Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya ku dê sê rojan berewam bike, sibê bi dîwana dengbêjan dest pê dike.
Festîvala Xweza û Çandê ya Navçeya Depê ya Xarpêtê ku dê di 31ê Tîrmehê, 1 û 2yê Tebaxê de bê lidarxistin, sibê dest pê dike. Festîval dê di 31ê Tîrmehê de bi dîwana dengbêjan dest pê bike. Dîwana dengbêjan ku dê saet di 18:00an de li Otoparka Depê bê danîn dengbêj Perîxana Şirnexî, Ehmedê Xî, Heyderê Qulpî, Hediye Kalkan, Xalê Rûstem û Hekîmo dê cih bigirin.
Panel û konser
Di 1ê Tebaxê de dê bi moderatoriya Endamê Meclisa DBPê Ûgûr Bayrak bi tevlibûna yek ji endamê Sekreteryaya Îmraliyê siyasetmedar Veysî Aktaş û aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata dê li ser pêvajoya siyasî saet di 15:00an de li Eywana Konferansê ya Şaredariya Depê panelek bê lidarxistin.
Di heman rojê de wê saet di 18:00an de li Baxçeyê Milet a li Taxa Bahçelîevlerê hunermend Erol Berxwedan, Azad Bedran û Koma Silbûs û Tarî konserê li dar bixin. Her wiha Hevşaredarên Depê Eda Dûrmûş û Cafer Ogûr jî dê di festîvalê de biaxivin.
Di 2yê Tebaxê de jî bi moderatoriya endama Meclisa DBPê Zohre Eroglû bi beşdariya aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel, nivîskar û akademîsyen Yildiz Onen dê saet di 15:00an de li Eywana Konferansê ya Şaredariya Depê panela bi navê “Jin û Aştî” bê lidarxistin.
Festîval dê bi konsera Koma Amed bi dawî bibe
Di heman rojê de wê saet di 18:00an de li Baxçeyê Milet hunermend Şengul Pak, Eylul Nazlier û Koma Amed konserê li dar bixin. Her wiha Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî dê biaxive. Festîval wê bi konsera Koma Amedê bi dawî bibe.








