Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku AKP di rojên dawî de siyaseta mijûlkirinê xistiye dewrê û dixwaze pêvajoyê yek alî bi rê ve bibe. Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên pêbawer wergirtiye; çarçoveya devkî ya ji DEM Partiyê re hatiye ragihandin gelek bi pirsgirêk bûye û çavkaniyan wiha got: “Li Îmraliyê li ser çarçoveyekê mutabakat pêk hat. Lê di çarçoveya ku rayedaran bi devkî ragihandin de hate dîtin ku hin alî hatine deformekirin û ji rastiya wê hatiye dûrxistin.” Li gorî çavkaniyan; Heyeta DEM Partiyê ev helwest û nêzîkatî red kiriye û xwestiye ku bi muzakereyê pêşnûmayek li gorî mutabakata li Îmraliyê bê amadekirin.
Pêvajoya Aştî Cîvaka Demokratîk a ku bi înisiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta asteke girîng hat, ji ber helwesta yekalî û sepîner a AKPê bi krîzek nû re rû bi rû ye. Ji Gulana 2026an heta niha bi boneya pêşnûmeya qanûna çarçoveyî pêvajo rawestiyaye. Li gorî mutabakata di navebar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de diviyabû çar meh berî niha pêşnûmaya qanûna çarçoveyî radestî Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bihata kirin. Di encama muzakerekirina pêşnûmaya DEM Partiyê û dewletê de dê pêşnûmaya dawî ya qanûna çarçoveyî bihata zelalkirin.
Ev çar meh in AKP pêşnûmeyê nade
Li gel ku demeke dirêj derbas bûye jî AKP bi israr pêşnûmayê radestî DEM Partiyê nake. Ev yek dibe sedem ku pêvajo li pêş nekeve. Herî dawî AKPê car din tecrîdeke qasî du mehan li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sepand. Di demek nîqaşên xitimîna pêvajoyê zêde bûn de, car din deriyên Îmralîyê vebûn û Heyeta DEM Partiyê di 20ê Tîrmehê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin; di hevdîtina 5 saetan dom kir de Heyeta DEM Partiyê, Sekreteryaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şandeyeke berfireh a dewletê tev li bû.
Nîqaşên berfireh hatin kirin û mutabakat derket holê
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên pêbawer di hevdîtina dawiyê de tevahiya mijarên girêdayî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bi berfirehî hatine hatine nirxandin. Çavkaniyan bi gotina, “Ji xwe di du mehên tecrîd hate sepandin de heyeta dewletê bi Abdullah Ocalan re gelek hevdîtin pêk anîbûn û nîqaş kiribûn” bal kişand ser piştperdeya nîqaşan û ev nirxandin kirin: “Bi nîqaşên dawî re mutabakatek derkete holê. Li gorî vê mutabakatê qanûnek çarçoveyî ku pêşiya tevlibûna hemû kesên têkiliya wan bi PKKê re heye da ku tev li siyasetê bibin veke û pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe divê bê derxistin.”
Divê pêşnûme radestî DEM Partiyê bihata kirin
Çavkaniyan anî ziman ku li gorî mûtabakatê diviyabû pêşnûme di nav du sê rojên dawî de radestî DEM Partiyê bihata kirin û ev agahî dan: “Ji xwe pêşnûmeyeke ku DEM Partiyê jî amade kiriye heye. Ev pêşnûme dê bihata muzakerekirin û qanûna çarçoveyî bihata nivîsandin. Li ser vî esasî dê ev pêşnûmeya dawî pêşkêşî Meclisê bihata kirin. Lê mixabin ligel ku bi ser re hefteyek bihûrî jî hê pêşnûme radestî DEM Partiyê nehatiye kirin.”
‘Bi devkî nîv agahî dan, ev helwest hate redkirin’
Derbarê mijarê de çavkaniyan anî ziman ku piştî hevdîtina 20ê Tîrmehê heta niha hevdîtinek bi rayedarên dewletê û AKPê re hatiye kirin lê car din pêşnûmeya nîqaş li serê didome, nedane wan. Çavkaniyan ev agahiyên girîng dan: “Çend beşên pêşnûmayê bi awayek devkî ragihandin. Li ser mijarên devkî hatine ragihandin şerhên DEM Partiyê hatin destnîşankirin û ev helwest jî di cih de nehate dîtin.”
‘Pêşnûme li gorî mutabakata bi Ocalan re hate kirin nîn e’
Çavkaniyan da zanîn ku çarçoveya devkî ya ji DEM Partiyê re hatiye ragihandin gelek bi pirsgirêk bûye û ev yek anîn ziman: “Li Îmraliyê li ser çarçoveyekê mutabakat pêk hat. Lê di çarçoveya ku rayedaran bi devkî ragihandiye de hate dîtin ku hin alî hatine deformekirin û ji rastiya wan hatine dûrxistin.” Li gorî çavkaniyan; Heyeta DEM Partiyê ev helwest û nêzîkatî red kiriye û xwestiye ku bi muzakereyê pêşnûmayek li gorî mutabakata li Îmraliyê bê amadekirin.
Rewş di rolantiyê de ye
Çavkaniyan anî ziman ku li gorî mutabakatê hê jî li bendê ne ku heyetek têkildar bi Heyeta DEM Partiyê re bê cem hev û pêşnûmayan muzakere bikin û pêşnûmaya qanûna çarçoveyî ya dawî binivisînin. Li gorî çavkaniyan, piştî şerh û nerazîbûnên xwe ji şandeya têkildar re ragihandine heta niha hê jî bersivek negirtine û çavkaniyan wiha got: “Pêvajo di demeke krîtîk de ye. Pêşketinên di siyaseta navxweyî û derveyî de tên zanîn. Ev pêvajo çiqas dirêj bibe, ewqas xeterî mezin dibe û îhtîmala enfektebûnê derdikeve holê.”
‘Sepandineke yek alî nayê qebûlkirin’
Çavkaniyan daxuyand ku ji radestkirina pêşnûmayê gelek bifikar û nerazî ne û wiha got: “Nedayîna pêşnûmayê, guherînên ne li gorî mutabakata li Îmraliyê sedema fikaran e. Heke îktîdara ku difikire bi helwest û sepandineke yek alî vê pêşnûmayê bişîne Meclisê ev gelek xeter e û dê zirarek mezin bide pêvajoyê. Bendewarî ew e ku kes nekeve nav hesabeke wiha xelet. Pêvajoyên wiha bi mutabakat, aqilê hevpar û hevpariyê tên birêvebirin. Nêzîkatiyên yekalî dê pêşiyê li xeteriyên bêtelafî veke. Ev hesasiyet bi muxataban re jî hatiye parvekirin.”
‘Aliyê Kurd pêwistiyên mutabakatê bi cih tîne lê…’
Çavkaniyan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mutabakata li ser hatiye lihevkirin weke deriyeke çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dibîne û ji ber vê yeke aliyê Kurd gelek hestiyar û hesas nêzîk dibe. Li gorî çavkaniyan di encama vê hestiyariyê de pêwistiyên pêvajoyê bi cih tînin lê ev hestiyarî nayê wateya qebûlkirina sepandinên yek alî. Çavkaniyan xwest ku desthilat û rayedarên dewletê jî li gorî vê hestiyariyê tevbigerin û pêwistiyên mutabakatê bi cih bînin.
‘Li ser çapemeniyê şerekî psîkolojîk tê meşandin’
Çavkaniyan bal kişand ser nûçe û weşangeriya çapemeniya desthilatê û ev nirxandin kirin: “Li ser çapemeniyê jî şerek psîkolojîk tê kirin. Bi taybetî derbarê pêşnûmaya qanûna çarçoveyî de her roj tiştek tê serwîskirin. Ev nûçe bi serê xwe dernakevin, bi awayek zanîn û plankirî ji bo avakirina rojevek û binhişiyekê tên serwîskirin. Mixabin tiştên dixwazin derveyî mutabakatê di qanûnê de bên bicihkirin, bi rêya çapemeniyê jî dikin rojev. Divê terka van rêbazên erzan bê kirin.” Çavkaniyan herî dawî anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, aştiyê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêvajoyek girîng tê birêvebirin û xwest ku ev pêvajo qurbanî hesabên erzan neyê kirin.













