• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    Bavê Narîn Guranê ‘Meşa Edaletê’ da destpêkirin

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    ‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Konseya Ewropayê banga berdana Yuksekdag û Demîrtaş kir

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Yek ji faîlên salên 90î Atîlla Ugur hate berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê li dijî hişbir û fihûşê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve’

Sêrt / AW

1 TEBAX 2026 - 08:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nobeta ku li Sêrtê li dijî hişbir, tiryak û fihûşê hatibû destpêkirin di 30yê Tîrmehê de bi dawî bû. Siyasetmedar û welatiyên ku tev li çalakiyê bûn destnîşan kirin ku dewlet dixwaze bi rêya madeyên hişbir û fihûşê, civakê birizîne û xwestin ku her kes xwedî li zarokên xwe derkeve.

Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê madeyên hişbir û tiryakê tên firotin û bikaranîn. Êdî ev rewş hatiye wê astê ku zarok jî hişbir û tiryakê bikartînin. Li aliyê din bi heman awayî fihûş jî her ku diçe belav dibe. Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Beyê bi dirûşma “Li dijî hişbirê, ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” di 6ê Tîrmehê de li Amedê bi daxuyaniyekê pêngava “RABIN!” da destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de di serî de li Amedê gelek bajarên bakurê Kurdistanê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Sêrtê ye. Li Sêrtê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya pêngava “Rabin” de li dijî bikaranîn û belavkirina madeyên hişbirê û fihûşê çalakiya nobetê da destpêkirin. Çalakiya nobetê di roja 7an de (30yê Tîrmehê) bi meş û daxuyaniyekê bi dawî bû.

Siyasetmedar û welatiyên ku tev li çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn. Welatiyan diyar kir ku ev kiryarên qirêj ên weke; fihûş, hişbir bi zanebûn tînin dixin nava civakê û anîn ziman ku dewlet bi zanebûn pêşî li vê yekê nagire.

‘Dewlet rê li vê vedike’ 

Halîme Guçlu anî ziman ku armanca dewletê ew e ku zarokên Kurd ji rastiya xwe dûr bikevin û bikevin nava her rêyên qirêj û xerab û wiha got: “Ciwan fihûş, tiryak û her qirêjiyê dikin û dewlet jî dibêje hema tev li nava siyasetê nebin lê her rêyên xirab dide pêşiya wan. Divê dayîk û bavên zarokan hay ji wan hebin. Kî wan di nava tiryakê de bibîne, bila agahî bide malbatên wan. Carinan mirov bi tenê nikare bi zarokên xwe. Dema ku bertekek mezin hebe, dê wan ciwanan jî serî li rêyên wisa xerab nedin.”

‘Ciwanên me nemane’

Qumrî Kiliç jî bal kişand ser polîtîkayên taybet ên dewletê û wiha got: “Ciwanên me nemane, ciwanên me xwe dixeniqînin, tiştên nebaş bikar tînin. Niha li Sêrtê gelek ciwanên ku hişbirê bikartînin û ji bo wê di girtîgehan de ne hene.”

‘Armanca wan ew e ku civaka me birizînin’

Hevseroka DBPa Sêrtê Sayîre Eren jî diyar kir ku bikaranîna madeyên tiryakê zêde bûye, dewlet vê yekê bi awayekî sistematîk bikar tîne û wiha axivî: “Dewlet dixwaze bi van rêyan civaka me û ciwanên me birizîne. Êdî hatiye wê astê ku ew jî bi van kiryaran xesar dibînin. Dema ku dewlet bixwaze dikare di nava mehekê de pêşî li kiryarên qirêj bigire. Çima nakin? Ji ber ku ev şerekî taybet e. Armanca wan ew e ku civaka me birizînin. Ji ber vê yekê kiryarên xwe yên qirêj dikin.” Sayîre Eren da zanîn ku gel li dijî tiryak û hişbirê piştigiriyê dide çalakiya wan û bi lêv kir ku di dema çalakiya nobeta wan de gelek kes hatine ji wan re qala serpêhatiyên xwe kiriye.

‘Divê ji bo vê yekê mudaxile bên kirin’

Hakîm Şen jî destnîşan kir ku li ser ciwanên Kurd listîkên gelek mezin tên lîstin, ciwan ji heqîqet, civakîbûyîn û ji rastiya xwe tên dûrxistin û wiha qal kir: “Li dijî vê yekê me jî weke rêxistinên bajêr, li dijî hişbir, fihûş û tiryakê li kolanan çalakî li dar xistin. Em dixwazin ev kesên ku civakê xirab dikin, bên teşîrkirin. Divê ji bo vê yekê mudaxile bên kirin. Weke rêxistinên me yên bajêr em dixwazin civakeke exlaqî û polîtîk li pêş bikin. Em dixwazin ciwanên Kurd di milê zanistî de li pêş bikevin. Da ku ev civak bizivire heqîqeta xwe ya civakî. Yên ku vê xirabiyê di nava me de li pêş dixin, bê guman bi zanebûn dikin. Her tiştên ku dûrî exlaqî ye di nava me de li pêş dixin. Li dijî van kiryaran me seknek daniye holê.”

‘Divê em her kesî hişyar bikin’ 

Remziye Demîr Bîlek jî bi lêv kir ku wan li dijî hişbirê têkoşînek dane destpêkirin û wiha qala kiryarên ku li Sêrtê diqewimin kir: “Divê ciwanên me ji nava vê qirêjê derbikevin û ev qirêj zêde bûye. Me li taxê konê xwe daniye da ku em pêşî li kiryarên qirêj bigirin. Zarokên me jî yên biçûk hene heta diçin dibistanê tên dilê me li ser wan e. Divê dayîkên me deqîqe û saet haya wan ji zarokên wan hebe. Dayîk vê êşê dikişînin. Divê mirov herkesî hişyar bike, jixwe em dibînin ku dewlet nabe çareserî. Divê em li zarokên xwe bibin xwedî.”

Etîket: fihûşhişbirRabinŞiyar Betiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

29 TEBAX 2026
‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

‘Li dijî tiryakê têkoşîneke kollektîf pêwîst e’

23 TEBAX 2026
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

22 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne