çandê ya Depê bi konser û govendan bi dawî bû. Di festîvalê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kilic Koçyîgît ji bo avakirina destûreke bingehîn a demokratîk bang li xurtkirina têkoşînê kir û got: “Şandeya me çû Îmraliyê, hêviya me ew e ku qanûneke li gorî lihevhatinê were meclisê.”
Li navçeya Depê ya Xarpêtê, Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya 2026an ya ku ji hêla Şaredariya Depê ve hate organîzekirin, bi konsereke ku beşdarbûneke zêde pêk hat bi dawî bû. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, malbatên kadroyên pêşeng ên PKKê Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş, Parlementerê Çewligê yê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, Hevşaredara Depê Eda Durmuş û Cafer Ogur û bi hezaran hemwelatî beşdar bûn.
‘Aştiya mezin bi berxwedanê re hat’
Gulistan Kiliç Koçyîgît ji bo avakirina qanûna demokratîk banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha axivî: “Mirovên hêja yên vê welatê bedew, ji bo we hemûyan merheba. Me şaredarî bi îradeya we bi dest xist. Ji vir hezaran silav ji Mazlum Dogan û Hayri Durmuş re bin. Silav ji kesên ku bi salan e bi awayekî neheq di girtîgehan de li ber xwe didin re bin. Hezaran silav ji Îmraliyê re, ji Birêz Ocalan re bin. Em di serdemeke nû de ne. Me gelek êş dîtin, axa me ji êşê re têr bû. Aştiya mezin bi berxwedanê re hat. Ji niha û pê ve jî em çi bi dest bixin, dê bi têkoşînê bê bi dest xistin. Di aştiya mezin a ku bi banga Birêz Ocalan dest pê kirî de em di pêvajoya qanûnî de ne. Qanûn nîne, temînat nîne, zemînekî hiqûqî nîne û zemînekî siyasî nehatiye avakirin. Em dê ji bo qanûnê têkoşînê bikin. Em dê li cem hev bisekinin. Em dê bi ser bikevin. Em dê wê aştiyê ava bikin û ew qanûn dê bê. Di şûna qanûna ku nasname, ziman û çanda kurdan qedexe dike de; divê em destûreke bingehîn a demokratîk, destûreke ku mafê 86 mîlyon mirovan diparêze ava bikin. Divê ew qanûna ku li ser înkarê hatiye avakirin derhal bê rakirin. Em dixwazin misyona Birêz Ocalan bigehînin mercên aştiyê.”
‘Me ji bo aştiyeke birûmet têkoşîn kir’
Gulîstan Kilic Koçyîgît di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Şandeya me çû Îmraliyê. Hêviya me ew e ku qanûneke li gorî lihevhatinê were meclisê. Me ji bo aşitiyeke birûmet têkoşîn kir. Me ji bo avakirina siyaseteke demokratîk têkoşîn kir. Me ji bo ku bawerî û nasnameya gelan bi awayekî azad bê jiyîn têkoşîn da. Em dixwazin ku rûpeleke nû tevî hev binivîsînin. Ji bo vê yekê nemaze divê em tenê li bendê nesekinin. Erdekî mezin dikeve ser milê her yek ji me. Divê em ji bo aşitiyê têkoşînê bikin. Kes aşitiyê di tepsiya zêrîn de pêşkêşî me nake. Heta îro me çi bi dest xistibe bi berxwedanê me bi dest xistiye. Ji niha û pê ve jî em çi bi dest bixin, em dê bi hev re bi berxwedanê bi dest bixin. Aşitî tenê bêdengbûna çekan nîne; aştî temînata wê yekê ye ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê mezin bibin û jin bi azadî bijîn. Em dê wê aşitiya mezin bi hev re ava bikin. Têkoşîna me dê bi ser bikeve.”
Piştî axaftinê, konser bi coşeke mezin hat dayîn. Di destpêkê de Şengul Pak derket ser dikê. Piştre Eylûl Nazlier cihê xwe li ser dikê girt. Eylûl Nazlier bi zaravayên kirmançkî û kurmancî yên kurdî berhemên xwe pêşkêşî guhdaran kir û ecibandineke mezin dît. Herî dawî bi çepik, tilîlî û dirûşman Koma Amed derket ser dikê. Ciwan û gel gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berzkirin. Konsera ku bi hezaran kes beşdar bûn, bi gerandina govendê bi dawî bû.

















