• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DTSO: Mûçeyê herî kêm ê herêmî dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê

Amed / AW

28 TÎRMEH 2026 - 17:15
Kategorî: KED Û ABORÎ
A A
Serokê Lijneya Rêveberiyê ya DTSOyê Mehmet Kaya bal kişand ser guftûgoyên mûçeyê kêmtirîn ê herêmî û wiha got: “Kêmkirina mûçeyan a li bajarên mîna Amedê çareserî nîn e. Ev yek dê bibe sedema koçkirina hêza kar a baş û pêleke nû ya koçberiyê ya ber bi bajarên mezin ve bide destpêkirin.”

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya derbarê guftûgoyên ji bo pêkanîna mûçeyê kêmtirîn ê herêmî de daxuyaniyeke nivîskî da û hişyarî da ku ev pêkanîn ne tenê aboriyê pîvanên civakî jî xirab dike.

Mehmet Kaya diyar kir ku nirxandina vê mijarê tenê li ser maliyetên karsazan şaş e û mûçeyê kêmtirîn di heman demê de amûreke bingehîn a polîtîkaya civakî ye ku asta jiyana milyonan kedkaran diyar dike.

‘Mûçeyê kêmtirîn xizaniyê kêm nake dahatê kûr dike’

Mehmet Kaya destnîşan kir ku sepandina mûçeyê kêmtirîn di herêmên kêm-pêşketî de xizaniyê kêm nake, berovajiyê cudahiya dahatê kûr dike û wiha axivî: “Nîşandana lêçûnên kêm ên jiyanê mîna hincet û diyarkirina mûçeyê kêm a li van herêman, nîzam û edaleta dahatê xirab dike. Dê ferqa di navbera bajarên mezin û herêmên kêm-pêşketî de hîn zêdetir bibe. Hêza pêşbaziya bajarekî bi mûçeyê kêm nayê mîsogerkirin; bi binesaziya xurt, mirovên perwerdekirî, derfetên lojîstîkî, ewlehiya hiqûqî û gihîştina fînansekirinê pêkan e.”

‘Hêza kar a baş dê ber bi bajarên mezin ve koç bike’

Mehmet Kaya diyar kir ku li bajarên mîna Amedê ku nifşê ciwan zêde ye lê veberhênanên senayiyê kêm in, ev pêkanîn dê zirareke mezin bide qada îstihdamê û wiha berdewam kir: “Dema ku mûçeyên kêm li vir werin sepandin, hêza kar a baş dê ber bi bajarên mezin ve koç bike. Ev rewş ne tenê ji bo xebatkaran, ji bo veberhêneran jî xetere ye. Karsaz dê ji bo dîtina hêza kar a baş zehmetiyê bikşînin. Di paşerojê de jî li Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê mînakên wiha hatin ceribandin lê ev model bûn sedema neheqî, îstîhdama derveyî qeydan û aloziyên mezin.”

‘Ji bo çareseriyê divê lêçûnên hilberînê werin kêmkirin’

Mehmet Kaya bal kişand ser astengiyên bingehîn ên li ber hilberînê û destnîşan kir ku sedema sereke ya barê karsazan ne mûçeyê kêmtirîn e. Mehmet Kaya ji bo çareseriyê ev bang kir: “Astengiyên sereke yên li ber hilberînê lêçûnên bilind ên fînanse û enerjiyê, barê bacê û nediyarî ne. Heke em dixwazin piştgiriyê bidin hilberînê, divê em van baran sivik bikin. Pêşeroja nifşê ciwan ê Amedê ne bi polîtîkayên mûçeyên kêm, divê bi hilberîna baş, teknolojî, Ar-Ge û îstihdama baş bê avakirin. Pêdiviya Tirkiye ne bi modelên ku mûçeyan li herêman dabeş dikin e; pêdivî bi reformên bingehîn heye ku lêçûnên hilberînê kêm dikin û pêşketina herêmî lezdtir dikin.”

Etîket: DTSOMehmet Kayamûçeya kêm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

Li Pêşengeha Pirtûkan panela ji bo Aram Tîgran: Ew stûn û pira hunerî bû

2 COTMEH 2026
‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

‘Divê li her derê xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin’

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

Bîra Aboriyê ya Kurdî dê bi 5 hezar têgehan bê amadekirin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne