Rojnameger Cem Kuçuk bi tawanbariya “belavkirina agahiyên xapînok” li Stenbolê hate binçavkirin.
Rojnameger Cem Kuçuk bi tawanbariya “belavkirina agahiyên xapînok” û “şantajê” hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku qunciknivîs û şîrovekarê televîzyonê Cem Kuçuk di çarçoveya lêpirsînekê de hatiye binçavkirin. Kuçuk ê hate binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.







