• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

Firat Tûnç / AW

2 TEBAX 2026 - 08:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha- Şahidê Fermana 2014an Xêro Hebo karesata ku hat serê malbata wî û berxwedana saterên Girzerikê vegot û destnîşan kir ku di roja fermanê de derveyî Tevgera Azadiyê hemû hêzan ew di nav lepên hovîtiyê de hiştin û anî ziman ku heya civaka Êzidî parastina xwe bi xwe neke, tu hêz nikare aramiya wan misoger bike.

Karesat û komkujiya ku di 3yê Tebaxa 2014an de li ser civaka Êzidî pêk hat, di dîroka mirovahiyê de wekî birîneke kûr û rûpeleke reş cihê xwe girt. Di nava vê fermana ku wekî fermana 74an tê binavkirin de, çîrokên tejî êş, tirs lê di heman demê de berxwedaneke mezin a bêhempa çêbûn. Yek ji şahidên zindî yên ku vê karesatê ji nêz ve jiyaye,welatiyê bi navê Xêro Hebo ye.

Xêro Hebo, şeva ku DAIŞ bi ser gundê wan Girzerikê de girtiye, rojên ku li Çiyayê Şengalê bê av û nan mane û pêvajoya rizgarbûnê bi hûrgilî ji ajansa me re vegot.

Berê Fermanê: Jiyaneke belengaz lê bi aramî

Xêro Hebo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa civaka Êzidî ya beriya êrîşan û hewaya hovîtî û tirsê ku ber bi wan ve dihat û destnîşan kir ku tevî astengiyên aborî û belengazî hebûn jî, jiyan bi temamî di nav aramiyê de dimeşiya û wiha got: “Di fermanê de em li gundê xwe bûn. Alemekî belengaz bû, bes tevî wê belengaziyê jî gelekî aram û rehet bûn. Alem ji xwe re dijiyan; hinek diçûn kar, şixul, Silêmaniyê, Duhokê û hinek diçûn bostanan çandin. Ez bi xwe erebeyeke min hebû û wekî şofêrê taksiyê diçûm û dihatim. Her kesî bi şeklekî jiyana xwe didomand”

Xêro Hebo diyar kir ku piştî bihîstin DAIŞ ketiye Sûriyeyê hîskirine ku dorpêça li ser herêmê roj bi roj teng bûye û tenê rêya Nînovayê û Rebîayê ji bo hatin û çûnê maye û bi lêv kir ku dema tirs û guman zêde bûne, xelkê herêmê ji bo parastina gundên xwe çeper çêkirine û ev tişt anî ziman: “Di navbera me û çeteyên DAIŞê de tenê çend metre hebû, mesafeya di navbera me û DAIŞê de ne bi kîlometreyan, tenê 500 heta 1000 metre bû. Her êvar em diçûn çeperan, me nobedariya xwe dikir. Fikra ku em gundên xwe bihêlin, di hişê me de tune bû. Beriya vê, mezin û bapîrên me gotibûn ferman bi vî awayî hatine serê me, min digot qey cîhan xira bibe jî bawer nedikir. Bes piştî ku min bi çavên xwe dît, nû bawer kir.”

Berxwedana mezin a Girzerikê û îxanet

Xêro Hebo anî ziman ku şevek beriya fermana mezin, çete bi hejmareke zêde êrîş kirine û tevahiya ciwan û mêrên Girzerikê çûne çeperan û da zanîn ku di wê şevê de balafirên artêşa Iraqê li ser wan geriyane lê tevî ku ew çend erebeyên çeteyan li ber çavan bûne jî fîşekek li çeteyan bernedane û wiha pêde çû: “Di 3yê Tebaxê de, saet di 02:10an 02:20an de êrîşa mezin dest pê kir. Heta saet 08:00an gundê Girzerikê hemûyan li ber xwe da. Nebe ku bêjin ev însan an ew însan, hemûyan li ber xwe da. Heta roj derket, hemû malbat ber bi Şengal ve çûn. Piştî ku cebilxaneya me qediya, em mecbûr man çeperan bihêlin. Wexta me çeper hiştin, hinek li vir hatin kuştin. Hinek panzerên artêşa Iraqê ketibûn destên wan û birin ser çeperan.”

Xêro Hebo bal kişand ser lehengî û fedakariya birayê xwe û wiha got: “Birayê min Seîd heta ku hemû jin û zarokên gund xelas bûn ji gund derneket û di vê navberê de birîndar bû. Lê belê gava gihîştin bajarê Şengalê, dîtin ku artêşa dewletê û hêzên ku soza parastinê dabûn, bajar bi temamî vala kirine û xelk di nav lepên çeteyan de hiştine.”

Felaketa nexweşxaneyê û dîlgirtina malbatê

Xêro Hebo berfirehiya karesata ku hat serê malbata wî wiha anî ziman: “Me birayê xwe yê birîndar Seîd anî nexweşxaneya Şengalê. Çekdarên DAIŞê ketin nexweşxaneyê û birayê min ê birîndar birin. Ji wan her du birayên min ên din xwe xelas kir, lê Seîd li ber destên wan ma. Ez çûm diya xwe, xwişka xwe û malbata me yên li vî alî anîn berpalên Çiyayê Şengalê. Erebeya min û traktora ku diya min li ser de bûn xira bûn. Nasekî me li hêviya keçên xwe yên ku di destê DAIŞê de man sekinî; DAIŞ gihişt û ew girtin. Ew jî, diya min û hemû jî girtin. Ji malbata min 8 kes ketin destên DAIŞê û heta niha jî tu agahî ji diya min, xwişka min, du bira, sê birazî û meta min nîn e.”

8 rojên bê av û nan û alîkariya Gerîla

Xêro Hebo bi lêv kir ku piştî ketina DAIŞê ya bajêr, bi sed hezaran Êzidî xwe spartine lat û zinarên Çiyayê Şengalê û ew rojên tevizî û tîbûnê yên li ser çiyê wiha vegot: “Em heşt rojan li çiyayê Şengalê man, xwarin û av tune bû. Ji Xwedê bawer bike, heşt rojan xwarin neket devê min. Tenê parçeyek firîngî yan xiyar bi hin kesan re hebû. Roja duyem min bihîst ku gotin heval (gerîla) hatine, çekan belav dikin û ciwan digihêjine. Hevalan ji Rojava xwarin û av anîn. Ji çiyayê dadiketin gundan, xwarin dianîn û pîr û kal dibirin. Bi rastî heta cîhan hebe qenciya hevalan nayê jibîrkirin. Hevalan rê vekir, rêya Gurê vekirin ku herin Rojava. Em meşiyan û çûn gihiştin Kampa Newrozê ya li Rojava.”

Êş û hovîtiya ku bi salan nehatiye jibîrkirin

Xêro Hebo behsa hovîtiya ku li ser keç û jinên Êzidiyan hat meşandin kir û çîroka keça birayê xwe ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûye û piştre gihîştiye Almanyayê wiha anî ziman: “Keça birayê min ji min re ragihand ku dema çeteyan ew ji Rojava anîne Şengalê, keça wê ya 3 salî di sandoqê de qefilandin û piştî 3 rojan di nav îşkenceyên giran û elektrîkê de, zaroka biçûk li ber çavên wê kuştine. Bi rastî tişta hat serê Êzidiyan ku di mirovahiyê de û li cîhanê de tiştekî wiha çênebûye. Di destpêkê de gava mezinên me gotin ferman bi vî awayî hatine serê me, jin birine, mal talan kirine û zilam kuştine, me bawer nedikir. Lê piştî ku me ferman dît, me ji xwe re got ev 74 fermanên Êzidiyan çi ne.”

‘150 şehîdên me yên ku li Bexdayê ne, nadin malbatan’

Her wiha Xêro Hebo di dawiya axaftina xwe de li hember fermanê bê helwestiya hikûmeta Îraqê û dewletên navneteweyî şermezar kir û bal kişand ser hewldanên bêçekkirina ciwanên Şengalê (YBŞ-YJŞ û Asayîşê) û hêrs û berxwedana xelkê Şingalê wiha vegot: “Dozdeh sal in em daxwaz û hêviyê ji hikûmetên cîhanê hemûyan dikin, lê tiştek ji bo van Êzidiyan nekirin. Hikûmeta Iraqê heta niha hestiyên zêdetirî 150 şehîdên me yên ku li Bexdayê ne nadin malbatan. Gorên me yên komî di ber çavên wan de dişewitin lê tu hestiyarî nîşan nadin. Niha dibêjin bila ciwanên Êzidiyan çekan deynin. Heke ev ciwanên me yên Êzidî yên ku di YBŞ-YJŞ û Asayîşê de parastina me dikin nebin, ez pişta xwe bi kê germ bikim? Ka di roja fermanê de artêş li kU bû? Dema hemû hêzan dor li me berdan, PKKê hat em ji qetliamekê xelas kirin. Ciwanên me fêrî çekê kirin û parastina me teslîmî me kirin. Heke niha çek ji destên ciwanên Êzidiyan derxînin, em vê yekê qebûl nakin.”

Etîket: ÊzidîfermanGirzerikSengalXêro Hebo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî rê nede jenosîdan

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî rê nede jenosîdan

2 TEBAX 2026
TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

20 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

16 TÎRMEH 2026
Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê’ bi dawî bû

Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê’ bi dawî bû

15 TÎRMEH 2026
Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ li Şengalê dest pê kir

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne