• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Xarpêt / AW

2 TEBAX 2026 - 00:03
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Di festîvala Depê ya ku bajarê Mazlum Dogan e hat lidarxistin de bi hezaran kesan Mazlum Dogan bi bîr anî. Her wiha bang hat kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje serkeftinê, divê têkoşîn bê mezinkirin.

Li navçeya Depê ya Xarpêtê, di çarçoveya Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya 2026an ku ji aliyê Şaredariya Depê ve tê organîzekirin de konserek hat lidarxistin. Di konsera ku li Baxçeyê Gel hat lidarxistin de, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, ji Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran welatî beşdar bûn.

Hevşaredara Depê Eda Durmuş diyar kir ku şaredariyên ku bi destkeftiya têkoşîna jinan hatine qezenckirin, di avakirina demokrasiyê de rolek girîng dilîzin û wiha got: “Ev bajar ê me hemûyan e, em ê geşepêdana bajarê xwe bi hev re pêk bînin. Festîval ne tenê ji şahiyê pêk tên. Festîval kodên çandî yên jiyana nû, ruhê kolektîf ê asoyê me yê civakî hildigirin paşerojê û motîfên jiyana civakê di nav xwe de dihewînin.”

‘Em ê li pey îradeya aştiyê bimeşin’

Hevşaredar Cafer Ogur jî anî ziman ku rewşa wan bi hêz e û ev tişt gotin: “Rewşa me bi hêz e. Tiştên ku me kiribin, em ê hêj bêtir bikin. Em bi Şaredariya Uskudarê re bûn şaredariyên bira. Îro dê şaredarê wan jî di nav me de biba. Lê belê bi awayekî bê hiqûqî hat girtin. Ev pratîk zirarê didin aşitiyê. Pêwîst e ku ev yek di cih de bi dawî bibe. Em ê şopdarên wê îradeya aşitiyê bin ku Birêz Ocalan derxistiye holê.”

Piştî axaftinan, bi rêzê ve Azad Bedran, Silbûs û Tarî û Erol Berxwedan derketin ser dikê. Di konsera ku coşeke mezin lê hebû de, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Beşdaran bi hev re berhema ku li ser yek ji kadroyên pêşeng ê PKKê û ji Depê ye Mazlum Dogan hatiye nivîsandin, gotin.

Hunermendên ku derketin ser dikê jî bang kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bigihêje serkeftinê divê têkoşîn bê mezinkirin. Konser bi govend, dirûşm, çepik û tilîliyan bi dawî bû.

Etîket: aştîbangBîranînFestîvala DEPêMazlum Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026
‘Em bi wan serbilind in, minetdar û deyndarê wan in’

‘Em bi wan serbilind in, minetdar û deyndarê wan in’

9 ÎLON 2026
Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

7 ÎLON 2026
Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne